‘Fikir û felsefa Rêber Apo temînata azadiya jinên Şengalê ye’

Jinên Şengalî destnîşan kirin ku piştî fermana 3’ê Tembaxa 2014’an şûnde ji bo wan fikir û felsefa Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan bûye temînata azadiya jinên Şengalê.

Ji bo her jinek ku di nava pençênqirkirinê de li azadiya xwe digerê, fikir û felsefa Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan, temînata jiyaneke azad e.

Jinên Şengalî jî piştî femana 3’Tebaxa 2014’an ku çawa ji karesetên herî mezin yên bêbextiyên çetên DAIŞÊ rizgar bûn û çawa xwe li ser ku fikir û felsefa Rêberê Gelê Kurd bi rêz Ocalan, perwerde û xwe rêxistin kirin ji ajansa me re wiha axivîn.

‘BI RAMAN Û FELSEFA APO ME XWE NAS KIR’

Endama Meclîsa Jin a Şengalê Hemşê Reşo bal kişand ser nêrînên Rêberê Gelê Kurd, Abdulah Ocalan ku di jiyana wan de çi qasî guhurandin çêbûye û got: “Piştî karaset û fermana 73’an ku ji destê çetên DAIŞ’ê ve li ser me pêk hat, kesek ji derveyî şagirt û firkrên Rêber Apo bi me ve nehatin. Em pir bextewerîn û xwedî şansîn ku piştî wê fermana mezin me fikrek wisa nas kir û em bûn xwedî vîna jinê. Piştî naskirina fikrên Rêber Apo, wek civaka Êzidî û jinên Şengalî me xwe nas kir û me zanî kî dijmin û dostên me ne. Wek jin vîn û hêza me çêbû. Min wek kes berê nedikarî baş bi kêrî zarokên xwe bêm. Lê niha hêza ku min ji fikir û felsefa Rêber Apo girtî, ez dikarim malbat û cîranên xwe re bipeyivim û wan perwerde bikim.”

‘AZADIYA RÊBAR APO AZADIYA JINÊN ŞENGALÊ YE’

Reşo destnîşan kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan di fikir û felsefa xwe de girîngiyek pir teybet dide azadiya jinê û wiha bang jinên Şengalê kir: “Rêber apo di hemû jiyana xwe de bûye hevrê û dostê azadiya jinê. Di hemû kar û xebatê xwe de girîngî daye azadiya jinê û ji bo jin azad bibe bûye xwedî kedeke mezin. Divê wek jinên Şengalî em têkoşînek pir alî bidin meşandin ku em bikarîn Rêberê xwe azad bikin. Ji bo wê divê Jinên Şengalê jî, azadiya xwe di azadiya Rêber APO de bibîne.”

‘JIN DI NAVA PERGALA MÊRDE HATIYE KOLEKIRIN’

Endama TAJÊ’ Meyan Xwedêda bal kişand ser desthilatiya mêrê serdest û diyar kir ne tenê li Kurdistanê mêr serdeste, li hemû cihana ku desthilatiya mêr serdeste jin tên perçiqandin û wiha dom kir: “Jinên Şengalî jî her çiqasê kevne opiyên çanda dayikê hebe jî lê belê di nava vê pergala 5 hezar salî de kol bû. Me di nava vê pergala mêr de çi xweşî ji jiyana xwe nedîd. Bi navê azadiya fikir, raman û ziman, tiştek ji bo jinê nebû. Hate berî fermanê jî me nadikarî em biçîn dikanekê.

‘BI RAMANÊ OCALAN JIN Û MÊR JÎ XWE NAS KIR’

Xwedêda da diyar kirin ku piştî wan xwe li ser fikrê Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan, rêxistin kirin, di mal û jiyana malbatî de jî gelek guhurandin hem di aliyê jin û mêr de hatiye çêkirin û got: “Çawa ku me jin fikrê Rêber Apo nas kir, mêr jî nas kir. Ev guhurîneke pir mezine ji bo civaka Êzdî.”

‘JIN DI BIN ZILMÊ DE BÛN’

Endama Meclîsa Xanesorê Naîme Xelef jî diyar kir ku deshilatiya mêr li ser jinê ku berî femana 3’ê Tebaxa 2014’an bi çi awayî ji bo jinên Şengalî azadî nebû û wiha got:”Ji aliyê deshilatiya dewleta Iraqê û dîsa ji aliyê deshilatiya mêr ve em jin gelek dihatin perçiqadin û di jiyana me de bi çi awayî wate û qîmet nebû. Me nedikarî em derkevîn ji derve jî. Fema ku me dixwest em derkevîn ji derve jî, her tim di dilê me tirsek hebû ka wê li ser jiyana me çi bê gotin. Ji aliyê deshilatiya mêr ve ewqas bê mafî û zilmek hebû li ser me.”

‘ME XWE BI RÊBER APO NAS KIR Û BÛN XWEDÎ DÎTIN Û ZIMAN’

Xelef da zanîn piştî fermanê wekû jin, xwe li ser pergala azadiya jinê rêxistin kirin û wiha pêde çû:” Wek jinên Şengalî me xwe di pergala Rêber APO de nas kir. Em bûn xwedî dîtin û ziman.”