Fîgen Yuksekdag: Gelên Tirkiyeyê di bin ablûkayê de ne

Hevserokê Giştî ya berê ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag a ku di girtîgehê de ye, ji malpera Vanîty Faîr Îtalyayê re axivî.

Yuksekdag bi rêya parêzerên xwe ji Vanîty Faîr Îtalyayê re qala guherandina civaka Tirkiyeyê û bandora paşveçûna çandî û demokratîk a li ser jinan kir.

Yuksekdag got ku, “Tenê welat naguhere, pê re hemû civak jî diguhere. Berê jî li Tirkiyeyê nijadperet û nêrînên olî hebûn, lê a niha tifaqeke xeternak ava kirine. Heke hinek kes wan nede sekinandin, ew ê encamên wê giran be. Sermesele em dibînin ku li Tirkiyeyê rewşa jinan xerabtir dibe. Hewldana derbeya sala 2016’an, destpêkirina Rewşa Awarte û girtina bi sedan komeleyên jinan bandoreke neyînî çêkir. Jinên Kurd berdêleke mezin dan. A niha neh parlementerên me û 35 hevşaredar û bi hezaran endamên me hatine girtin.”

Yuksekdag diyar kir ku di 24’ê Hezîranê de hilbijartineke girîng li pêşiya Tirkiyeyê û got, “Wa ye dike 100 salên komarê biqede lê hê jî tu tecrubeyek Tirkiyeyê ya rêveberiyeke demokratîk tune. Civaka Tirkiyeyê di bin ablûkayeke nijadperest û paşverû de ye û dînamîkên civakî hatine bêbandorkirin.”

Yuksekdag diyar kir, sedema êrîşkariya Erdogan ev e ku, encamên hilbijartinê ji bo wî rîsk in. Kampanyaya hilbijartinê bi sansurê dimeşe. HDP di medyayê de cih nikare bistîne, ji ber ku hemû medya di bin kontrola Enqereyê de ye. HDP jî li hemberî derbe, faşîzmû meylên dîktatorî têdikoşe û bingeha vê têkoşînê pişta xwe dide hêza gel.