Festîvala Jinan a Zîlanê bi panela ‘jineolojiyê’ dest pê kir

Festîvala Jinan a Zîlanê ya 14’emîn li Dortmûndê hate destpêkirin. Di panelê de hate diyarkirin ku pergala kapîtalîst jinan dike kole û bal hate kişandin ser çareseriya li Rojava.

Gerîllaya PKK’ê Zeynep Kinaci (Zîlan) di sala 1996’an de li Dersimê çalakiyek li dar xistibû û navê xwe di dîroka Kurdistanê de nivîsandibû. Li ser navê wê her sal Festîvala Jinan tê lidarxistin. Festîvala îsal a 14’emîn bi slogana ‘Parastina Efrînê, parastina şoreşa jinê ye’ diyarî Avesta Xabûr û Barîn Kobanê hate kirin. Festîvala îsal li Dortmûndê hate lidarxistin.

Festîval bi panela li ser ‘Têkoşîna li dijî şîddeta li ser jinê’ hate destpêkirin. Di panelê de hate diyarkirin ku şîddet berhema pergala serweriya mêran a 5 hezar salan e û hate gotin ku şoreşa jinan a li Rojava çareseriya vî tiştî ye. Di panelê de panelîstan ji ber ku çandeke baviksalarî ye, paşnavên xwe bi kar neanîn.

‘DI PERGALA KAPÎTALÎST DE JIN NE AZAD IN’

Sekretera Sendîkaya Kedkarên Buroyê (BES) ya berê Meryem diyar kir ku jin ji ber nasnameya xwe şîddet li wan tê kirin û got, “Îro li Rojava li hemberî vî tiştî têkoşîn heye û jin şoreşekê didin meşandin. Ligel êrîşan jî jin ji bo hemû cîhanê dibin hêviyeke mezin.”

Li ser navê Platforma Têkoşîna Yekîtiyê ya Hambûrgê Hanna jî got ku “Pergala kapîtalîst hemû azadiyên jinê, ji destê wê stendiye û ew kiriye kole. Jin di vê pergalê de tune tên hesibandin.”

Nîlgun a ku ew jî panelîst bû, qala şoreşa jinan a li Rojava kir. Nîlgun got ku, “Jineolojiyê li Rojava di du salên dawîn de xwe bi rêxistin kir. Li her derê xebat û perwerdehiya wê didome.Ev jî civakê vediguherîne. Îro li Rojava jinên Kurd, Ereb û Siryan dikarin bi awayekî azad xwe bi rê ve bibin. Ev jî bi saya têkoşîna jinê û jineolojiyê pêk tê.”