Festîvala Jinan a Zîlan-Anna sibe li Londonê dest pê dike

Festîvala Jinan a Zîlan-Anna Şemiyê li Haringey a Londonê dest pê dike.

Festîvala Jinan a Zîlan ku her sal bi rengekî kevneşop li Londonê pêk tê, îsal a 16'emîn di navbera 29 û 30'ê Hezîranê de pêk tê.

Navê festîvala îsal "Festîvala Jinan a Zîlan û Anna" ye. Anna Campbell (Hêlîn Qereçox) ku şoreşgereke ciwan a Îngilîz bû li Efrînê di dema êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk de jiyana xwe ji dest da bû.

Di bernameya festîvalê de ku bi dirûşma "Berxwedana jinê rê li ber azadiyê vedike" pêk tê panel, şano, çalakiyên zarokan û konser hene.

Çalakiyên festîvalê hemû wê li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a li Haringeyê pêk werin.

Bi beşdariya parlamenter Pero Dundar û ji rêveberên TJK-E'yê Aliye Varto wê Şemiyê panel pêk were û rewşa dawî ya siyasî ya li Kurdistanê û tundiya li jinê bên nirxandin.

Di roja duyemîn a festîvalê de wê Beser Şahîn, Nûarîn û Sevîm Aslan konserê bidin.

Ji amadekarên festîvalê Meclîsa Jinan a Roj banga tevlîbûnê li jinan kir.