Festîvala Fîdan Dogan wê 17'ê Hezîranê li Parîsê pêk were

Jinên Kurd ên li Fransayê wê 17'ê Hezîranê roja Yekşemê di 2. Festîvala Jinê ya Fîdan Dogan (Rojbîn) de li hev bicivin.

Festîvala ku bi şiyara "Azadiya jinê li dijî qirkirina jinê" ji bo bîranîna Fîdan Dogan (Rojbîn) tê lidarxistin, wê 17'ê Hezîranên li Parîsê li Parka Creteil Pompadour Val De Marne saet navbera 12:00-19.00 pêk were.

Festîval ji aliyê Tevgera Jinên Kurd a Fransayê (TJK-F) û Nûnertiya Navneteweyî ya Tevgera Jinên Kurd ve tê organîzekirin. Parlamentera Partiya Komunîst a Fransayê Marie Georges Buffet, Senatora Val De Marne Laurence Cohen, Hevseroka Meclîsa Herêmê Nathalie Dinner û Seroka Komeleya France-Kurdistan Sylvie malovaniyê ji festîvalê re dikin.

Ji bo festîvalê bangawaziyek hate weşandin û gelek siyasetmedarên jin ên Fransî û saziyên jinan mohra xwe danîn binî. Çend ji kesayet û saziyên mohra xwe danîne binê bangawaziyê: Senator Christine Prunaud, Sekretera Neteweyî ya Partiya Çep Corinne Morel Darleux, Koordînatora Partiya Çep û yek ji nûnerên şaredariya Parîsê Danielle Simonnet, Sekretera Neteweyî ya Partiya Çep Laurence Pache, Berpirsyara Champigny a Partiya Kesk, Meşa Jinê ya Cîhanê, Koordînasyona Jinê ya Neteweyî ya Fransayê, Jinên Piştevan, Jinên Tamîlî, Kolektîfa Amazing, Tevgera Aştiyê, Tevgera Biratiya Gelan a li dijî Nîjadperestiyê, Komeleya Piştgiriya Jinan bi Kobanê re, Yekîtiya Kabîl Fransa, Tevgera Komunîstên Ciwan a Fransayê, Sendîkaya CNT, Koordînasyona Ermenî ya li Fransayê û Sendîkaya Solidaire.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku jinên Kurd parêzvanên azadiya jinên cîhanê ne û ev bang hate kirin: "Fîdan Dogan (Rojbîn) 9'ê Çileya 2013'an il navenda Parîsê ji aliyê servîsa veşartî ya Tirk ve tevî du hevrêyên xwe Sakîne Cansiz û Leyla Şaylemez hate kuştin. Heta bê kuştin, ji bo rizgariya gelê xwe têkoşiya. Tevî şerê demdirêj jî, jinên Kurd berxwedêrên civaka demokratîk, femînîst û ekolojîk in."

Di bangawaziyê de Marielle Franco ya ji Brezîlyayê û Berta Caceres a ji Hondûrasê bi rêzdarî hatin bîranîn û hate gotin, têkoşîna ronahî û edaletê ya jinan pîvana bingehîn a festîvalê ye.

Ji bo festîvala ku wê 17'ê Hezîranê roja Yekşemê pêk were ev bang hate kirin: "Em bang li hemû jinan dikin ku ji bo xurtkirina piştevaniya jinan a navneteweyî bikevin nava liv û tevgerê û xwedî li festîvalê derkevin."