Fermandariya YJA Starê peyameke pîrozbahiyê weşand

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê ji ber çalakiyên wan ên serkeftî ji fermandar û şervanên YJA Starê yên eyaletên Dêrsim û Botanê re peyameke pîrozbahiyê şand.

Di peyama Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê de ev tişt hate diyarkirin:

“Em jin di Têkoşîna Azadiyê de mîsyona pêşengtiyê werdigirin, bi hewldana ku li ser xeta Zîlanê bibin fedaî heta ku meşa xwe bigihînin azadiyê, em ê li ber xwe bidin. Li hemberî her cur feraseta serwer, em ê bi îrade, dil û mejiyê jinê di vê têkoşîna dijwar de, bi hêviya serfiraziya ku divê em xwe bigihînin wê û bi hêz û perspektîfa ku me ji Rêbertî stendiye, di vî şerê hebûn û nebûnê de, bi taktîkên li gorî ruhê serdemê çalakiyên serkeftî tê kirin.

Çalakiya li Dêrsimê li hemberî qetlîamên dewleta Tirk a dagirker ku di salên 1937-38’an de kiriye, bûye bersivek. Di heman demê de li hemberî kuştina hevrêyên me Sara, Rojbîn û Ronahî jî soza tolhildanê ye. Her berxwedana ku derdikeve holê, tê wateya temsîliyeta Zarîfe û Besê yên li Dêrsimê li ber xwe dane û ruhê hevrê Sara ye ya ku li Zindana Amedê li ber xwe daye. Fîşeka pêşîn a ku di 15’ê Tebaxê de ji aliyê fermandarê mezin Egîd hate teqandin, di nav gelê Botanê de ruhê berxwedanê ava kir, ev ruh îro li Zendûra, Avaşîn û Zapê û li gelek qadan bi helwesta fedaî ya ciwanên Kurd ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn bûye roniya hêviyê. Di heman demê de di serhildana Cizîrê ya 1992’an de, helwesta pêşengî ya hevrê Binefş Egal bûye sembola azadiyê ya gelê Kurdistanê û jinên Kurd nîşan dane divê ev şer çawa were kirin. Di demên dawîn de jî bingeha çalakiyên serkeftî yên li Dêrsim û Botanê, ji vê çanda pîroz te. Ev çalakiyên bi taktîkên nû tê kirin, çavkaniya xwe ji hêza jinên milîtan a perspektîfa ‘Şerê Gel ê Şoreşgerî’ a Rêber Apo distîne.

Di 5’ê Tebaxê de li gundê Çakmakli yê Xozata Dêrsimê li hemberî yekîneyên veşartî yên dijmin li ser bîranîna heval Zîn Cîzre û Yilmaz Dêrsim ji 2 milan ve çalakiyeke taktîkî hate kirin. Vê çalakiyê nîşan daye ku jinên Kurdistanê wê vî şerî bi serfiraziyê tacîdar bikin.

Li Botanê jî di çarçoveya Pêngava Serfiraziyê ya Egîdên Botanê de di 6’ê Tebaxê de li gundê Şaminis a Şaxa Wanê li hemberî yekîne û wesayîta dijmin çalakiyeke serkeftî hate kirin. Ev çalakiyên serkeftî nîşan daye ku hêzên YJA Starê li hemû qadên Kurdistanê bi mîsyona jinên pêşeng, barê pêvajoyê hildigire.

Bi baweriya ku wê gerîlatiya serdema nû bêtir were profesyonelkirin û wê YJA Star pêşengiya van tarz û taktîkan bike, em hemû fermandar û şervanên kedkarên van çalakiyan pîroz dikin, bi Ruhê Serfiraziyê yê 15’ê Tebaxê we hemûyan silav dikin û serkeftinê ji we re dixwazin.”