Fatoş Saglamgoz li Goteborgê hate bîranîn

Fatoş Saglamgoz a ku sala 2003'an ji bo zext û pêkanîn dijî Ocalan şermezar bike bedena xwe dabû ber agir, li Goteborgê hate bîranîn. 

Fatoş Saglamgoz (Sema) 11'ê Mijdara 2003'an ji bo şermezarkirina zext û pêkanînên li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Goteborgê yê Swêdê li qada Gustaf Adolfê bedena xwe dabû agir. Di 15. salvegera şahadeta wê de bi çalakiyên cêwaz hate bîranîn. 

Çalakiya destpêkê, li qada Gustaf Adolf ku Saglamgozê bedena xwe dabû ber agir, pêk hat. Li qadê wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên KJAR'ê hatin daliqandin. Kurdistaniyan qad bi kulîlkan xemilandin û find pê xistin. Ji bo bîranîna Saglamgoz û şehîdên Kurdistanê deqeyek rêz hate girtin.

Girseya gel piştre çû goristanê û çeleng û kulîlk danîn li ser gora Saglamgoz. Nameya Saglamgoz a ji Ocalan re nivîsî hate xwendin. Hevalên ku wê ji nêz ve nas dirkin der barê Saglamgozê axivîn û bîranînên xwe yên pê re vegotin. Bîranîna li ser goristanê bi dirûşmeya 'Şehîd namirin' qediya.

Li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Goteborgê jî ji bo bîranîna Saglamgoz û şehîdên şoreşê yên dema dawî di encama êrîşên dewleta Tirk de şehîd bûne çalakî hate lidarxistin. 

Lêkolîner Sûltan Ogûr, ji dîrokê bi mînakan raber kir ku şoreş bê jinan nabin. Ogûr bibîr xist ku li Rojava jinan pêşengiya rêxistinkirina pergala demokratîk û têkoşîna li dijî çeteyên DAÎŞ'ê kirin. 

Hevserokê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Swêdê Ridvan Altûn jî bal kişand ser girîngiya şehîdên şoreşê. 

Li ser navê malbatên şehîdan Ahmed Rojava axivî û got, têkoşîna Saglamgoz û şehîdên şoreşê li Rojava gihiştiye asta herî bilind û bûye hêvî ji hemû gelên bindest re.

Çalakî bi stran û dirûşmeyên 'Şehîd namirin' qediya.