‘Faşîzma AKP’ê wê li ber berxwedana jinan têk biçe’

KJK: Faşîzma AKP’ê wê li hemberî berxwedana jinan û helwesta Leyla Guven têk biçe. Ferastên tarî emrê xwe tijî kirine.

Daxuyaniya Koordînasyona KJK’ê wisa ye:

“Dewleta Tirk a faşîst, rêvegeriya AKP û MHP’ê êrîşên xwe yên faşîst di sala 2020’an de jî zêde kiriye û şerê dagirkeriyê ya li ser Kurdistanê mezintir kiriye. Îro desthilatdariya AKP û MHP’ê zextên faşîst û êrîşên terorî yên di dîrokê de herî mezin dike. Desthilatdariya AKP û MHP’ê vê serdemê ji bo xwe wekî pêvajoya ‘hebûn û tunebûnê’ dinirxîne. Ji bo ku pergala faşîst li ser pêyan bihêle û hilweşandina xwe bidomîne hemû hêza xwe ji bo êrîşên zext û terorê seferber dike.

Erdoganê faşîst bi polîtîkayên li dijî jinan, li Rojhilata Navîn û li cîhanê pêşengiya vê dijminatiyê dike. Vê rejîma faşîst li her parçeyê Kurdistanê û li her dera dinyayê li ser esasê qirkirinê van polîtîkayan didomîne. Ne bi tenê li dijî Kurdan, li dijî civaka Tirkiyeyê û hemû hêzên azadî û demokrasiyê stratejiya qirkirinê di asta herî bilind de xistiye dewrê. Hemû destkeftiyên jinên li Tirkiyeyê hatiye desteserkirin. Bi mekanîka darbeyê re, êrîşên li ser komele û saziyên jinan zêde bûye û çalakgerên jin hatine girtin.

Leyla Guven bi pêşketina têkoşîna azadiyê ya jinan re bûye pêşengeke jinên Kurd. Vejîna civaka Kurd û tarza têkoşînê ya ku azadiya jinan dike esas, girêdayî hev in. Civaka Kurd a azad bi jinên Kurd ên azadbûyî rabûye ser pêyan û xurt bûye. Ji ber vê jî faşîzma AKP û MHP’ê li ser jinan şerekî taybet dimeşîne.

FERASETA RIZIYAYÎ TEMENÊ XWE TIJÎ KIRIYE

Vê feraseta riziyayî şewba koronayê ji xwe re kiriye firsend û demên xwe yên dawîn dijî. Pêkanînên qirkirinê, li dijî îradeya gelê Kurdistanê wekî darbeyekê dikeve pratîkê. Lê vî gelî ji mêj ve bi berxwedana xwe ev darbe pûç kiriye. Bi qeyyûman û girtinan wê îradeya gelê me teslîm neyê stendin. Desthilatdariya faşîst a AKP û MHP’ê di şexsê Leyla Guven de ji helwesta siyaseta civakî gelekî tirsiyaye. Di heman demê de li dijî Mûsa Farisogûllari jî bi heman nêz bûne û li dijî gelê Kurd û hêzên demokrasiyê darbeyek li dar xistiye. Ev darbe li dijî hemû hêzên demokrasiyê hatiye kirin. Em careke din diyar dikin ku divê nûnerên gelê Kurd were berdan. Wê bi berxwedanê desthilatdariya faşîst a AKP û MHP’ê were şikandin. Di vî şerî de wê dîktatoriya Erdogan û Bahçelî bixeniqin.

Îro li dinyayê, li Rojhilata Navîn, Kurdistan û Tirkiyeyê gel azadî û demokrasiyê dixwazin û li dijî pergala dewletparêz û tehakumê li ser pêyan in. Ji ber vê jî nerazîbûna li dijî dîktatoriya AKP û MHP’ê zêde dibe. Faşîzma AKP’ê li hemberî berxwedana jinan û helwesta Leyla Guven mehkûmî têkçûnê ye. Vê feraseta tarî hatiye dema xwe ya dawîn. Berxwedana civakî ya gelê me û jinan ji niha bi ser ketiye.”