Ew, mîna navê xwe Arjîn bû
Rûyê mirovan mîna rê ye... Badek badekî ye. Her xetek salek e. Emrek e. Bi qasî kenekî min daye dû bi bandor e. Û mîna peyvekê tûj e... Ew qermîçokên li ser rû, pira ber bi sir, nepenîtî û bedewiyê ye...
Rûyê mirovan mîna rê ye... Badek badekî ye. Her xetek salek e. Emrek e. Bi qasî kenekî min daye dû bi bandor e. Û mîna peyvekê tûj e... Ew qermîçokên li ser rû, pira ber bi sir, nepenîtî û bedewiyê ye...
Rûyê mirovan mîna rê ye... Badek badekî ye. Her xetek salek e. Emrek e. Bi qasî kenekî min daye dû bi bandor e. Û mîna peyvekê tûj e... Ew qermîçokên li ser rû, pira ber bi sir, nepenîtî û bedewiyê ye...
Ew rê û rû vedîtina lêgerîna min dibe hin diyarên din û tîne... Di her vedîtinê de rêyeke din û di her rêyeke din de jî deriyekî li jiyaneke din vedibe...
Û her çav, eynikeke ya dibîne nîşan dide... Ez kengî li eynikê dinêrim, vedîtin û rêhevalên xwe yên ku hestên xwe yên ji dil bi wan re parve kirime, dibînim. Û dem hingî disekine. Mirov dikevin nava demên bîra deman û diçin. Hingî mirov dixwaze bi aliyê xwe yê herî zana nêz bibe, bi çar destan hembêz bikin û ji bo zerarê nebîne di dilê xwe de veşêre, mîna rêhevala min a em bi hev re meşiyan, mîna hevala min a têkoşer Arjîn.
Di dema têkoşîna azadiyê de, di demên herî dijwar ên şer de, li her qadên jiyanê, di her kêlî û li her cihî de rêhevaltî dibe ew navê rastiya ku tu wê hembêz dike, mîna Arjîn.
Û ew rêheval, ewçend zêde ne, evîna yek ji wan, ne kêmî ya/ê din e yan jî ne zêdeyî ya/ê din e. Ti jê ji ya/ê din ne zêde bedewtir, ne zêde nexweştir e. Mirov e, nirx e, berxê dayikan e. Ti dil û mejî nikare mirovên şer dikin, mirovên bi dayîna kedê hebûna xwe diparêze, mirovên ji bo azadiya gelekî têkoşîneke rûmetdarî dimeşînin, kategorîze bike, mîna navê wê, mîna Arjîn.
Arjîn di sala 2005'an de tevlî refên gerîla bû. Piştî ku dewreya şervanên nû li qada Xakurkê dît, derbasî qada Zagrosê bû. Tevî ku di jiyana gerîla de nû bû jî Arjîn li cihê herî zehmet têdikoşiya. Min Arjîn di vê dema sala 2007'an de nas kir. Piştî ku li Zagrosê pratîk meşand, ji bo xebatên çapemenî weşanê hat wezîfedarkirin. Yek ji hevaleke ku demeke dirêj di xebatên ajîtasyon-propaganda yên tevgera azadiyê de xebitî bû. Ev xebat, ji kameramanê çiyê Halîl Dag hîn bûbû. Şagirta wî bû û ya herî şewq dida bû. Arjîn mîna mamosteyê xwest dîmenê gerîla bikşîne, gerîla binivîsîne, pê re bimeşe, pê re hilmê bistîne. Mîna mamosteyê xwe evîndara gerîla bû. Evîndara têkoşînê, evîndara rêhevalan, dozê û gelê xwe bû.
Belê Arjîn... Weke navê xwe germ bû, bi kesayetiya xwe ya bi rik û germ cihê xwe di dilê her kesî de girtibû. Bi kesayetiya xwe ya germ û xwîngerm re mîna agirekî bû ku her kes li derdora xwe dicivand, mîna navê xwe, mîna Arjîn bû.
Ew mîna navê xwe Arjîn bû
Dem û saetên em bi hev re li van çiyan man, qet ne kêm in. Yek ji rêhevalên min ên bedew bû, ku me bi hev re gelek çiya derbas kirin. Li hin cihan em keniyan, carna pev çûn, carna giriyan, lê her carê jî rêhevaleke welê bû ku bi piştrastî mirov dikarî bû pişta xwe bisparta wê, di nêrînên wê de xwe bidîta. Bi her awayî ve ew bi xwe bû, mîna navê xwe. Bi kenê xwe, bi israra xwe ya di serketin û bicihanîna ya herî bedew de, ji hemû rêhevalên din re her tim bû mînak. Arjîn miroveke ku bi awayekî cuda li rêhevalên xwe yên gerîla dinêhirî, bi awayekî cuda ji wan hez dikir bû. Xeyala wê ya herî mezin çûyîna cihê gerîla bû, meşa bi wan re bû, şerê bi wan re bû, kişandina wêneyê kenê wan bû. Wê, ji bo karê çapemeniya alternatîf a jiyana nû û azad xwest di nava têkoşîna gerîla de bi pêş bixîne, îdeolojiya rizgariya jinê, ji nifşên nû re ragihîne.
Arjîn, di sala 2012'an de bi destpêkirina şerê gel ê şoreşger re ji bo biçe Botanê pêşniyar kir. Li ser daxwaza xwe çû eyaleta Botanê cihê şerê dijwar. Di wê demê de jî ez li cem bûm. Şahida herî nêz a wan çavên wê yên bi ken bûm. Yek ji wan mirovan bû ku dema xwe amade dikir, rewş, daxwaz û asta xwe ya baweriyê mîna roja destpêkê diparast. Mîna duh di bîra min de ye ku ji min re gotibû, 'Te dît, ez diçim Botanê. Rêwîtiya min a ber bi warê têkoşînê yê rêhevalên min Egîd û Halîl Dag, destpê dike. Di vê rêwîtiya xwe de ez ê her tim binivîsînim. Meraqan nekin li wir, li dijî rastiya dijmin ez ê ji mewziyê bibezim mewziyê,; lê ji bo kesayetiya berxwedêr a gerîla ji dîrokê re bihêle, ez ê bi kamera xwe re her tim li dû gerîla bim.'
Arjîn ji bo biçe Botanê gelekî hewl da û her tim wiha digot: 'Ji bo fêmkirin û vegotina rastiya jiyana gerîla, divê mirov biçe cihê herî dijwar ê şer û li wir têbikoşe. Gerîla tê wateya xwegihandina hev a ked û hezkirinê. Ji ber vê yekê diçim Botanê.'
Ya li gel Arjîn, rastiya di dilê hemû rêhevalan de bû. Ya herî bedew, ya herî bi rik û ya herî jîr bû.
Di şerê gel ê şoreşgerî de ji bo li cihê herî dijwar têbikoşe çû eyaleta Botanê, carna li mewziyên şer têkoşiya, carna jî bi kameray xwe rastiya gerîla kişand. Arjîn li gelek deverên Herêmên Parastinê yên Medyayê, xebatên propaganda meşand. Yek ji van jî, dokûmantera li ser operasyona Çelîk, gelek klîbên gerîla, gelek bername, nivîs û wêneyên li ser nasandina çanda koçer a li Botanê. Mora xwe avêt binê xebateke bê hejmar a vegotina jiyana gerîla.
Arjîn, rêhevala min a bedew.
Rêhevala min a têkoşer a bi awayekî azad difikirî û di oxira vê de têdikoşiya.
Rêhevala min a xwedî însiyatîf û jêhatî.
Rêhevala min a bêtirs ku her tim dida dû ya jê bawer dikir.
Rêhevala min a hêja ku hezkirina herî bedew dijiya û bi hezkirinê lê dinêhirî.
Mîna duh em ê îro jî bi te re gelek rê û zehmetiyan li dû xwe bihêlin...