Ev şoreşeke jinê ye
Ev şoreşeke jinê ye
Ev şoreşeke jinê ye
Di şoreşa gelê Rojava ku gelek saziyên rejîmê girtin û hêzên Esad ji Rojava derxistin de 15 meh derbas bû.
Di nava van 15 mehan de ji bilî hêzên rejîmê, di parastina li dijî çeteyê OSO’yê jî jin cih digirin. Jinên di destê wan de çek û li mewziyan şoreşê diparêzin, ji bo kadroyên şoreşê ava bikin, seferberiyeke perwerdehiya siyasî ya mezin dane destpêkirin.
Akademiyên jinan, navendên jinan, meclisê jinan û atolyeyên kar yên jinan bi şoreşê re hatin avakirin.
PARASTIN BI JINAN RE YE
Di serê hêza polîsan ya wek asayîşê tê dinasîn, berpirsyarek jin û yek jî mêr heye. Beriya şoreşê jinên kedkarê malê bûn, bi şoreşê re hem di parastina bajar û hem jî di têkiliyên rojane de de cih digirin.
Ji bilî asayîşê, nîvê hêza leşkerî ya YPG’ê ku girêdayê Konseya bilind a Kurde, ji jinan pêk tê. Piştî perwerdehiya ji YPG’ê girtine, li qadên parastinê cih digirin û hemû jiyana xwe dane ser parastina şoreşê, di bin perwerdeyan derbas dibin û tevli taburên YPJ’ê dibin.
SEFERBERIYA PERWERDÊ
Li Rojava seferberiyeke perwerdehiyê ya tam heye. Li aiyê din jî kadroyên ku şoreşê bi rêve bibin tên gihandin. Li aliyê din jî hemû gele ji bo alfabeya latînê ya kurdî dixebite. Yanî ji 7’an heta 70’ê her kes di bin perwerdehiyan de derbas dibin.
Di navenda perwerdehiyê de jin cih digirin; jin hem mamoste û hem xwendekarin. Tevlibûna zêde ya jinan balê dikişîne. Ligel zarokên keç, jinên temenê wan di navbera 50-60’î de tevli perwerdehiyê dibin û xwendin û nivîsandinê hîn dikin. Piranî mamoste ji jinan pêk tê. Jinên perwerdê temam dikin ya kursan de an jî di akademiyên ziman de bi awayekî fermî perwerdeya mamostetiyê dibîne.
AKADEMIYA JINAN
Yek ji saziyên şoreşê, akademiya jinane û navenda perwerdehiya siyasî ya jinane. Akademiya jinan; armanc dike ku di pêvajoya şoreşê de jinan aktîftir bike. Saziya ku niha jin bi kaleşnîkofan nobeta wê digire, beriya şoreşê mala qeymeqam bû. Mala qeymeqam niha yek ji dibistanê şoreşê ye. Vekirîna wê ya fermî di 8’ê Adarê d epêk hat û beriya wê perwerde lê dihat dayîn. Destpêkê 40 jin ji bo di asayîşê de cih bigire perwerde girtin.
Jin 15 rojan tevli perwerdeya akademiyê dibin. Armanca van eve ku jin hêza xwe ferq bikin. 6 rojên destpêkê, perwerdeya dîroka jinê, zayenda civakê tê dayîn. Di rojên din de jî pergala tê xwestin bê avakirin tê vegotin. Her wiha beşên ji parêznameyên Ocalan tên xwendin.
MECLISA JINAN
Li Rojava meclisê jinan jî êdî di asta avabûnê de ne. Li cihên ku meclisê gel hene, meclisê jinan jî hene. Jinên endamên meclisê armanca cihgirtina jinan a di rêxistibûnê de vedibêje.
ATOLYEYA JINAN
Ji bo li Efrînê jin tevli jiyana xebatê bibin rêveberiya kurd ket nava hewldanê. Di encama hevdîtinên bi karsazan re ji bo jinan atolyeya tekstîlê hat vekirin. Jinan perwerdeya bikaranîna makîneyê dîtin û dest bi kar kirin. Her wiha vekirina atolyeyên din di rojevê de ye.
NAVENDA JINAN
Navenda jinan salek û nîv berê bi şoreşê re hat avakirin. Avahiya navendê, di dema Esad de jî navenkede xebatên der barê jinan de bûye.
Yek nûnera navenda Jinê Hanîfe Alî ku dayika du zarokane diyar kir ku beriya şer dest pê bike,li Halebê der barê pirsgirêkên jinan de xebat meşandine.
BÛKÊN ZAROK
Li Efrînê di warê jinan de pirsgirêka herî mezin di temenê biçûk de zewace. Bi îfadeyeke din zarokên bû. Li gorî qanûnên ku TEVDEM’ê derxistine heta neyên 18 saliya xwe nekare bizewicînin.
Lê her çiqas di zewacan de di temenê biçûk de hejmar kêm bibe jî, qanûn bi temamî pêk nayê.
Hate diyar kirin ku di 7 mehên daweî de jî 3 cînayetên namusê hatine kirin û kujeran Efrîn terkirine û 3 hem jî di girtîgehê de ne.
Her wiha piştî şoreşa li Efrînê bûyerên destberdana jin û mêran zêde bûne. Berpirsa Akademiya jinan Arşen Kurdman da zanîn ku j ibo têkoşîna bi zayenda civakî re divê destpêkê hişmendiya cins pêk were.