Jinên Kurd, Ereb û Suryanî yên li Rojavayê Kurdistanê dijîn, êrîşên dewleta Tirk ên li Efrîn, Şehba û Şêx Meqsûdê şermezar kirin.
'WEKE JINÊN SURYANÎ EM Ê DI NAVA BERXWEDANÊ DE CIHÊ XWE BIGIRIN'
Şamîran Şerbat diyar kir, êrîşên dewleta Tirk ên li dijî herêma Şehbayê, li dijî yekîtiya gelên Bakurê Sûriyeyê û Rojava ye. Şerbat got, "Tê dîtin, me rêveberiya xweseriya demokratîk ava kirine û em jiyaneke hevpar a gelên Rojava dihûnin. Di demeke nêz de em ê federalîzma demokratîk ava bikin û vê yekê li gelemperiya Bakurê Sûriyeyê belav bikin. Dewleta Tirk, ku piştî rizgarkirina Minbicê serketina vê projeyê dît, ji bo pêşî lê bigire, kete nava Cerablûsê."
Li gorî Şerbat bi van êrîşan re dixwazin gelê herêmê koçber bikin. Şerbat di dewama axaftina xwe de got, "Weke gelê Suryanî em dixwazin li welatê xwe bijîn. Weke jineke Suryanî, ez polîtîkaya dagirkeriyê û êrîşên Erdogan, dewleta Tirk ên li Bakurê Sûriyeyê şermezar dikim. Em dixwazin tevî jin û gelên Kurd, Ereb, Êzidî û Tirkmen re mîna xwişk-bira bijîn û xwedî mafên wekhev bin. Em jiyaneke nû ava dikin, ku hesreta hemû gel û jinên Sûriyeyê ye. Em weke gelê Suryanî, faşîzma dewleta Tirk baş nas dikin. Mîna dema beriya niha, dewleta Tirk niha jî faşîst e. Sîstema Tirkiyeyê li ser kuştinê hatiye avakirin. Tirkiye ji sîstema me ya federal a demokratîk ditirse û ji bo pêşî lê bigire, komkujiyan dike. Lê belê êrîşên dewleta Tirk wê ti carî me ji rêya me venegerînin. Tirkiye wê bi ser nekeve. Weke gelê gel û jinên Suryanîi li dijî dewleta Tirk a dijminê gelan û jinan e, em ê ji bo azadî û yekîtiya xwe heta dawiyê li ber xwe bidin."
'TIRKIYE WÊ NIKARIBE CAREKE DIN SIBEROJA ME TARÎ BIKE'
Nefal Mûhammed Mîzyed destnîşan kir, ku Tirkiye her tim ji bo berjewendiyên xwe yên faşîst dixebite û got, "Ji bo Tirkiyeyê ti qîmetê me gelên Sûriyeyê nîne. Ya girîng ji bo Tirkiyeyê ew e ku bikeve nava herêma me û axa me dagir bike. Her tiştî ji bo berjewendiyên xwe yên faşîst dike. Gelek caran hewl da me, yanî gelê Ereb ji bo armancên xwe yên mêtîngeriyê bi kar bîne. Bi rêya komên çete hewl da me li dijî Kurdan rakin. Ji ber ku dema gel li dijî hev şer bikin, wê bêhal bimînin û li ser vê yekê jî wê xwe bide jiyîn."
Mîzyed bibîr xist, ku dema li Sûriyeyê şoreşê dest pê kir, Tirkiye yekser ket dewrê, rê li ber gelek hilweşîn û êşê vekir. Mîzyed got, "Herî zêde jinan ev êş kişandin. Lê belê bi tecrûbeya xwe ya xweseriya demokratîk re me dît ku gel dikarin bi çi rengî bi hev re bijîn û çawa li nava vê sîstemê cih bigirin. Me dît ku rêveberiya xweseriya demokratîk û proejya federalîzma demokratîk a Bakurê Sûriyeyê dikare bibe dermanê êşên me. Niha jî axa me yekser dagir dikin. Gelê me dikujin. Em êrîşên Tirkiyeyê yên li herêma Şehba, Efrîn û Şêx Meqsûdê dike, qebûl nakin. Em ê bêdeng nemînin. Çawa ku di nava civaka me de Ereb, Kurd, Suryanî, Ermenî bi hev re bi şoreşgerî li ber xwe didin, weke jinên Kurd, Ereb, Tirkmen, Suryanî û Asûrî em ê jî li ber xwe bidin û nehêlin ku Tirkiye careke din siberoja me tarî bike."
'EM Ê DAXWAZA ERDOGAN DI BER WÎ DE BIHÊLIN'
Zeyneb Ebdullah da zanîn, weke jinên li Rojava û Sûriyeyê ew tevlî şoreşa Rojava bûne, hin ji wan cihê xwe li nava refên YPJ'ê girtine, hin jî tevlî karên civakî, wezaretan û xebatên jinan bûne. Ebdullah got, "Hin ji me bi dil û can destek dan vê şoreşê û zarokên xwe dan şoreşê. Ev hemû ji bo armancekê bûn. Ew jî jiyana azad li ser axa welatê xwe, ye."
Ebdullah ragihand, bi şoreşa Rojava re ew gelekî bi pêş ve çûne û got, "Weke jinan me pêşengî ji vê re kirin. Weke jinên ji gelên Sûriyeyê me bi hev re dest bi kar kir. Ciwanên me li dijî çeteyên DAIŞ'ê yên ji aliyê Tirkiyeyê ve hatin şandin, bi hev re li ber xwe dan û bi ser ketin. Lê belê dewleta Tirk bi israr vê vîna me nas nake û êrîşên xwe yên li dijî axa me didomîne. Cîhan li pêşberî vê bêdeng e, lê em vê yekê qebûl nakin. Kî bêdeng dibe bila bibe, jinên Kurd û jinên Bakurê Sûriyeyê wê ti carî gelên Efrînê û Şehbayê bi tenê nehêlin. Erdogan dijminê Kurdan û jinan e. Eger pêwîstî pê hebe em ê rahêjin çekê û şer bikin. Lê em ê daxwaza Erdogan di ber wî de bihêlin."
'DEWLETA TIRK WÊ TI CARÎ BI SER NEKEVE'
Hebûn Omer êrîşa dewleta Tirk a li Rojava û Bakurê Sûriyeyê şermezar kir û şoreşger û gelên berxwedêr jî silav kir. Omer got, "Ew ne bi tenê ne, em hemû yek in. Dewleta Tirk dijminê mirovahiyê ye. Dixwaze xeyalên Osmanî yên bi xwîn, nû bike. Piştî her gaveke serketî ya li Rojavayê Kurdistanê, dewleta Tirk êrîşî Rojava dike. Van êrîşan jî bi taybetî li dijî jinên Kurd û Sûriyeyî tên kirin. Ji ber ku ji vîna me ditirse. Her wiha dizane ku êşa me jinên Kurd û jinên Sûriyeyî tevî hêviya me yek e."
Omer destnîşan kir, ku ew pêşengiyê ji avabûna Federalîzma Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê re dikin got, "Dewleta Tirk wê ti carî bi ser nekeve û her tim me li hemberî xwe bibîne."