Erzîncan: Di sala 2020'î de derfetên me yên serketinê zêde ne

Endama Koordînasyona KJK'ê Besê Erzîncan diyar kir ku di sala 2019'an de jî hatiye dîtin ku destketî bi berxwedanê tên afirandin. Erzîncan got, "Em dest bi saleke welê dikin ku zor û zehmetiyên xwe hebin jî ji bo jinan saleke xwedî derfetên serketinê ye."

Endama Koordînasyona KJK'ê Besê Erzîncan sala 2019'an ji aliyê civakî ve û sala nû jî bi armancên xwe ji ANF'ê re nirxand.

Greva birçîbûnê ya ji bo azadî, ewlekarî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Ocalan li Bakurê Kurdistanê bi pêşengiya Leyla Guven dest pê kir û li girtîgehan, derveyî welat û Başûr belav bû mohra xwe li sala 2019'an xist. Hûn sala 2019'an ji bo Tirkiye û Bakurê Kurdistanê çawa dinirxînin?

Jinên Kurd li ser bingeha paradîgmaya 'Azadî ji Rêber Apo' re bi têkoşînê îsal weke saleke berxwedan û azadkirinê derbas kir. Çalakiyên ku bi pêşengiya Leyla Guven li dijî tecrîdkirina Rêberê me hatin kirin li parçeyên Kurdistanê hemûyan, li Ewropayê mohra xwe li salê xistin. Bi hezaran mirov ên li zindanan tevlî vê çalakiyê bûn. Dayikên me yên laçik spî nûnertiya çanda neolîtîk û çanda dayiktiyê ya Mezopotamyayê kirin. Pêşengî ji berxwedanê re kirin. Di serîde Leyla Guven hevalên tevlî van çalakiyan bûn hemûyan, dayikên bi laçik spî silav dikin. Hemû canên ku di çalakiyên greva birçîbûnê de şehîd bûn bi rêz û minet bi bîr tînin. Leyla Guven û hevrêyên tevlî vê  çalakiyê bûn hemûyan agirê şoreşê, agirê berxwedanê geş kirin. Kurdistan, Rojhilata Navîn û dinya germ kirin, ronî kirin.

Di sala 2019'an de di encama vî ruhê berxwedanê de hevdîtin bi Rêberê me re hate kirin. Danezana ji heft xalan a Rêberê me ku destpêka gavên demokratîkbûnê ye di asta dîrokî de girîng bû. Di vê danezanê de Rêberê me ji bo çareserkirina pirsgirêkan bi rêya lihevkirina demokratîk rêbaza çareseriya pirsgirêka Kurd a bi rêbazên çand, polîtîka û aqil destnîşan kir. Rêberê me careke din bi helwesteke dîrokî tevgeriya. Dewleta Tirk nekarî vê binirxîne. Hewl da ku hevdîtinên hatin kirin ji bo hilbijartinê bi kar bîne, weke taktîk, xapandin, hîle û teslîmwergirtinê bi kar bîne. Bêguman mîna di hilbijartinên Stenbolê de pêk hat ev lîstika wan jî têk çû. Di hilbijartinên 31'ê Adarê û 23'ê Hezîranê de jinan, Kurdan, hêzên azadî û demokrasiyê derseke xweş dan faşîzma Erdogan.

Polîtîkaya dagirkeriyê ya li dijî Kurdistanê hem li hundir hem jî li derve dewam kir. Li Bakurê Kurdistanê ne tenê şaredarî hatin desteserkirin û dagirkirin. Li dijî jinan, dîroka Kurd, çand, ziman û mirovên Kurd polîtîkaya herî dijminane ya dîroka Tirkiyeyê hate meşandin. Hewl didin ku destketiyên jinan û Kurdan yek bi yek ji destê wan werbigirin. Niha jî mafên jinan ên bi Peymana Stenbolê hatine bidestxistin di rojeva wan de ne. Eger firsen û îmkanê bibînin wê hewl bidin vê peymanê jî ji holê rakin.

Li welatekî ku dewlet ewqasî êrişî civakê, jinan û mirovan dike, rewabûna wê dewletê bi temamî ji holê rabûye. Dewleta Tirk bi polîs, MÎT, hêzên ewlekariyê û saziyên ku jê re çapemenî jî nikare bê gotin, bi tirsandinê heta deverekê dikare biçe. Biryardarî û israra di şer û komkujiyan de di heman demê de tinebûna wê dewletê ye. Ji ber ku li hemberî dewletê rastiya gelekî zane, rêxistinbûyî û xwedî gerîla heye, rastiyeke rêxistinbûyî û dostên wan hene. Li Tirkiyeyê jî hêzên demokrasî û azadiyê hene.

FAŞÎZMA HÎTLER JÎ NEKARÎ PÊK BÎNE, FAŞÎZMA ERDOGAN NIKARE PÊK BÎNE

Berjewendiyên dewletê, berjewendiyên milet ne xema Erdogane. Erdogan ji bo berjewendiyên şexsî yên aborî her tiştî dike. Her devera welêt par bi par difiroşe. Paşeroja Tirkiyeyê ne xema Erdogane. Erdogan piştî ku bû desthilatdar û pê ve hebûneya xwe bi 100 qatî -em nizanin dibe ku bi 1000 qatî- zêde kiriye. Polîtîkayek li ser bingeha xeta DAÎŞ'ê ya qirker a xwe dispêre senteza Tirk-Îslamê li siyaseta hundir û derve ya dewleta Tirk serdest bûye. DAÎŞ îro rêxistina qirker a dinyayê ye ku her kes jê aciz e, teşhîr bûye û hewl didin rêbazên hovane yên li dijî mirovahiyê asayî bike. Deqlet Tirk, dîktatoriya Erdogan bi hemû hêza xwe ev hêzên çete yên kujer û tecawizkar hembêz kiriye, wan bi kar tîne. Hêzeke ku bi rêxistineke hovane ya mîna DAÎŞ'ê re dixebite paşeroja xwe nîne, ji bo dema dirêj jî nikare bibe mûxatabê ti dewletê. Ev yek tê dîtin. Eger siyaseta Erdogan-Bahçelî bi vî rengî dewam bike Tirkiyeyê wê mîna Iraqê, mîna Lubnanê lê were. Stenbolê hewl didin bi projeyên qenalê têk bibin. Careke din eşkere bû ku AKP ji bo hîn bêhtir Stenbolê talan bike naxwaze dest ji Stenbolê berde. Li hundir û derve polîtîkayên talan, dagirkerî, dizîn, nelirêtî û dijminatiya li jinê dewam dike.

Êrişên li dijî Rojava jî dewama vê siyaseta talan û dagirkeriyê ye. Eşkere ye ku bi dijminatiya li Kurdan, li jinan, li Elewiyan, li azadî û xwezayê nikare encamê werbigire. Divê li dîroka Elmanyaya Nazî binere û dersê jê werbigire. Hîtler bi milyonan Yahûdî qetil kir. Jê hebû ku desthialtdariya xwe sedî sed pêk aniye û li ser vê bingehê wê li Ewropayê bibe serdest û bi vî rengî împaratoriyê ava bike. Encama wê berevajî bû. Ji Hîtler hebû ku ji bo demeke kurt hin serketin bi dest xist. Lê belê tifaqên exlaqî û wijdanî yên azadîparêziya civakê, têkoşîn û berxwedana wan kir ku ew di rûpelên tarî yên dîrokê de bifetise. Ji xwe Erdogan bi qasî nîvê Hîtler jî hêza xwe nîne. Dengên AKP'ê kêm dibin. AKP parçe dibe. Baweriya civakê ya bi AKP'ê kêm dibe.

Di sala 2019'an de li Bakurê Kurdistanê gelê Kurd, jin li dijî polîtîkayên AKP'ê yên nelirêtiyê, bêkarhiştinê, ajankirinê, fûhûş û narkotîê û girtinê jî helwesta xwe ya bi rûmet û berxwedêr neterikandin û helwest nîşan dan. Bi xwedîderketina li xwe, rêberê xwe û gerîla tevgeriyan. Jin bûn navenda vê berxwedanê û karê xwe li saziyan, mal, kolanan, li her qada jiyanê dewam kirin. Berxwedan mezin bû û dewam kir. Tê fêhmkirin ku çima ewqasî êriş li jinan tê kirin, êriş li sîstema hevserokatiyê tê kirin. Bi tepisandina jinên Kurd re hem dixwazin têkoşîna jinê hem jî têkoşîna gelê Kurd ji holê rakin. Lê belê gel û jinên Kurd hişyar bûn. Tevî zor û zehmetiyan jî têkoşîna xwe ya rêxistinbûyî û têgihiştî dewam dikin. Li ser vê bingehê hêzên azadiyê, demokrasiyê, jin û gelê Kurd bi berxwedana xwe ya mezin a li zindanan nîşan da ku xwedî sekneke bi rûmet in.

Bi tecrîdkirina Rêberê me re wê nikaribin encamê werbigirin. PKK ji damezrandinê û vir ve xwedî rastiyeke pêşengiyê ye. Rastiya Rêbertî li nava gelê Kurd, gelên Rojhilata Navîn û tevahiya mirovên dixwazin demokrasî û azadî li dinyayê pêk were belav bûye. Rêberê me bi têkoşîna di şexsê xwe de nîşanî tevahiya dinyayê da ku azadî bi çi rengî dibe. Tevî kêmasiyên me jî tevgera me mezin dibe. Têkoşîna jinan û Kurdan gerdûnî dibe. Li Rojava, li her devera dinyayê jin, gelê Kurd weke hêza pêşeng a azadî û demokrasiyê kar dikin. Polîtîkayên tecrîdkirinê yên li dijî Rêberê me, jinan, gelê me, tevgera me û gerîla berevajî bûn. Em bi rengekî mezin li dinyayê belav bûn. Li ser vê bingehê çalakî û karê me yên ji bo azadiya Rêberê me, Kurdistanê û jinan wê dewam bikin. Em ê hîn bêhtir Rêberê xwe fêhm bikin, pêk bînin û tola xwe ya azadiyê ya dîrokî hilînin.

Hûn êrişên dagirkeriyê yên desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê ya di 9'ê Cotmehê de li dijî Rojava dest pê kir çawa dinirxînin? Ji niha û pê ve wê rewşeke çawa rû bide?

DYE Û RÛSYA PLAN DIKIN KU DAÎŞ'Ê BI TEMAMÎ BIXE BIN FERMANA ERDOGAN Û BI VÎ RENGÎ LI ROJHILATA NAVÎN Û DINYAYÊ SERDEST BIN

Êrişa li dijî Rojava bi aqlê hevpar ê DYE û Rûsyayê pêk hat. Her kes vê dibîne û bi vî rengî dinirxîne. Nepêkane ku desthilatdariya Erdogan-Bahçelî ya faşîst a dewleta Tirk êrişeke bi vî rengî bi tena serê xwe bike. Ne ji aliyê siyasî ne jî ji aliyê aborî ve hêzeke bi vî rengî ya dewleta Tirk heye.

Di çapemeniya dewleta Tirk de di vê mijarê de nûçeyên berevajî û derewîn tên weşandin. Mîna ku dewleta Tirk bi tena serê xwe şer meşandiye, mîna ku DYE li dije nîşan didin. Medyaya herî derewîn û bêrûmet a dinyayê ev medya ye. Ew ne tenê nûçeyên derewîn amade dikin. Ev medya medyayeke sîxurê Erdogan û Bahçelî ye, medyayeke dijminê gelan, civakê û jinane. Dema ku serdema xwe hat wê civak, dîrok û jin vê medyayê ji hev bixînin. Wê hesab bipirsin.

Êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên di 9'ê Cotmehê de li dijî Rojava dest pê kirin bi destûra DYE û Rûsyayê, bi teşwîqa wan pêk hat. DYE û Rûsya berevajî îdîayên xwe naxwazin DAÎŞ'ê li herêmê têk bibin. Ji siyaset, dîplomasî û polîtîkaya wan tê fêhmkirin ku dixwazin van çeteyên dest bi xwîn li dijî gelên Rojhilata Navîn, li dijî gelên dinyayê bi kar bînin û bi vî rengî li herêmê serdest bin. Di serî de li Bakurê Kurdistanê û Rojava Kurd di bin zexta qirkirinê de ne. Dewleteke bi tenê ya Ewropayê jî helwestek rast nîşan nedane. Dewletên DYE û Rûsyayê di nava xapandineke mezin de ne. Li dijî vê yekê raya giştî ya azadîparêz û demokratîk a dinyayê dibe xwedî. Ji ber zexta gel hin dewlet û desthilatdar daxuyaniyên erênî parve dikin. Ti dewlet û desthilatdarî dema ku gelê Kurd, Şoreşa Rojava li dijî xwe nîşan da li welatê xwe piştgiriyê nabîne, helwesteke cidî li dijî siyaseteke bi vî rengî tê nîşandan.

DYE, Rûsya bi rêya dewleta Tirk û çeteyên DAÎŞ'ê hewl didin Kurdan terbiye bikin. Ev yek niha li dijî Kurdan tê kirin. Li dijî Ereb, Suryanî û Ermenên ku dixwazin bi rengekî azad bijîn. Ji xwe Iraq timî dibe hedefa destwerdanê. Sibe wê dor bê Îranê. Piştre jî Tirkiye. Ev baş hatiye fêhmkirin ku stratejiyeke Emerîka û Rûsya ya ji bo qedandina DAÎŞ'ê nîne. Li gorî stratejiya wan dixwazin DAÎŞ'ê bixin bin kontrola Tirkiyeyê. Ji bo van dewletan a girîn berjewendiyên aborî û siyasî ye. Ev polîtîkayên bê exlaq û bê wijdan qaşo weke pêngavên serketî yên dîplomatîk û siyasî yên DYE û Rûsyayê tên pênasekirin. Lê belê rastî berevajî ye. Yek ji rewşên herî qirêj ên dîroka mirovahiyê ye. Rûsyayê kêm jî be bi qîmetê şoreşgerên Rûs nizane. Pratîka xwe berevajî û li dijî bîranînên mirovên şoreşa Rûs pêk anîne û vê pratîka xwe dewam dike.

Di sala 2019'an de talan, revandina mirovan, destavêtina li jinan ku dewleta Tirk li Efrînê kir kete rojevê. Dema ku mirov ji Efrînê lê dinerin hingî polîtîkaya Erdogan a li dijî Kurdan û jinan baştir dibînin. Qadeke ku polîtîka û pêkanînên qirker, komkujiyê yên DAÎŞ û AKP'ê ye. Li Efrînê mîna Şengalê komkujiyek heye. Herî kêm 1000 jin hatin revandin.

Berxwedana gelê Şehbayê ya sala 2019'an ji bo tevahiya Kurdistanê mînake. Bi berxwedêrî û rêxistiniya xwe, bi dislzoiya xwe ya bi têkoşînê re ji tevahiya Kurdistanê re bûn mînak. Li ber xwe dan. Hêzên Efrînê çalakiyên xurt kirin. Efrîn wê di çarçoveya têkoşîn û rêxistinbûnê de teqez bê rizgarkirin.

BI MILYONAN JIN LI DORA ŞOREŞA JINÊ YA ROJAVA LI HEV KOM BÛN

Di 9'ê Cotmeha 2019'an de dewleta Tirk ji bo dagirkirinê dest bi êrişên li dijî Rojava kir. Bi zanebûn roja destpêkirina komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê me hilbijart û bi vî rengî peyamek dan hêzên azadîparêz. Bersiva vê yekê berxwedaneke mezin bû. Ti ji van peyaman nehatin qebûlkirin. Ya rast li Serêkaniyê bi berxwedana QSD, YPG û YPJ'ê re hesabên dewletên hegemonîk û dewleta Tirk a dagirker têk çûn. Li dora sekna lehengî û fedayî ya Xemrîn Helef, Agîde û şervanên YPJ'ê jinên Rojhilata Navîn û dinyayê li ber xwe dan. Bi dirûşma "Şoreşa Rojava şoreşa jinê ye" li şoreşa jinan bûn xwedî. Hêzên hegemonîk hesab nekirin ku wê jin û gel li dora Rojava bi vî rengî bicivin. Di rewşeke wiha de wijdanê mirovahiyê rabû ser piyan. Mirovahî bi xurtî li gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bû xwedî ku bi şerê idjî DAÎŞ'ê hewl dan mirovahiyê rizgar bikin. Di vê navberê de divê mirov kar û têkoşîna Kurdên li Ewropayê, jin û dostên gelê Kurd ên li Ewropayê binirxînin. Rêxisitnbûna Kurdên li Ewropayê, rêxistiniya jinan ne tenê di mijara êrişên dijî Rojava de di têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê û têkoşîna azadiya jinê de her tim bi sekn û tevlîbûna xwe bi roleke girîng a stratejîk rabûn. Divê mirov karê kedkarên çapemeniyê û dîplomasiyê ji bîr nekin. Bi fedakariyeke mezin, bi dîsîplîneke mezin karê xwe di nava sala 2019'an de bi samîmî kirin. Li dijî dewleta Tirk karekî stratejîk kirin. Bi vî rengî bandor li rêveçûna têkoşîna me kirin.

Divê mirov bandora berxwedana Rojava baş binirxînin. Bi vê berxwedanê re yekîtiya neteweyî ya Kurdan, ruhê piştevanî û yekîtiyê ya gelên Rojhilata Navîn gihîşt asta herî bilind. Jinên Ereb di têkoşîna azadiyê de nîşan dan ku li Sûriyeyê pêşketineke mezin kirine. Li Sûriyeyê yên herî zêde piştevaniya rêveberiya xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kirin jin bûn. Avabûna Meclîsa Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî yek ji gavên girîng ên sala 2019'an bû. Sîstema jinê ya Rojava di sala 2019'an de karên xwe yên avakirinê xurt kir. Di xweparastinê, aboriyê, siyasetê, çandê û dîplomasiyê pêşketin afirandin.

Dewleta Tirk ku tevî çeteyan êrişî Rojava kir di dîrokê de li qada navneteweyî veguherî welatekî ku nayê xwestin û tecrîd bû. Bi berxwedana gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re îradeya jiyana bi hev re û azad li vê xakê nîşan dan.

Kuştina Ebûbekir Bagdadî herî zêde ji bo hilanîna tola jinên Êzidî bersiv bû.

Di sala 2020'î de wê berxwedana gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewam bike. Kurd wê xwe bigihînin mafê xwe.

Jinên Kurd ji aliyê îdeolojîk, paradîgmayî, konfederalîzma jinan a demokratîk ve rêxistineke çawa kirin? Asta herêmî û navneteweyî ya vê modela rêxistinbûnê çi ye? Ji bo sîstema konfederalîzma demokratîk bi rêxistin û kesayetên jinan re we hevkariyek kiriye yan na? Hûn karên jinên Kurd ên ji bo yekîtiya neteweyî çawa dinirxînin?

Konfederalîzma jinê ya demokratîk têgîneke nû ye û em nîqaş dikin. Li dinyayê têkoşînên jinan hene ku bi pêş dikevin. Têkoşîna azadiya jinê wê di asta global de çawa bigihêjin hev? Wê çawa bi hev re têbikoşin? Em nîqaşê li ser van dikin. Di parêznameyên Rêberê me Ocalan de nirxandin li ser konfederalîzma demokratîk hene, daxuyanî û pêşniyar hene. Weke tevgera jinên Kurd ev yek ji aliyê jinê ve çawa dikare bê kirin? Ev di nava lêgerîna vê pirsê de ne. Bêguman salên dûr û dîrêje em li asta neteweyî, Rojhilata Navîn û dinyayê karên jinê dikin. Bi sebir, ked, nêrîn û bi berdêleke mezin danheviyeke xurt a bi milyonan jinan hene. Bi navê jinên Kurd me hewl dan nêrîn û keda jinên li dinyayê, Rojhilata Navîn û Kurdistanê di têkoşîna xwe de nîşan bidin. Têgihiştina femînîst ji bo jinan û mirovahiyê çavkaniya sûdwergirtinê ye. Dike ku di rêya azadiyê de gavên xurt bên avêtin. Ya rast em aliyên erênî yên reel sosyalîzm, tevgerên sosyal demokrat, femînîzm, anarşîzm û tevgerên hawirdorparêz ên sedsala 21'ê werdigirin. Em wan dipejirînin. Eger hîn jî mirovahî hinekî hilmê wedigire ev yek bi saya berxwedana çepgir, sosyalîst, demokrat û femînîstane.

Di nava rêxistinên çep, sosyalîst, femînîst û anarşîst de gelek jinên xwedî tecrûbe hene ku li ber xwe didin. Em qala bi milyonan jinên welatparêz dikin ku di nava partiyên Kurdan de pêşmerge ne, siyasetmedar in, akademîsyen in. Em gelek tiştan ji dîroka jinên dinyayê hîn bûn. Her wiha hîn dibin. Dîroka jinan a dinyayê bi detayên bêhempa tijî ye. Biçûkbûn an jî mezinbûna têkoşîna jinê nîne. Her tecrûbeyek gelekî girîng û hêja ye. Mirov jê hêzê werdigirin. Em ji milyonan mînakan zanin ku dema jin têdikoşe ne tenê li dijî dewlet û desthilatdariyê ne, di heman demê de li dijî kevneşopiyên zayendîperest ên civakî û serdestiya mêr têdikoşin. Em vê dibînin û dijîn. Bi dîtina min, hîn baş nehatibe fêhmkirin jî tecrûbeyên herî hêja yên azadbûnê bi jinan re ne. Sekna jinan a têkoşînê bi rastî jî cuda ye. Hestên xwe xurte, samîmî ye, aqlê xwe yê hestewar pêşketî ye, taybetmendiyên xwe yên dayiktiyê afirînere û berxwedêriyê xurt dikin.

KONFEDERALÎZMA JINÊ YA DEMOKRATÎK MODELA RÊXISTINBÛNÊ YA KU TÊKOŞÎNA JINÊ YA HEVPAR BIAFIRÎNE

Lewma konfederalîzma jinê ya demokratîk sîstema wê yekê ye ku jin îradeya xwe, hişmendiya xwe û kesayetiya xwe bi rengekî hevpar nîşan didin. Weke ku tê zanîn sedema bingehîn a windakirina jinê tevî nêrîna wê belavbûna sîstema wan bi xwe ye. Di nava sîstema bi serdestiya mêr ked, nêrîn û çavkaniyên hebûnê yên jinê hatin helandin. Lewma nêrîn û rêxistiniya wê girînge. Konfederalîzma jinê ya demokratîk modeleke ku dixwaze rêxistinî û sîstemeke jinê biafirîne. Jinên Kurd xwedî wê tecrûbeyê ne ku vê sîstemê pêk bînin. Me jî heta astekê karîbûn biafirînin. Lê belê me ji encamên erênî yên tecrûbeyên xwe fêhm kir ku konfederalîzma demokratîk modeleke jinê ye. Eger em karibin vê pêk bînin hingî dikarin azadiya jinê, jiyana azad bi vê modelê ava bikin.

Modela Konfederalîzma Jinê ya Demokratîk li her devera dinyayê ji aliyê jinan ve dikare bê pêkanîn. Em qala wê yekê dikin ku bi milyonan rêxistinên jinan, saziyên civakî yên sivîl, komunên jinan, tevgerên jinan û kesayetên serbixwe li gorî taybetmendiyên xwe yên xweser ji bo azadiyê û maf û armancên demokrasiyê bi hev re bixebitin, bi bandor bibin û bibin xwedî hêza guhertinê. Ya rast bi vî rengî bêyî hay ji hev hebe jin ji bo heman armancê dixebitin û di salên dawî de jî ev yek bi rê û rêbazekê ketiye pratîkê. Li deverên cuda yên dinyayê kampanya, platform, yekîtî û rêxistinên jinan hene. Em girîng dibînin ku li hev kom bibin û tecrûbeyên xwe parve bikin. Divê em karibin rêxistiniyeke bi vî rengî ji bo jinan biafirînin. Têkoşînên nerêxistinî û belavbûyî encama tê xwestin nikarin biafirînin, mayinde nabin. Mêrtiya serwer dewletê û amûrên desthilatdariyê baş bi kar tîne û di her kêliyên jiyanê de mêrtiya serwer bi rêbaza jiyanê birêxistin dike. Jin divê bi sed hezar qatî bêhtir xwe bi rêxistin bikin, lê belê vê yekê nikarin bikin. Dibe ku îdeolojiyên me ji hev cuda bin. Dibe ku em hin taybetmeniyên hev jî nepejirînin. Lê belê eger armanca me azadiya jinê be hingî gelek aliyên me yên hevpar hene. Ne cihêkarî. Divê em aliyên hevpar bidin pêş. Divê em bibin yek. Ji bo vê jî divê em modelên rêxistiniyê biafirînin. Tevgera jinên Kurd di salên dawî de karên di vê çarçoveyê de dikin. Kêmasiyên me, aliyên ku bên rexnekirin pir in. Lê belê rastiyeke ku em dikarin encaman werbigirin.

Bi taybetî sedemeke êrişên li dijî jinên Kurd jî potansiyela wane ku di nava siyasetê, jiyana civakî, aboriyê, xweparastinê û çandê de dikarin alternatîfê biafirînin. Dewleta Tirk, sîstema kapîtalîst bi êrişê dixwazin ku jinan bixin rewşa parastinê, bi vî rengî nehêlin ku jin sîstema alternatîf, jiyana alternatîf biafirînin. Yanî bi taktîka 'parastina herî baş êrişe' tevdigere. Mînak sîstema me ya temsiliyeta wekhev û hevserokatiyê sîstemeke ku li tevahiya dinyayê ji aliyê jinan ve tê pejirandin. Li Tirkiyeyê jî sedema zêdebûna dijminatiya li jinê, sedema parastina kujerên jinan ji aliyê dewletê ve pêşketina têkoşîna azadiya jinê ye. Ji mûxalefeta jinê ditirsin. Dema ku xweparastin û avakirina jiyanê bi hev re kirin hingî jin dikarin encamê werbigirin. Bêyî afirandina alternatîfan xweparastin nikare bê kirin. Êdî nepêkane ku yên bên kirin ji hev bên qutkirin, yan jî wan bixin rêzê û li hember hev nîşan bidin. Ev rast nîne. Divê bi dabeşkirina kar li her qadê bi hev re bixebitin. Ji ber vê yekê di asta jiyanî de girînge ku modela rêxistiniyê ya jinên li dinyayê, Rojhilata Navîn bi hev re têbikoşin bê peydakirin. Em vê yekê bi jinên li Rojhilata Navîn û dinyayê re nîqaş dikin. Em têkoşînên heyî yên jinan bikin yek, bi bandor bikin û bikin xwedî hêza guherînê. Pêşniyar û îdîayeke me ya bi vî rengî heye.

PÊKANÎNA YEKÎTIYA NETEWEYÎ YA JINÊN KURD WÊ PÊŞENGIYA AZADIYA JINÊ LI ROJHILATA NAVÎN Û TÊKOŞÎNA AZADIYÊ BI PÊŞ VE BIBE

Têkoşîna azadiyê ya jinên Kurd herî zêde bandorê li jinên ji gelên cuda yên Rojhilata Navîn dike. Mozaîka jinan a Rojhilata Navîn, dîroka herî mezin a dinyayê û mîrateya jinê ya çandî di nava xwe de dihewîne. Ji ber vê yekê gelekî girînge ku bê pêkanîn.

Hişmendî, lêgerîna azadiyê û têkoşîna jinên Kurd li Başûrê Kurdistanê, li Rojhilatê Kurdistanê   her tim bi pêş ve diçe. Di nava têkoşînên demokratîk û karên jinê de tevdigerin.

Şopên çanda xwedawendiyê hîn li Mezopotamyayê di kesayetiya jinên Kurd de di çanda wan de hene. Lewma mirov idkarin konfederalîzma jinê ya demokratîk destpêkê bi hevgirtina jinên Kurd û jinên Rojhilata Navîn pêk bînin. Divê jinên Kurd têkoşîna azadiyê hevpar bikin, hev xurt bikin. Divê em tecrûbeyên xwe bi hev re parve bikin. Eger em karibin di navbera xwe de yekîtiya xwe pêk bînin hingî em ê karibin pêşengiyê ji kongreya neteweyî ya Kurd re bikin. Di vê çarçoveyê de karê me yê ji bo pêkanîna konferansa jinên Kurd a 3'emîn dewam dikin. Eger jinên Kurd karibin vê bikin wê hem tevkariyeke mezin li têkoşîna azadiyê ya jinê hem jî li têkoşîna azadiya Kurdan bike. Di nava rastiya polîtîkayên dijminê jinê û dijminê Kurdan de, di nava krîza Rojhilata Navîn de konferansa jinên Kurd a 3'emîn wê di têkoşîna azadiya jinê de me derbasî qonaxeke dîrokî bike. Eger em konferansa jinên Kurd a 3'emîn ji du konferansên derbasbûyî cudatir bi hevpariya pîvanên azadiya jinê pêk bînin, vê yekê bixin meriyetê wê ev yek têrker be. Li ser bingeha yekbûn û hevpariya her parçeyî divê em yekîtiya jinê li Kurdistanê bi xurtî pêk bînin. Di nava vê yekîtiyê de eger jinên ji her baweriyan, ji Elewiyan, Kakaiyan, Yarsanan, Şîan, Êzidiyan, Yahûdiyan û Misilmanan jinên Kurd hebin wê ev yek bê wateya avakirina yekîtiya jinê bi rengekî serketî. Yekîtiyeke bi vî rengî ya jinê wê hêzeke xurt be.

Di sala 2019'an de li Şengalê meclîsa tevgera azadiyê ya jinan ava bû. Jinên Şengalî bi xurtkirina azadiyê û welatparêziyê, bi xwerêveberiya xwe roleke girîng dilîzin. Di parastin û pêşvebirina ol û çanda Êziditiyê de mîsyona bingehîn pêk tînin. Jinên Şengalî jî dema ku bi jinên Kurdistan û Rojhilata Navîn re bûn yek, meclîsên xwe bi bandor kir hingî dikarin bi pêş ve biçin.

Jin û gelê me yê Mexmûrê bi berxwedan û rêxistinbûneke bêhempa li kampa penaberan li azadî û rûmeta xwe bûn xwedî. Nİrxên neteweyî yên Kurdan, pîvanên azadiyê yên jinê parastin. Mirov û jinên ku sirgûnî Rûsya û Ermenistanê bûn timî berê xwe dan Kurdistanê.

Ji bo sala 2020'î armancên we çi ne?

Sala 2020'î wê bibe saleke girîng ji bo azadiya jinê. Hesasiyeta me ya ji bo azadiya Rêberê me ji aliyê her kesî ve tê zanîn. Em dibêjin, "Azadiya Rêberê me azadiya jinê ye". Bersiva vê tespîtê ji aliyê felsefîk, îdeolojîk û pratîkî heye. Di dîrokê de kêm mêran bi jinê re hevrêtiyeke rast kiriye. Em di beşeke kevneşopiya pêxemberî û fîlozofiyê de dibînin. Rêberê me li ser bingeha azadiya bi jinê re hevrêtî kir. Ji bo têkoşîna azadiya jinê tevkariyeke mezin kir. Pêşengî jê re kir. Rêberê me di azadiya jinê de azadiya xwe dît. Lewma em ê di sala 2020'î de hîn bêhtir giraniyê bidin ser fêhmkirin, pêkanîn û azadkirina Rêberê xwe.

Di sala 2020'î de êrişên dewleta Tirk ên li dijî Kurdan û jinan wê zêde bibin. Li dijî tifaqa Erdogan-Bahçelî ya faşîst li Kurdistanê, Rojhilata Navîn û dinyayê em ê bi jinan hemûyan re li ber xwe bidin. Em ê rê nedin faşîzmê. Bêyî xweparastinê azadî nabe. Em ê vê yekê bi têkoşîna gerîla, bi serhildanan jinan xurt bikin.

Em ê pêkanîna konfederalîzma jinê ya demokratîk ku me hewl da hinekî vebêjin bi xurtî bixin rojeva Kurdistanê, Rojhilata Navîn û dinyayê. Li ser vê bingehê em ê tevlî karên ji bo pêkanîna yekîtiya jinan ên li dinyayê, Rojhilata Navîn û Kurdistanê bibin. Em ê nêrîn û fikrên xwe bi jinan hemûyan re parve bikin.

BI AVAKIRINA JIYANA AZAD TUNDIYA LI DIJÎ JINÊ DIKARE JI HOLÊ BÊ RAKIRIN

Em ê karê xwe yê ji bo jiyana azad dewam bikin. Ji bo bidawîbûna neheqî, tundî, bêedaletî û newekheviya li dijî jinê em ê projeyên alternatîf pêşkêş bikin. Li qadên aborî, siyasî, civakî li her qadê wê ev yek pêk werin. Pirsgirêkên civakî yên jinan rojeva me ya sereke ye. Tundiya li dijî jinê, zewicandina di temenê biçûk de, destavêtina li jin û zarokan, kuştina namûrê, întixar, xizanî, koçberî ji bo çareserkirina pirsgirêkên jinan em ê bixebitin. Li ser vê bingehê karê me yê perwerde, rêxistinbûn û çalakiyan wê zêde bibin.

Hevjiyana azad, ji nû ve pêkanîna têkiliyên jin û mêr di rojeva me ya bingehîn de ne.

Li ser vê bingehê divê jin hemû tevkariyeke xurt li karên li nava gerîla, li karên nava civakê, akademîk bikin.

Di sala 2020'î de ku wê bibe sala azadiya jinê em ê têkoşîna xwe bi biryardarî û înat bimeşînin. Em ê sedsala 21'ê bikin sedsala azadiya jinê. Li ser vê bingehê em têkoşîna azadiya jinê li her qada jiyanê bi hêzên azadî û demokrasiyê xurt bikin. Bi ser bikevin.

Li ser vê bingehê em dest bi sala 2020'î dikin. Zor û zehmetiyên wê hebin jî bi biryardariya serketinê em dikevin saleke nû. Sala 2020'î li jinan hemûyan, li gelê me, Elewiyan, gelan hemûyan, baweriyan, hêzên demokrasî û azadiyê ji niha ve pîroz be.

Bi jin a azadbûyî re wê jiyan bedew bibe û jiyaneke bi rûmet wê hebe.