Endamên NY'yê li ser mijara mafê jinan soz dan
Ji 170'yî zêdetir welatên endamên NY'yê soz dan ku li ser mijara mafê jinan ew ê zêdetir hewl bidin.
Ji 170'yî zêdetir welatên endamên NY'yê soz dan ku li ser mijara mafê jinan ew ê zêdetir hewl bidin.
Li paytexta Çînê Pekînê bi wesîleya salvegera Deklarasyona Pekînê ya Neteweyên Yekbûyî ku 1995'an li konferansê hatibû qebûlkirin, civînek hate danîn. Ji ber hêla koronayê civîn bi rêya konfera dîtbar çêbû, nûnerên welatan ên ku tevlî konferansê bûn soz dan ku li ser mijara mafê jinan zêdetir hewl bidin.
Di civînê de Serokdewletê Komara Gel a Çînê Xî Jînpîng soz da ku welatê wî 10 milyon dolara alîkariya darayî bi Yekîneya Jinê ya NY'yê (UN Women) re bike, û ragihand 2025'an ew hazir in ku malxweyitiyê li civîna navnetewî ya li ser wekheviya zayendê û xweseririya jinan bikin.
Di civînê de Wezîrê Perwerdehiyê ya DYE'yê jî got Çîn, Wenezûela, Kuba û Îran hurmetê nadin mafê jinan. Wezîr got ji ber polîtîtîkaya yek zarokî ya Çînê bi milyonan bebik ji ber ku keçik bûne ji hêla malbatê ve hatine kuştin.
Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron jî got sala bê li Parîsê wê forûmeke jinan a navnetewî li dar bixin. Forûma ku bi Meksîkayê re bihata organîzekirin Tîrmehê bihûrî wê bihata lidarxistin lê ji ber hêla koronayê betal bûbû.