Endama Meclîsa Partiyê ya HDP’ê Arîfe Çinar hate girtin

Endama Meclîsa Partiyê ya HDP’ê Arîfe Çinar hate girtin a ku li Menemenê hatibû destgîrkirin.

Endama Meclîsa Partiyê ya HDP’ê Arîfe Çinar a ku duh li Menemena Îzmîrê dema xebatên hilbijartinê bi rê ve dibir, hatibû destgîrkirin,  îro sewqî dadgehê hate kirin. Çinar di çarçoveya lêpirsîneke di sala 2012’an de têkildarî wê hatiye vekirin, bi rêya SEGBÎS’ê îfadeya xwe da. Çinar bi îddîaya ku ‘endama rêxistinê ye’ û ‘propagandaya rêxistinê kiriye’ hate girtin.

Çinar şandin Girtîgeha Jinan a Şakranê ya Îzmîrê.