Endama KJK’ê Ayten Amed: Bi berxwedana Leyla Guven dakevin qadan

Endama Rêveberiya KJK’ê Ayten Amed têkildarî 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê diyar kir ku divê hemû jin bi berxwedana Leyla Guven û giyanê Şêladizê dakevin qadan.

Endama Rêveberiya KJK’ê Ayten Amed têkildarî 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê got ku “Ez roja 8’ ê Adarê di serî de li hemû afirînerên jiyana azad, li jinên berxwedêr û li Rêberê mirovatiyê pîroz dikim. Bi taybet ez li wan berxwedêrên pîroz dikim ên ku ji bo hilweşandina tecrîda li ser Rêber Apo di nav berxwedanê de ne. Di çalakî û têkoşîna wan de, ji hemûyan re serkeftinê dixwazim.”

Endama KJK’ ê Ayten Amed axaftina xwe wisa domand “Roja 8’ ê Adarê di encama têkoşîneke bêhempa ya bi pêşengiya Roza Luksembûrg pêk hatiye. Ji wê rojê, heta îro ev roj weke Roja Jinan Cîhanê tê qebûlkirin. Di encama berdêlên giran de ev roj pêk hatiye. 1020 jinên têkoşer ên karker ji bo mafê xwe yê wekhevî û azadiyê bi dest bixin, çalakî dabûn destpêkirin. Hişmendiya zilamên serdest û sermiyanparêz ji bo vî mafî nedin wan û têkoşîna jinan negihêje encamê, 1020 jinên karker ên di karxaneyê de şewitandin. Hişmendiya ku 1020 jin şewitandin, îro li ser hemû jinan tê meşandin. Ev êrîş wekî qirkirin, destdirêjî, nedana maf û nenaskirinê îro jî didome. Bi ser de kesekî bi navê Suleyman Soylu radibe henekê xwe bi jinan dike, ev hemû tişt heman hişmendî ye. Di navbera hişmendiya sed û pêncî sal berê û ya îro ya dewletên faşîst û mêtinger tu ferq tune. Navê wê hatibe guhertin jî feraset yek e.”

BERXWEDANA JINAN DESTHILATDARIYÊ TÊK DIBE

Amed gotinên xwe wiha domand “Di van rojên dawîn de çapemeniya Tirkiyeyê gotinên dijwar li hemberî jinan dike. Mirov dikare bibêje ku ev dişibe hişmendiya ku sed û pêncî sal berê jin şewitandibûn. Ji aliyê dewleta Tirk, DAÎŞ û netewe-dewletan ve heman feraset îro jî didome. Êrîşên li hemberî jinê di çarçoveya bîrdoziya zilam-serweriyê teşe girtiye û bi wî rengî jî didome. Em jin aîdî kîjan netewe, sînor, welat, ax û baweriyê bin, divê em xwedî li maf, azadî û wekheviya jinan derkevin.”

‘ZÎLAN Û SEMA BERSIVEKE XURT DAN FAŞÎZMÊ’

Amed got: “Şoreşgerên mîna Zîlan û Semayan li hemberî hişmendiya zilamê serdest serî rakirin û bi çalakiyên xwe bersivek pir mezin dan hêzên dagirkeriyê û yên faşîzmê. Divê em hemû jin dest bidin hev û li hemberî dagirkeriyê hêza xwe ya têkoşînê bilind bikin da ku em roja 8’ ê Adarê bigihînin wateya wê ya rasteqîn. Ji bo me xwegihandina lûtkeyên azadiyê pêwîst e.”

Amed di dawiya gotinên xwe de got; “Bangewaziya min ji bo hemû jinê cîhanê û bi taybetî jî ji bo jinên Kurd in, ên ku divê van rojan bikin rojên berxwedanê, divê jin bi berxwedana Leyla Guven û giyanê Şêladizê di 8’ ê Adarê de li hemberê mêtingeriyê dakevin qadan.”