Encamnaneya Konferansa Jinan a HDK’ê

HDK’ê encamnameya Konferansa Jinan a HDK’ê weşand. Di encamnameyê de hate diyarkirin ku wê di sala 2020’an de grevên jinan birêxistin bikin.

10'emîn Lijneya Giştî ya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) a bi şiara “Kapitalîzm, baviksalarî, faşîzm dikuje; Ji bo jiyanê li ber xwe bide, bi rêxistin bike û ava bike" li Otela Akarê didome. Jinan jî duh 10'enmîn Konferansa Jinan a HDK’ê pêk anîn û îro encamnameya wê bi raya giştî re parve kirin. Jinan di encamnameya konferansê de diyar kir ku rejîm li hemû cîhanê bûye xwedî karaktera serdest û wiha gotin: "Her ku diçe aliyê faşîzmê xurt dibe. Li dijî kedkaran û welatên derdorê êrîşên neo-lîberal zêde dibin û ev êrîş talan û wêran dikin. Li aliyê din jin bi awayekî çawanî û razberiyê li dijî xizanî, betalî, nelirêtî, talankirin û wêrankirina xwezayê, xespa maf û azadiyan, mohra xwe li têkoşînê daye. Li dijî hişmendiya baviksalarî li ber xwe dide. Qadan tijî dikin. Li tenişta me jî jinên Rojavayî bi têkoşîna xwe destkeftiyên nû bi dest dixin. Girîng e ku jin di navbera xwe de tora piştevaniyê xurt bikin.”

Jinan di danezanê de bal kişandin ser destkeftiyên jinan ên HDP’ê û tayînkirina qeyûman a şaredariyan û wiha gotin. "Di tayînkirina qeyûman de hedef ewil destkeftiyên jinan bû. Ewil dest avêtin navendên jinan ên şaredariyan. Dest avêtin pergala Hevserokatiyê. Ev nîşan dide ku bloka îqtîdarê ji destkeftiyên jinan, rêxistinbûna jinan û xebatên jinan û nûnertiya wan a siyasî ditirse. Bêzar e. Konferansê biryar girt ku destkeftiya Hevserokatiyê û nûnertiya wekhev ku di encama têkoşîna dûr û dirêj de bi dest xistiye dêheta dawî biparêze. Biryara parastinê carak din nîşan dan.

BIRYARÊN ENCAMNAMEYA KONFERANSÊ

“* Meclîsên Jinan ên HDK'ê dê di sala 2020'an de li dijî kuştina jinan û cînayetên nifrînê yên li welat zêde dibin, li dijî tacîz û tecawizê, sûcên nefretê, li dijî xezpkirina destkeftiyên jinan a bi destê mêr, li dijî hişmendiya dewleta mêrê serdest, ji bo parastina xala 6284'an, Peymana Stenbolê, parastina nafaka û hemû destkeftiyên din û têkoşîna rêxistinên LGBT+ têdikoşin. Li cihê zagon û peymanan çalakiyan plan dikin û Ji bo peyman û zagon bigêje her kesî bi rêya broşur û belavokan pêk tînin.

* Meclîsa Jinan a HDK'ê, ji bo astengiyên li pêş debara jinê bên rakirin, ji bo heqê wekhev û karê wekhev, bê qebûlkirin, ji bo mafê rêxistina xebatê bê parastin û ewlehiya wê bê kirin, ji bo kreş û malên nerînê bibin xizmeta civakî, ji bo keda malê bê dîtin, xebatên çalakî û şahiyan bi rêxistin dike.

* Meclîsa Jinê ya HDK'ê, li dijî şerê emperyalîst ê ku li Rojhilata Navîn belav dike a bloka îqtîdara AKP û MHP'ê têdikoşe. Dîsa ji bo mafê statu û penaberiya zagonî ya hemû jin, zarok û LGBT+ yên ji ber şer neçarî koçberiyê bûne û hatine axa me bê parastin û mafê wan ê civakî bê dayîn, tevî hemû saziyan xebatê dimeşîne.

* Meclîsa Jinan a HDK'ê, di sala 2020'an de li welatê me û hemû cîhanê ji bo hemû tevgerên berxwedanê yên di pêşengiya jinan de pêş dikeve, têkoşînê wan bibin yek û xurt bibin, armanc dike ku bên cem hev û tora piştevaniya enternasyonal a hevpariya hemû jinan pêş bixin. Jibo vê yekê xebatan dimeşînin.

* Meclîsa Jinan a HDK'ê, di sala 2020'an de di 8'ê Adarê ku di rojeva hemû jinên cîhanê de ye ku li Tirkiyeyê bi bi şîara ‘Jin rawestin jiyan radiweste" dest bi xebata amadekariya greva jinan kirine, dê wê bi rêxistin bikin û tevlê bibin. Dê ji xeynî faabrika û kargeriyan li hemû qadên jiyanê hilberînê rawestînin. li kolan û qadan wê li her derê vê têkoşînê bi rêxistin bikin.

* Meclîsa Jinan a HDK'ê dê di sala 2020'an de ji bo LGBT+ bêtir bi hêz xwe bi rêxistin bikin, ji bo meclîsên xwe ava bikin, di ronahiya têkoşîna jinan a dîrokî de komxebata ‘Divê çi bê kirin û çawa bê kirin" bi rêxistin bikin.

* Konferansa me, li aliyekî polîtîka û xebatên dema pêş diyar dike û bi rêxistin dike, li aliyê din jî kêmasî û nebesiyên dema borî bi bîr dixe û ji bo dubare nebe xwe li gorî wê ji bo pêşerojê amade dike. Rêxnedayîna wê dide û gavên nû davêje.

* Herî dawî Konferansa me, bi şîara ji Şilîyê heta Îranê, ji Sûdanê heta Rojava hemû jinên ku têkoşîna jiyan, hebûn, wekhevî û azadiyê dide silav dike û sozê dide hemû jinên di Zindanên li Tirkiye û Kurdistanê ku wê carek din kêm nebin. "