Encamnameya Konferansa 'Jin, Jiyan, Azadî' hate eşkerekirin

Desteya Amadekar a Konferansa 'Jin, Jiyan, Azadî' bi daxuyaniyekê encamnameya konferansê eşkere kir.

Konferansa Navneteweyî ya “Jin, Jiyan, Azadî”yê di navbera 20-21’ê Çile de li bajarê Stockholmê yê Swêdê ji aliyê Komelgeha Jinên Azad ên Rojhilatê Kurdistanê (KEJAR) û Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê ve hate lidarxistin.

Encamnameya konferansê bi daxuyaniyekê hate eşkerekirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Di konferansê de bi beşdariya jinên çalak ên di qadên civakî, çandî û siyasî de hewl hat dayîn ku kok û sedemên şoreşa heyî, kêmasiyên wê û hêviyên wê yên ji bo siberojê bên nirxandin. Di vê çarçoveyê de dîroka têkoşîna jinan, aliyên sosyolojîk ên şoreşê, bandorên herêmî û cîhanî yên li ser şoreşê û rêyên parastin û pêşkêşkirina alternatîfan di panelên cuda de bi awayekî berfireh hatin nîqaşkirin.

Konferansê bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên rêya azadiyê dest pê kir û peyama vekirinê ya konferansê hate xwendin û piştre jî peyama Hevseroka Komelgeha Azad û Demokratîk a Rojhilatê Kurdistanê (KODAR) Gulan Fehîmê hate xwendin ku bi vîdyo hatibû şandin.

Di panela yekem de du nifşan behsa ezmûnên xwe kirin. Di panelê de behsa misogerkirina şoreşa gelan li Îranê hate kirin. Her wiha behsa wan zextên ku li ser neteweyên li Îranê û li ser jinên Belûç hene, hate kirin. Piştre di panelê de belgefîlmek li ser jiyan û têkoşîna jinên gerîla ên li rojhilatê Kurdistanê hate nîşandan.

Di panela duyem de şîrovekirineke berfireh li ser şoreşa “Jin, Jiyan, Azadî”yê hate pêşkêşkirin. Di vê beşê de behsa cudahiya şêwaz û çewisandina jinan hate kirin. Di panelê de amaje bi desttêwerdana desthilatdariya baviksalar, netewedewlet û sermayedariyê hate kirin. Ji hêleke din ve nîqaş li ser rêxistinbûna jinan hate kirin û hate gotin ku rêxistinbûna jinan ji ber asta hişyarbûnê ber bi bilindbûnê diçe. Her wiha gotûbêj li ser xebata hevbeş hatin kirin û axaftvanan got ku siyaseta femînîst a rizgarîxwaz siyasetek e ku li ser bingeha nenavendîbûn û nemana dagirkeriyê ye.

Di panela sêyem de wêranbûna siruştê ji ber bikaranîna sermayedariyê û qeyrana jîngehî û bandorên wê yên li ser jiyana jinan û bi taybetî li ser jinên cotkar û marjînalîzekirî beşek bû ji gotûbêjên vê panelê. Her wiha hate ragihandin ku kesên ku herî zêde ji van qeyranan zererê dibînin, pêwîst e di pêşiya şoreşê de bin. Tevî vê yekê jî, behsa dîroka serkutkirin û çewisandina jinan di bin navê dîn yan komînîzmê de li Efxanistanê û tevgerên zayendperest ên li dijî penaber û koçberên Efxanî li Îranê hate kirin. Her wiha wêneyên hejarî, nexweşî û bêparhiştina jin û zarokan ji xwendin û nivîsînê hatin nîşandin.

Di panela çarem de ku ji bo rêyên alternatîv ên parastina armancên şoreşê hatibû terxankirin, peyama Hêzên Parastina Jinan (HPJ) hate xwendin. Di vê beşa konferansê de axaftvanan li ser aliyên veşartî yên faşîzm û nijadperestiyê li Îranê û têkiliyên navbera gelên bindest û bikaranîna pratîkên dagirkeriyê şîrove kirin. Her wiha  hate diyarkirin ku sîstema netewedewletê nikare daxwazên wan bi cih bîne û behsa girîngiya sîstema rêveberiya nenavendî û behsa pluralîzm û rêzgirtina li mafê diyarkirina çarenûsa xwe hate kirin. Tevî vê yekê di panelê de hate eşkerekirin ku wek projeyeke alternatîv li hember sîstema netewedewletê divê bi awayekî lezgîn rêveberiya demokratîk li ser bingeha azadiya jinan, parastina jîngehê, parastina rewa û avakirina saziyên sivîl ên serbixwe bê avakirin.

Her wiha hin xalên din ku di konferansê de û piştî konferansê bi berdewamî behsa girîngiya wan hate kirin, em ê bi kurtî behsa wan bikin:

1. Yekîtiya jinên azadîxwaz û şoreşger pêwîstiyeke lezgîn û bingehîn e. Em ê hewl bidin ku wan hemû sînoran rakin ku ji hêla sîstema baviksalar a kapîtalîst ve di navbera jinan de hatine avakirin û em ê tev bi hev re bi awayekî yekgirtî ji bo azadî û bingeha jiyaneke azad têbikoşin. 

2. Rêxistina jinan a serbixwe misogerkirina destketiyên madî û manewî yên hemû beşên civak û şoreşê ye. Ji bo vê mebestê xwerêxistinkirin, avakirina torên têkiliyê û lidarxistina kampanyayan di navbera rêxistinên serbixwe yên jinan û çalakvanan de, divê rojeva sereke ya jinan û têkoşînê be

3. Bi dehan salan e jinên ku hatine zindanîkirin, bûne stûna berxwedanê di nav odeyên êşkenceyên rejîma Îranê de. Em parastina keda van jinên pêşeng û alahilgirên şoreşa “Jin, Jiyan, Azadî”yê û xwedîderketina li îradeya wan a siyasî wek erka xwe dibînin. Em ê ji bo azadiya Zeyneb Celaliyan ku cezaya hetahetayî bi ser de hatiye sepandin û 16 sal e li hember Komara Îslamî li ber xwe dide û ji bo azadiya hemû zindaniyên siyasî yên jin hemû hewla xwe bidin.

4. Bi têgihîştineke pêwîst ji qeyrana jîngehî û dubarepênasekirina têkiliya navbera mirov û siruştê, pêwîst e em li dijî siyaseta dijejîngehî û wêrankeriya rejîma dîktatorî ya Îranê û sîstema kapîtalîst rawestin. Bi riwangeheke jîngehî têkoşîna ji bo parastina jîngehê divê armanceke sereke ya çalakiyên me be.

5. Em li dijî dagirkirin, radîkalîzm, newekhevî, parçebûna çînî, faşîzm û nijadperestiyê ne û em ê li dijî wan rawestin. Her wiha em ê hewl bidin dûr ji nêrîneke dînî, neteweyî û nijadperestî pêkvejiyaneke aştiyane di nav civaka Îranê de biafirînin.

6. Em ê bi rêya xwerêxistinkirin, plansazî û çalakiyên berdewam li ser bingeha felsefeya parastina cewherî nirxên xwe, nasname û hebûn û destketiyên xwe biparêzin.

7. Ji bo pêşîgirtina berevajîkirina şoreşê û parastina destkeftên jinan û civakê bi giştî, pêwîst e em li gel tevgerên azadîxwaz û dijebaviksalar wekî tevgerên femînîst, anarşîst hevpeymaniyeke stratejîk a demdirêj xebatê bikin û dîplomasiya gel bikin çavkanî û bingeha vê xebatê.

8. Wek koma amadekar a konferansê me li gel gelek axaftvanên konferansê li ser beşdarbûn û taybetmendiyên konferansê û xalên wê yên bihêz û xalên wê yên lawaz civîn çêkirin û me pêşniyar û rexne komkirin û me bi hev re biryar da ku em toreke hevkariyê ava bikin. Di van nêzîkan de dê ji hêla axaftvanan ve bê pêşkêşkirin û broşura wê bê amadekirin."