Encamnameya 2'mîn Konferansa Dayîkên Aştiyê diyar bû

Encamnameya 2'mîn Konferansa Dayîkên Aştiyê diyar bû

2'emîn Konferansa Înîsiyatîfa Dayîkên Aştiyê ya du rojin li Navenda Çanda Ciwanên Cegerxwîn didome, encamnameya xwe aşkera kir.

2'emîn Konferansa Înîsiyatîfa Dayîkên Aştiyê ku du rojin li Navenda Çanda Ciwanên Cegerxwîn didom e, bi gelek nîqaş û biryarên girîng bi dawî bû. Konferansa ku di navbera 5-6'ê Cotmeha 2013'an de li Amedê bi tevlîbûna 300 delegeyên ji bajarên çar aliyan hatin bi encamnameyê bi dawî bû. Di civînê de li ser pankarta ku wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û qadroyê pêşeng û ji endamên sazûmankarên PKK'ê ku li paytexta Fransayê Parîsê hate qetilkirin Sakîne Cansiz heyî "Bi rihê serhildana dayîkan em dê têkoşîna rizgariya demokratîk bilind bikin", "Şoreşa Rojava şoreşa jinê ye", wêneyên Bêrîtan, Zîlan, Leyla Şaylemez, Fîdan Dogan, dayîka Ocalan Uveyş Ocalan, Dayîka Berfo li salonê hat daliqandin.

Cigira Koma BDP'ê Pervîn Bûldan, Parlementera BDP'ê ya Qersê Mulkiye Bîrtane, Malbatên Sema Yuce, M. Xeyrî Dûrmûş, Medenî Yildirim, Aydin Erdem, Evrîm Demîr, Şahîn Onen, Mehmet Karasûngûr, Ertem Karabûlût (Nûman Amed), 53 dayîkên Roboskî, dayîkên 15 jinên gerîlayên HPG’ê yên li bejahiya Bedlîsê de jiyana xwe ji dest dan, ji Rojava, endamên Înîsiyatîfa Dayîkên Aştiyê yên hemû herêman amade bûn.

Di encamnameyê de wiha hat gotin: "Em wek Dayîkên Aştiyê Konferansa xwe ya duyemîn di serî de diyariyê Rêberê Gelê Kurd Birêz Ocalan, hersê jinên azad Sara, Ronahî û Rojbînê, Dayikên Roboskiyê yên ku li kujerên zarokên xwe digerin, gelê xwe yê li Rojava, kesên ku di serhildana Geziyê de zarokên xwe winda kirine, girtiyên li zindanan û li Şervanên Azadiyê dikin.

Pêvajoya ku em di Rojhilata Navîn de dijîn, dide der ku zalim hêjî ji xwîn rijandin a mirovan, ji rondikên çavên dayîkan têr nebûne. Em dibêjin ku Şer zivistan e, Aştî bihar e, werin em bi hev re biharê bijîn.

Wek Dayîkên Aştiyê em di Rojhilata Navîn de, şer, xizanî û kuştina jinan naxwazin û vê yeke bi tundî şermezar dikîn.

Ji bo aştiya navxweyî em hemû kes û der dorên ku ji doza azadiya gelê Kurd dûr in û kuştinên nav civaka xwe pêk tînin, bangawaziya wan dikin ku werin nava kar û xebatên gelê xwe.

‘PÊWÎSTE ŞERT ÛMERCÊN JIYANA OCALAN BÊNE SERERASET KIRIN’

Em dijberiya Dewletên Yekbûyî yên Emerîka û Ewropayê ya ku li hember xebatên me yên maf û azadiyê ne, qebûl nakin. Ku her kes bipirsgirêkên welatên xwe, bi demokrasiyê re mijol bibe, li cîhanê şer û pevçûn dê pêk neyên. Rêberê Gelê Kurd, Rêberiya me, Birêz Ocalan beriya salan, li Rojhilata Navîn nêrînên xwe yên derbarê şer de diyar kiribû. Di heman deme de gotibû ku, pirsgirêka Kurd, pirsgirêka Rojhilata Navîn e û pirsgirêka demokrasiyê ya li Tirkiyeyê ye. Îro em hemû jî dizanîn ku pirsgirêka Kurd li hemû cîhanê pirsgirêka diyarde ye. Di vê rastiya Rêberiya me baş bêfêmkirin û bikaribe zêdetir piştgiriya aştiyê bike, şert û mercên wî yên jiyanê demildest werin başkirin.

‘ŞOREŞA ROJAVA ŞOREŞA JINÊ YE’

TevlÎbûna Dayîkên me yên Rojava ya li Konferansa me, em kêfxweş kirine û parvekirina nêrînên wan ên giranbuha hêzeke xurt daye me. Careke din aşkerebû ku "Şoreşa li Rojava Şoreşa Jinê ye!" Şoreşa li Rojava û berxwedana dayîkan a di şoreşê de nîşanî hemû cîhanê daye ku Kurd êdî dest ji maf û azadiya xwe bernadin. Dayîkên ku heta roja îro ziman û çanda Kurdan parastine ji vê şûndetir jî dê biparêzin û daxwaziyê ji hemû sazî û dezgehên kurdan dikîn ku, bikaranîna ziman derxin pêş û em dibêjin "her malek dibistanek, her dayîkek jî mamosteyek e."

‘PÊWÎSTE KONGREYA NETEWÎ DI ROJA HATÎ DIYARKIRIN DE PÊKBÊ’

Hate diyarkirin ku, “Li her qada jiyanê zimanê Kurdî bibe zimanê jiyanê. Di Konferansa me de tevî şoreşa li Rojava girîngiya Yekitiya Neteweyî ya Kurdan jî bigiranî tê ziman. Divê Kongreya Neteweyî ya Kurd di dema ku hatiye diyarkirin de bê li darxistin. Di Konferansa me de ji bo ku kar û xebatên heta niha hatine kirin bi awayeke rêk û pêk bi gihên encamên mayînde, biryara Meclisa Dayîkên Aştiyê hate girtin.”

Dayîkan di encamnameyê de wiha got: “Em wek Dayîkên her çar parçeyên Kurdistanê ji hemû cîhanê re radigihînin ku, em dê girêdayê doza zarokên xwe yên şehîd û Serokatiya xwe bin û ji bo azadiya xwe têbikoşin.”

Pêşniyar:

Di vê konferansê de; di vê meclisa dayîkan were sazkirin. Ku bibe meclis, wê tevlî bûna dayîkên aştiyê, dayîkên leşker û polîsan jî bibe. Ji ber ku bi sazbûna meclisê wê komisyon çêbibin û tevlîbûna xebatan wê hîn xurtir bibe.

Ji bo encamnameyê

* Di vê dayîkên aştiyê li ser riza di nava civaka Kurd jî bisekinin. Wek tiryakê, fihûşê û Cemeata Fethûlah Gulen dixwazin bi hin lîstik, siyaset û plansaziyên xwe yên kirêt nakokiyan têxin nava civaka Kurd, hay ji wan lîstikan hebin û li gor van lîstikan têbikoşin û deşifre bikin.

* Dayîkên aştiyê yên hin cihan tevlî xebatan nabin an jî têkilî pê re nehatine dayîn. Divê bi hemû dayîkên aştiyêre têkilî were dayîn. Yek girtiyek xurt çêbibe. Bi dayîkên leşker û polîsan re jî ji bo aştî pêk were divê têkilî were dayîn.

* Şer bi her kesî dide wendakirin. Lê belê bi aştiyeke bi rûmet her kes qezenç dike.