'Em hatin mafê xwe werbigirin, peymanê bidin pêkanîn'

Dewleta Tirk ku dixwaze xwe ji Peymana Stenbolê ya ji bo parastina jinan a ji tundiyê vekişîne, ji aliyê jinan ve tê şermezarkirin. Jinên ku dadikevin qadan dibêjin, "em ê dest jê bernedin."

Tirkiye yek ji welatên destpêkê ye ku mohra xwe daniye binê Peymana Stenbolê ya ku li dijî tundiya li jinê radibe. Lê belê desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê dixwaze Tirkiyeyê ji nava vê peymanê vekişîne. Desteya Rêveberiya Navendî ya AKP'ê civîna xwe ya ku wê mijara vekişînê lê binirxîne ji bo 13'ê Tebaxê taloq kir. Pêr li gelek deverên Tirkiyeyê jin daketin qadan û daxwaza AKP'ê ya vekişandina Tirkiyeyê ji peymanê şermezar kirin.

Jinan bi pankartên xwe nerazîbûna xwe nîşan dan: "Kuştina jinan polîtîk e", "Xweparastin jiyanê diparêze", "Em hatine mafên xwe werbigirin, peymanê bi cih bidin anîn", "Jin dixwazin bijîn"...

Hikumeta AKP'ê li şûna ku li dijî kuştina jinan tedbîran werbigire, bi mafdarnîşandana kujeran hîn bêhtir teşwîq kir, di ser pênaseya malbatê de kuştina jinan rewa kir û bi van daxuyanî û polîtîkayên xwe peyman kir hedef. Li Tirkiyeyê kuştina jinan bi rêbazên DAÎŞ'ê dewam dikin, zêde dibin. Rêxistinên jinan balê dikişînin ser girîngiya Peymana Stenbolê û bang li hikumetê dikin ku paşve gavê biavêjin.

'EM Ê BIKIN KU HIKUMET PAŞVE GAVÊ BIAVÊJE'

Bi hezaran jin ên li Kadikoy a Stenbolê li hev kom bûn bi pankartên xwe yên bi Kurdî û Tirkî nîşan dan ku ew bi biryar in çalakiyên xwe bidomînin. Jinan nerazîbûna xwe wiha anîn ziman:

"Zimanê şer zimanê desthilatdariyê ye. Ev şereke. Dawiya wê ber bi ku ve diçe bila biçe em ê têkoşîna xwe bidomînin."

"Li dijî tundiya li jinê, li dijî komkujiya jinan û destavêtina li zarokan em li hev kom bûn. Ji bo em dengê xwe hîn bêhtir bilind bikin û li dijî kuştina jinan û tundiyê têkoşîna hevpar bikin, ji bo gavê bi hikumetê bi paş ve bidin avêtin em li vir in."

'TUNDIYÊ, ŞER, SERWERIYA MÊR DIXWAZIN'

"Hêza jiyanê ya jinan gelekî zêde ye. Her wiha hêza herî dîmanîk her tim jin in. Hêza wan a guhertin û veguhertina jiyanê heye. AKP bi dîtina min ji vê yekê ditirse. Ji bo tundiyê, şer, serweriya mêr bide qebûlkirin çavên xwe li kuştina jinan digire, hîn bêhtir teşwîq dike. Ji ber vê yekê dixwazin Peymana Stenbolê betal bikin."