Navenda Çapemeniyê ya YJA Starê ji malbata gerîlaya YJA Starê Tûgba Taylan, gelê Kurd û rêhevalên wê re sersaxî xwest û got, "Weke hevalên rêhevala Arjîn Amed em dibêjin ku em ê bibin şopdarên rêya xwedîderketina li daxwaz û xeyalên wê yên azadiyê. Li pêşberî bîranîna wê em bejna xwe bi rêzdarî ditewînin."
Navenda Çapemeniyê ya YJA Starê, der barê gerîlaya YJA Starê Tûgba Taylan bi nasnav Arjîn Amed a di 8'ê Nîsanê de jiyana xwe ji dest da daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Têkoşîna me ya azadiyê bi keda bi hezaran şehîdên me yên leheng xwe gihandiye roja îro. Rastiya şehadetên mezin bûye nav û çalakiya israra di jiyana azad de. Rêber Apo bi mezinkirina têkoşînê û avêtina pêngavan re her tim bersiv daye şehîdên me yên mezin. Ji ber vê yekê, bicihanîna xeyalên mezin ên şehîdên me, bûye pîvan bingehîn a tevgera me ya azadiyê."
'JI BO TÊKOŞÎNA GERÎLA NÎŞAN BIDE KET NAVA HEWLDANÊN MEZIN'
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Hevala Arjîn Amed li nava refên gerîla, li qada çapemenî-weşanê hevaleke xwedî ked û hewldaneke mezin bû" û ev yek hat destnîşankirin:
"Hevala Arjîn di nava têkoşîna azadiyê de tevî gerîlatiyê, salên dûr û dirêj di nava xebatên ajîtasyon-propagandayê de jî cih girt û têkoşiya. Li hin cihan bi çeka xwe, li hin cihan jî bi kamera xwe li eniyên herî pêş ên şer cih girt û ji bo têkoşîna gerîla nîşan bike, ket nava hewldanên mezin.
'JI HALÎL DAG HÎNÎ BIKARANÎNA KAMERA BÛ'
Hevala Arjîn perwerdeya kamerayê ji rêhevalê Halîl Dag wergirt û gavên serketî avêt. Ji bo li cihê wî hiştiye têkoşînê dewam bike, di sala 2012'an de çû eyaleta Botanê. Hevala Arjîn, ji roja tevlîbûna li nava refên gerîla heta kêliya şehadetê, bi fedekarî û ruhekî mezin ê fedaîtiyê di doza azadiyê de cih girt û bû şopdareke têkoşer a di xeta Rêbertiyê de. Rêhevala Arjîn bi biryardariyeke mezin li hemû qadan bi fedekarî xebatên çapemenî-weşanê meşand, berxwedêriya jinê, evîna azadiyê da jiyîn û ji bo vê yekê nîşan bide, kedeke mezin da.
'EM Ê BIBIN ŞOPDARÊN WÊ'
Rêberê me, di avakirina medyayeke alternatîf û azad de roleke mezin daye jinan. Rastiya şehîdên çapemeniyê yên jin, hîn bêhtir kûrbûnê di îdeolojiya rizgariya jinê, rêxistinbûyîn û xeta çalakiyê ferz dike. Li ser vê bingehê di jiyana xwe ya têkoşînê de xwe perwerde, birêxistin kirine û di asta pêşengiyê de xebat meşandine. Em, nêzîkatiyên wan ên nêrîna serbixwe û azad esas dgiriin û soza xwe dubare dikin ku em ê têkoşîna wan bimeşînin. Lewma em rêhevalên xwe yên di nava xebatên çapemeniya azad de cih girtine û di têkoşînê de şehîd ketine Bêrîtan-Gulnaz Karataş, Zeynep Erdem, Rojbîn Arap, Canda Turkmen, Şîlan Kobanê, Şîlan Aras, Zîlan Pepûle, Zîn Yezîda Tamara, Rûken, Tara, Rojînda, Ekîn, Avaşîn, Hebûn, Berfîn, Sarya Onûr, Denîz Firat û gelek hevalên xwe yên din ên şehîd ketine, di şexsê hevala Arjîn de bi rêzdarî bibîr tînin.
Weke hevalên rêhevala Arjîn Amed em dibêjin ku em ê bibin şopdarên rêya xwedîderketina li daxwaz û xeyalên wê yên azadiyê. Li pêşberî bîranîna wê em bejna xwe bi rêzdarî ditewînin.
Ji gelê Kurd, malbatê û rêhevalên wê re em sersaxiyê dixwazin."