Em ê xwe bigihînin hemû jinan û jiyana azad û demokratîk vebêjin
Li navçeya Payîzava ya Wanê jin bi dirûşma, “Jin xwe rêxistin dikin, civaka polîtîk exlaqî ava dikin” li hev kom bûn.
Li navçeya Payîzava ya Wanê jin bi dirûşma, “Jin xwe rêxistin dikin, civaka polîtîk exlaqî ava dikin” li hev kom bûn.
Li navçeya Payîzava ya Wanê jin bi dirûşma “Jin xwe rêxistin dikin, civaka polîtîk exlaqî ava dikin” li hev kom bûn. Hevseroka HDP’ê ya Wanê Derya Hayva axivî û diyar kir ku sîstema niha ti tiştek nade jinan, vê yekê ji dîroka nêzîk a komarê dizanin. Hayva got: “Ji ber vê jî divê em jiyanek nû ava bikin. Ji ber vê jî em dixwazin feydeyê ji ramanên Birêz Ocalan werbigirin.”
Hevseroka HDP’ê ya Wanê Derya Hayva, Hevşaredara Payizava Yildiz Çetîn, Hevseroka DBP’ê ya Payizava Sevgî Taniş, Rêbera DBP’ê ya Wanê Nazmiye Acar, Civaknasa Navenda Jiyanê ya Jinan Ruya Kanat, endamên meclîsên şaredariyê û jinên navçeyê tevlî civînê bûn.
Piştî rêzgirtinê Rêvebera Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Wanê Nazime Acar di civînê de axaftina vekirinê kir û diyar kir ku di mehek û nîv de 13 jin hatine qetilkirin û got: “Em nikarin bêjin xwe dikujin. Lê divê em li vê derê lêborîna xwe bixwazin.”
Acar agahî da ku di navbera 1’ê Nîsan û 10’ê Gulanê de ew ê li Wan û navçeyên wê û bi taybet li Erdîş Bêgir, Qelqelî û Ebexê çalakiyên cuda li dar bixin got: “Ji ber ku li van navçeyên Wanê xwekuştinên jinan zêdetir e.” Acar da zanîn ku ti kes nikare bi hêsanî dawî li jiyana xwe bîne, berê jinan didin xwekuştinê, an jî dikujin, paşê dibêjin xwe kuştine.
HAYVA: EV SÎSTEM NIKARE TI TIŞTEKÎ BIDE ME JINAN
Hevseroka HDP’ê ya Wanê Derya Hayva axivî û diyar kir ku sîstema niha ti tiştek nade jinan, vê yekê ji dîroka nêzîk a komarê dizanin. Hayva got: “Ji ber vê jî divê em jiyanek nû ava bikin. Ji ber vê jî em dixwazin feydeyê ji ramanên Birêz Ocalan werbigirin.”
Hayva bal kişand ser hilbijartinên giştî û got ku benda hilbijartinê ji bo wan ne pirsgirêk e û diyar kir ku armanca wan ji ketina meclîsê zêdetir, ew e ku bikevin meclîsê raman û nêrînên xwe bêjin û li her çar aliyên welêt rêxistin bikin.
Piştî Hayva, Civaknasa Navenda Jiyanê ya Jinan Ruya Kanat axivî û bal kişand ser sedemên xwekuştina jinan. Kanat piştre der barê tundiyê de axivî û got: “Tundî ne tenê lêxistina jinan e. Mûameleya xirab, dijûn gotin, tacîzkirin jî beşên tundiyê ne.”
Kanat da zanîn ku wê roja 13’yê Nîsanê meşeke mezin a jinan wê bê lidarxistin û ew ê bi dirûşma ”Deng bide dengê jinan” ji raya giştî re rabigihînin.
Civîn piştre li çapemeniyê girtî berdewam kir.