‘Em ê polîtîkayên qirkirinê ya AKP'ê pûç bikin‘

Parlamentera HDP'ê Mûazzez Orhan bertek nîşanî qetilkirina Fîrdevs Babat a 17 salî ku li Qilebanê bi çeka cerdevanan hat qetilkirin da û got: “Em ê polîtîkayên dewletê yên li ser bedena jinê tê meşandin pûç bikin.“

Tevgera Jinên Azad (TJA) ji bo Fîrdevs Babat a 17 salî ya ku li navçeya Qileban a Şirnexê piştî ku ji aliyê cerdevanan ve hat tecawizkirin hat qetilkirin, li ber avahiya HDP’ê ya navçeya Rêya Armûşê daxuyaniya çapemeniyê dan. Parlamentera HDP’ê ya Wanê Mûazzez Orhan, Rêxistinê HDP’ê û DBP’ê yên bajêr û navçeyan, Komeleya Jinan Star û bi dehan kes tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Em ê qirkirina jinan rawestînin û jiyana nû ava bikin” hat hilgirtin.

Daxuyanî ji aliyê Parlamentera HDP’ê ya Wanê Mûazzez Orhan ve xwendin. Orhan anî ziman ku di çarçoveya polîtîkayên şerê taybet ên desthilatdariya AKP-MHP'ê de tundiya li ser jinê di van demên dawî de zêde bûye û got: "Komkujiyên jinan ji aliyê mêrên bi unîformayên dewletê ve tên kirin. Jiyana gelek kesan bi guleyên çekên van kesên bi unîforma pêk tê. Aşkereye ku polîtîkayek li dijî têkoşîna Jinên Kurd tê kirin. Yekane rêya tunekirina civakek bi rêxistinkirî, jiyana qirêj xistina meriyetê ye. Ji aliyê çeteyan ve hewl tê dayîn ku li ser bedena jinê civakê têk bibin.”

Orhan destnîşan kir ku jinên TJA'yê wê polîtîkayên dewletê pûç bikin û got: "Em ê têkoşîna xwe ya rêxistinbûyî biparêzin. Em ê hemû polîtîkayên faşîst û qirker ên AKP-MHP’ê yên ku li ser bedena jin û gelê Kurd tê meşandin, pûç bikin. Têkoşîn, wê heta avakirina jiyanek azad, dewam bike. Bijî piştgiriya jinan û bijî berxwedan jinan.”

Piştî axaftinan daxuyanî bi çalakiya rûniştinê berdewam kir.

Çalakî dirûşmeyên “Mêr lê dixe, dewlet diparêze”, “Kuştina jinan polîtîk e”, “Jin jiyan azadî” û “Jin natirsin, hesap dipirsin” bi dawî bû.