'Em ê bi jinan biguherin'

Hejmara Hezîranê ya rojnameya jinê ya mehane Newaya Jin derket.

Hejmara 159'an a Newaya Jin bi manşeta "Mêr, sîstem, jiyan BI JINAN DIGUHERE" derket. Di hejmara vê mehê de cihekî berfireh ji hilbijartinê re hate veqetandin.

Li ser mijarê şîroveyên Nahîde Ermîş, Rûken Nûrhak, Esra Çîftçî û Nesrîn Navdar hatin weşandin. Nivîskaran bal kişandin ser tifaqa demokratîk a jinan a li dijî AKP'ê ku dijminê jinan e.

Li ser encamên hilbijartina 12'ê Gulanê ya li Başûrê Kurdistanê û Iraqê, analîzên Nûnera HDP'ê ya Hewlêrê Muzeyyen Guneş û Ciwana Serhed hatin weşandin.

'EFRÎN CÎHANA MIN E'

Li ser şert û mercên jiyanê yên jinên Efrînî ku ji ber dagirkeriya dewleta Tirk neçar man koçî Şehbayê bikin û rewşa wan a derûnî, Nagihan Akarsel qala çîroka 'Ense Cîhan' kir. Gotara Akarsel bi sernavê "Efrîn cîhana min e" hate weşandin.

Hevseroka Kantona Efrînê Hêvî Mistefa berxwedana 58 rojan û bûyerên piştî wê qewimîn nirxand û bal kişand ser berxwedêriya jinan.

'ZÎLAN LÊGERÎNA MEZIN A JIYANÊ YE'

Di salvegera şehadeta gerîlaya PKK'ê Zeynep Kinaci (Zîlan) de ku 30'ê Hezîrana 1996'an li Dersimê çalakiya fedayî kir, rojnameyê cih da analîzên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên der barê Zîlan. Ocalan ku dibêje "ZÎLAN; daxwaza azadiyê ya teqez, lêgerîna jiyanê" tespîtên girîng dike.

Rojda Yildirim li ser kedkara têkoşîna azadiyê Sosyalîst Şîlan (Muzeyyen Palabiyik), Eylem Lêlîkan li ser Fîlîz Yerlîkaya (Gulan) û Gulan Avrêl jî li ser Melet Batûr (Delîla Tendurek) nivîsîn.

Wekî din, li ser 14. Festîvala Jinê ya Zîlan ku wê 23'ê Hezîranê li bajarê Dortmund ê Elmanyayê bê lidarxistin, bi endama Komîteya Amadekar Ayten Aslaner re hevpeyvîn hate kirin.

Di hejmara 159'an de gelek gotarên din jî hene û rojname xwedî naverokeke dewlemend e.