‘Em destûreke bingehîn a tundiya li dijî jinê asteng dikin dixwazin’
‘Em destûreke bingehîn a tundiya li dijî jinê asteng dikin dixwazin’
‘Em destûreke bingehîn a tundiya li dijî jinê asteng dikin dixwazin’
Nûnera Giştî ya Platforma 'Emê Kuştina Jinê Rawestînin' Gulsum Kav da xuyakirin ku destûreke bingehîn a wekheviya zayendî ya civakî pêk tîne û pêşî li kuştinên jinan digire şert e û daxwaza wan jî avakirina destûreke bi vî rengî ya bingehîn e.
Li Tirkiyê, pirsgirêkên sereke yên civakî tundî, kuştin û neheqiya li dijî jinê, îstîsmara zayendî û kedxwarî ye. Di pêvajoyeke ku li ser destûra bingehîn a nû nîqaş tê kirin de, Nûnera Giştî ya Platforma "Emê Kuştina Jinê Rawestîne" Gulsum Kav, pirsgirêkên jinan û daxwazên xwe yên ji destûra bingehîn a nû ji ANF'ê re anî ziman.
Kav da xuyakirin ku di roja îro de li Tirkiyê, jin ji bo jiyana xwe bi xwe hilbijêrê bi canê xwe berdêlan didin û got, "Bi bajarbûyîn û nûjeniyê re jin mafên xwe yên ji vê jiyanê dixwazin. Dixwazin bixebitin, tevlî jiyana civakî bibin, eger ne razî be cihê bibe, li gorî dilê xwe kincan li xwe bike. Kuştina her jinekê, têkoşîna di vê oxirê de ye. Desthilatdariya mêr pêşî li pêşveçûna jiyanê digire. Tevî ku gelek derfetên dewletê yên ewlekariyê hene jî, ji bo parastina jiyana jinê, ev derfet nayên bikaranîn. Em her tim bang li dewletê dikin ku di vî warî de xwedî li wezîfeya xwe derkeve."
Kav ji bo pêşîgirtina li bûyerên kuştina jinê bal kişand ser Qanûna Parastinê ya bi hejmara 6284'an û diyar kir ku ev yek nayê bicih anîn. Kav ragihand ku di nava salekê de gelek jin hatine kuştin û xemsariya dewletê bi van gotinan rave kir:
Di gelek rewşan de hêzên ewlekariyê ji bo jinan tedbîran nastînin. Berevajî, têkoşîna jiyanê ya jinê weke barekî dibînin. Di bûyerên civakî de tedbîrên awerte digirin, lê ji bo jinan ti tedbîran nastînin û wan dişînin malê. Dûre jî ji wan malan cenaze derdikevin. Stargehên jinan jî têrker nînin. Pêwîste di vî warî de dewlet hemû derfetên xwe seferber bike. Di serî de Muduriyeta Giştî ya Emniyetê, pêwîste hemû meqamên bi parastina jinê re wezîfedarin, karê xwe bikin. Pêwîste butçeyek ji jinan re bê veqetandin, şertên stargehên wan werin başkirin, ji bo xwişkên me yên serlêdana parastinê kirine, yekser ewlekariya wan bê kirin."
Nûnera Giştî ya Platforma 'Emê Kuştina Jinê Rawestînin' Gulsum Kav diyar kir ku bûyerên kuştina jinan di heman demê de binpêkirina mafê jiyanê yê di destûra bingehîn de cih digire ye û destnîşan kir ku xala 17. a "Her kes xwedî mafê pêşvebirina jiyan, hebûna xwe ya madî û manewî û parastinê ye" ya destûra bingehîn ji bo jinan bicih nayê anîn.
'DAXWAZA ME YA SEREKE JI DESTÛRA BINGEHÎN A NÛ; WEKHEVÎ YE'
Kav got, "Ya ku destûreke bingehîn dike destûra bingehîn, bicihanîna pîvanên gerdûnî yên 'wekhevî, azadî û rûmeta mirovahiyê ye'. Daxwaza me ya sereke ya ji destûra bingehîn a nû 'wekheviya li pêşberî qanûna, wekheviya di warê rûmetê de û wekheviya firsendê ye."
Kav di vê çarçoveyê de daxwazên platforma xwe yên ji destûra bingehîn a nû weha rêz kir:
- Destûreke bingehîn a wekheviya zayendî ya civakî pêk tîne, bûyerên kuştina jinê radiwestîne, dawî li her şêweyên nêzîkatiyên zayendîperestiyê tîne, cihêkariya pozîtîk a wekheviya zayendî diparêze,
- Kuştina jinan weke gunehê li dijî mirovahiyê dibîne, tedbîrên tundiya li hemberî jinê asteng dikin digire û stargehên jinan zêde dike,
- Piştgiriyê dide mafên zayîn ê li ser daxwaza azad a jinan, pêşî li derxistina kar a jinan ji ber zewac, ducanî û zayînê digire, derfetên destûr û saetên kêm ên kar dide jinan,
- Karên malê û hemû xizmetên di vî warî de weke karên jinê nebîne û bike karên civakî, saziyên mîna xwaringeh, şuştingeh, kreşan zêde dike,
- Di polîtîkayên kar de, wekheviya kedê ya jin û mêr ferz dike
- Li dijî cihêkariya li hemberî kesên LGBT'yî derdikeve.