ELN'ê peyamek bi dîmen ji KJK'ê re şand
Artêşa Rizgariya Neteweyî (ELN), ku duyemîn mezintirîn rêxistina berxwedana çekdarî ya li Kolombiyayê ye, bi dîmen mesajek ji Komalên Jinên Kurdistanê (KJK) re şand.
Artêşa Rizgariya Neteweyî (ELN), ku duyemîn mezintirîn rêxistina berxwedana çekdarî ya li Kolombiyayê ye, bi dîmen mesajek ji Komalên Jinên Kurdistanê (KJK) re şand.
ELN'ê ji KJK'ê xwest, di pêvajoya muzakereyê de destekê bide wan. Mesaj ji aliyê yek ji sermuzakerevanê ELN'ê ku tevî hevdîtinên bi hikûmetê re dibe Omaîra Elena Vasqûez ve hat dayîn.
Gerîlayên Jin ên ELN'ê ku piştî FARC'ê duyemîn rêxistina herî mezin a li Kolombiyayê têkoşîna çekdarî dimeşîne, bi dîmen mesajek ji KJK'ê re şand. Mesaj ji aiyê fermandar Omaîra Elena Vasqûez ve hate şandin.
Di destpêka peyamê de ha gotin, "Hevalên hêja yên ji Komalên Jinên Kurdistanê, merheba ji we re. Ji kerema xwe, silavên me yên xwîşk û birayane, şoreşger yên Artêşa Rizgariya Neteweyî ya Kolombiyayê (ELN) qebûl bikin, nexasim jî yên jinên di nav refên me de.
Ez dixwazim ji we re bibêjim ku hûn ji bo me mînakek in di vê têkoşîna rûmetê li dijî dijminên çîna me û li dijî dijminên gelan."
Peyama fermandara ELN ji bo KJK'ê bi vî rengî dewam kir:
"Em hez dikin ji we re behsa rewşa li welatê xwe bikin. Hûn ji xwe dizanin ku Kolombiya welatekî gelekî dewlemend e di warê çavkaniyên xwezayî de û her wiha di warê bi hezaran karkerên jin û mêr de.
Em welatekî keskesorê ne, lewma li ser erda wê jin û mêr bi hêvî û xeyalên xwe dimeşin, jin û mêrên reşik, yên xwecihî û yên melez. Lê belê di heman demê de em dizanin ku em di newekheviyê de li cîhanê di rêza duyem de ne. Em dizanin ku Kolombiya girêdayî emperyalîzma bakurê Amerîkayê ye û olîgarşiyeke me ya xayînane heye ku bi tenê pûte bi pêwîstî û hewcedariyên emperyal dide, olîgarşiyeke ku mafê me yê avakirina welatekî bi dilê me red kirî.
Ji ber wê jî me nîv sedsalê şer kir ji bo edalet û wekheviyê. Lê belê îsal, sala 2016’an me miamele kir bi gelê Kolombiyayê û civaka navneteweyî re da ku diyalogeke gelemperî û muzakereyên li dora maseyekê dest pê bikin. Û bi vê rêyê bi alîkariya tevahiya civakê em dikarin bimeşin û bigihîjin aştiya rastî ya tevî edalet û rûmetê.
Ji ber vê yekê hevalên hêja em dixwazin we vexwînin ku di vê pêvajoyê de hûn li aliyê me cihê xwe bigirin. Em ê beşa xwe ya li raya giştî vekirî li Ekwadorê bidin destpêkirin. Em hêvîdar in ku karibin pistrast bin ji tevlîbûna we da ku hûn dewam bikin bi parvekirina fikr û tecrûbeyên xwe. Bi rêya we, em vê dawetê li tevahiya gelê Kurd dikin, çi jin û çi mêr.
Hevalên hêja, bi tenê ev peyam heye ku divê em bizanin, em yekrêz in di şerê li dijî heman dijminî de da ku em bidin zanîn ku hûn li wir û em li vir û hemû jinên dinyayê dengê xwe bi dengê mêrên xwe re bikin yek,û em fikrên xwe jî bikin yek da ku em tişta me gotî ango 'cîhaneke din mumkin e' pêk bînin û bikin rastî. Û di dawiyê de em dixwazin bibêjin, em dengê xwe li dengê we zêde dikin da ku em bibêjin, 'rûmeta min azadiya min e'."