Doza îstîsbara zayendî ya E.A. destpê kir
Doza îstîsbara zayendî ya E.A. destpê kir
Doza îstîsbara zayendî ya E.A. destpê kir
Li Çewlikê, doza darizandina 8 çawişên pispor ên dest avêtin E.A. destpê kir. Heyeta dadgehê biryar da rûniştina dozê bi awayekî girtî pêk were.
Doza E.A. ya rastî destavêtina 8 çawişên pispor ên li Çewlikê hat, li Dadgeha Huqûqê ya Asliye ya Edliya Çewlikê destpê kir. Parêzerên baroyên li Kurdistanê û Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî tev li rûniştina dozê bûn.
Di rûniştina dozê de heyeta dadgehê destpêkê biryar da ku ji ber temenê E.A. ji 18 salî biçûktire, rûniştin bi awayekî girtî pêk were.
Rûniştina dozê dewam dike. Endamên Meclîsa Jinê ya BDP'ê, civata DOKH'ê û Platforma Jinê ya KESK'ê dê ber bi Edliya Çewlikê ve bimeşin.