DOKH: Neslîhan Harman şehîda têkoşîna jinê ye

DOKH: Neslîhan Harman şehîda têkoşîna jinê ye

DOKH'ê der heqê kuştina Neslîhan Harman a dema diçû mîtînga aştiyê hat kuştin de daxuyaniyek da û got, "Neslîhan Harman şehîdeke têkoşîna jinê ye."

Tevgera Jinê ya Azad û DemokratîK (DOKH) der barê bûyera kuştina Neslîhan Harman a di dema çûyîna mîtînga aştiyê ya li Kadikoy a Stenbolê de ji aliyê hevserê xwe yê berê Zeydan Harman ve hat kuştin, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

DOKH'ê êrîşa li dijî endama DOKH'ê û endama Meclîsa Jinê ya BDP'ê Harman şermezar kir û ev êrîş weke êrîşek li dijî têkoşîna jinê bi nav kir. DOKH'ê destnîşan kir ku ew Harman weke "şehîdeke têkoşîna jinê" qebûl dikin.

DOKH'ê parastina cewherî ya jinan xwest û di daxuyaniya xwe de ev yek destnîşan kir:

"Ev vê kuştina ku ji aliyê kesayetiya mêr a serdest, ku di heman demê de ruhê dewletê ye ve hatiye kirin, lanet dikin.  Beriya her tiştî em ji malbata wê, hevalên wê Yên têkoşînê û jinan re sersaxiyê dixwazin. Hevala Neslîhan Harman weke şehîdeke têkoşîna jinê tê qebûlkirin û û soz didin ku emê berpirsyariyên xwe yên li pêşberî têkoşîna wê bicih bînin.

Divê weke zanîn ku Tevgera Jinê ya Azad û Demokratîk wê hesabê vê bipirse. Tevî ku 10 sal in ji hev cihê ne jî, watedar e ku ev êrîş di rojeke ku gelê Kurd li ber xwe dide, rû daye. Jİ ber vê yekê em vê êrîşê weke êrîşek li dijî têkoşîna xwe dibînin. Emê hesabê vê bipirsin. Ew kesê kujer divê bizanibe ku tevgera jinê wê dest ji vê bûyerê bernede. Bi vê wesîleyê em bang li tevahiya jinan dikin ku parastina xwe ya cewherî bkin û xwe bi rêxistin bikin. Banga me ji ew mêrê gefê li jinan dixwe ye; êdî em nikarin xwe li kuştina jinan rabigirin. Her mêrekî dijwarî li jinê kiriye, di heman demê de tevgera jinê aniye pêşberî xwe."