DOKH li dijî tundiya zilam meşiya

DOKH li dijî tundiya zilam meşiya

Bi sedan jinên endamên DOKH’ê li Stenbolê meşek pêkanîn û tundiya zilam ya li ser jinê şermezar kirin. Di çalakiyê de Hevseroka BDP’ê Gultan Kişanak axivî û bang li hemû jinan kir ku, li dijî tundiya li ser jinê bibin yek û tekoşîna xwe bilind bikin.

Endamên Tevgera Jinên Azad û Demokratîk bi slogan “Bi jina rêxistinkirî em siberojên azad ava bikin” ji Mizgefta Şîşliyê heya Qada Mecîdîkoyê meşek pêkanîn û tundiya zilam ya li ser jinê şermezar kirin.

Di çalakiya ku Hevseroka BDP’ê Gultan Kişanak, Parlementera BDP’ê ya Îdirê Pervîn Buldan û Parlementera Stenbolê Sebahat Tuncel di refên pêş de cihê xwe girtin bisedan jin, wêneyên endama DOKH’ê Nazliye Sîncar ku dema dê Kuçukçekmece Kanaryayê tevlî mitînga 1’ê Îlonê roja Aştiya Cîhanê bibe ji aliyê hevjînê xwe ve hate qetilkirin, posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û dowîzên “Em jin în, dayîk în û alîgirê aştiyê ne”, “Ji tecawizê re na” hilgirtin. Jinan sloganên “Zilam destê xwe ji bedena me berde”, “Jin, jiyan, azadî”, “Bijî serok Apo”, “Hezar silav ji jinên li Rojava berxwe didin” qîr kirin û meşiyan.

EM DIXWAZIN AZAD BIJÎN

Li qada Mecîdîyekoy ku wêneyên hevjînê Nazliye Sîncar hatin şewitandin, Hevserokê BDP’ê Gultan Kişanak axivî. Kişanakê bibîrxist ku, jin ji bo tiştên jiyan kirine bidin bihîstin tekoşîn dide û got: “Ez bang li hemû jinên li Tirkiye û Stenbolê dikim; li vî welatî her roj 5 jin ji aliyê zilaman ve têne qetilkirin, hûn dibîhîzin? Em ji bo bangî wijdanên kore bikin derketin qadan. Hevalek me ya ji Meclisa Jinan ya BDP’ê hate qetilkirin. We bihîst? We tundiya zilaman ya li hemberî jinên li Rojava ji bo azadiyê tekoşîn didin û berxwe didin bihîst? We bihîst li Çewlikê tîmên taybet tecawizî zarokek keç ya 14 salî kirin û destê xwe di hejînin û digerin?  Jinên hêja; îro em weke jin tiştên ku em jiyankirine ji bo bi hemû jinan bidin bihîstin, li hemû Tirkiyeyê bidin bihîstin hatin gel hev. Em qîr dikin, serî hildidin û red dikîn. Em jin dixwazin azad bijîn. Em jin naxwazin bibin koleyê tukesê, em jin bi vîna xwe dixwazin biryara pêşeroja xwe bidin.”

DI DEMA AKP’Ê DE CÎNAYETÊN JINAN ZÊDE BÛN

Kişanak balkişande ser ku, li vî welatî ne desthilatdarî ne jî muxalefet çi partiyên siyasî guhnadin tiştên jiyan dikin û anî ziman ku, hikumet tundiya li hemberî jinê girîng nabîne. Kişanakê bibîrxist ku, her roja ku diçe tundiya li dijî jinê zêde dibe û gotinên Wezîra Polîtîkayên Malbat û Civakê Fatma Şahîn ên “Tundiya li hemberî jinê zêde nebûye, tenê zêd tê behs kirin” bibîrxist û got: “Ev direwekî pir mezin e. Di dema desthilatdariya AKP’ê de tundî, qetilkirina jinan, tacî, tecawiz, heqaret û îstîsmara zayendî a li ser zarokên keç her roj zêde dibe û bigiştî jî bê ceza dimînin.”

EM VÊ FERASETA CEBERÛT NELET DIKIN

Kişanakê anî ziman ku, ev tundiya ku encamê ferasetekê ye, ev feraset her roja ku diçe zêdetir tê rêxistin kirin û weke mînak jî kanal dewleta tirk TRT nîşan da. Kişanakê da diyarkirin ku, weşanên di TRT’ê têkirin bi vekirî ferasata tundiya li hemberî jinê teşwîq dike û got: “Di programek ya TRT’eyê daxuyaniyên ku jinên ducanî li malê bên zindakirin jî hatin kirin. Hate gotin ku, gerana jinên ducanî li kolanan caîz nîn e. Me weke jinan berteka xwe nîşanda, lê belê heman kes piştî çend rojan dîsan derkete TRT’ê û axaftinên tundiya li ser jinê teşwîq dike kirin. Di axaftinên dawî kirîn de bivekirî got, jinên ku dixebitin mala xwe xirab dikin. Yê malê xirab dike, tundiya, zext û zilma zilam e. Ev kesayet bêy ku şermê jî bike, dibêje ew hevjîna xwe di asta xwe de nabîn e. feraseta ku dibêje nabe jin weke zilam be, ferasetekî ceberûte û em ferasetekî wiha nelet dikin.”

Kişanakê diyarkir ku, ew kesên di TRT’ê de cesaretê didin daxuyaniyên bi vî awayî jî nelet dikin û bilêv kir ku, ji van gotinan midûrê giştî yê TRT’ê, hikumeta AKP’ê û Wezîra Polîtîkayên Malbat û Civakî Fatma Şahîn berpirsyar e.

EM DÊ XWEDÎ LI HEV DERBIKEVIN

Kişanakê got: “Pêwîste em jinên Kurd birêxistinbûnekê, tundî û komkujiyên li hemberî jinên Kurd ji nava pêkhateya xwe ya civakê derbêxin” û wiha berdewam kir:

“Her yek ji me, ji hemû xwişkên me, hemû jinên me ên Kurd, ciranên me, hevalên me ên li kar berpirsyarîn. Em dê xwedî li hemûyan derbikevin. Kî rastî zextan tê, kî di malê de rastî tundiya zilam tê em li gel wê ne. berevajiyê wê mirin li pişta serê me ye.”

Kişanakê anî ziman ku, şoreşa li Rojava, şoreşa jinê ye û diyarkir ku, pêwîste hemû jin xwedî li şoreşa Rojava derbikevin. Kişanak got: “Em pêwîste bi jinên Rojava re vê şoreşê biawayekî bihêz li hemû Rojhilata Navîn bixin jiyanê.” Kişanakê bang li jinên Rojavayî ên ji şer reviyane û li Stenbolê bicihbûne jî kir û got: “Herin xwedî li axa xwe derbikevin.” Kişanakê silavên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji tevayî jinan re ragihand û got, Ocalan silavan li tekoşîna azadiya jinê dike.