DOKH’ê ji bo Sakîne, Fîdan û Leylayê dakeve qadan

DOKH’ê ji bo Sakîne, Fîdan û Leylayê dakeve qadan

Meclisa Jina a DOKH’ê ya Mêrdînê dê ji bo ronîkirina komkujiya Parîsê ku tê de 3 jinên Kurd hatin qetil kirin çalakiyan lidar bixin. Çalakî wê di 3’ê Çileyê de destpê bike û di 9’ê Çileyê de jî bi dawî bibe.

Meclisa Jinan a Tevgera Jinên Azad û Demokrat(DOKH) ya Mêrdînê di der barê çalakiyên ku wê ji bo  diyar bûna berpirsên komkujiya li Parîsê ku têde Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez hatin qetil kirin bên li darxistin de li avahiya Navendiya BDP’a Mêrdînê civîna çapemeniyê lidar xist.

Di civînê de Rêberên BDP’a Mêrdinê  Hasîbe Mengirkaon, Makbule Okmen, Seroka  BDP’a navçeya  Artukluyê  Hatîce Kalkan û Namzetê Seroka şaredariya  BDP’ê ya  Rişmilê Nilufer Elikyilmaz amadebûn.

SALEK DI SER RE DERBAS BÛ, HÎNÊ KUJER NEHATINE DIYARKIRIN 

Ji Reveberên BDP’a Mêrdinê Hasîbe Mengirkaon li ser navê jinan daxuyanî da û diyar kir  jinên Kurd li dijî mêtîngeriya ku li ser jinên Kurd tên meşandin singê xwe kirîne çeper. Mengirkaon destnîşan kir ku sê jinên kurd di encama “Komployekî navneteweyî de” de hatin qetilkirin û got ku li rexmê ku salek li ser komkujiyê re derbas jî bû hîn jî kujerên wê ne hatîne diyar kirin. Mengirkaon da diyar kirin ku ta kujer neyên diyar kirin wê di qada bin.

Çalakiyên ku li Mêrdînê bên li darxistin wiha ne:

“Di 3’ê Çile de li navçeya Artuklu taxa Saraçoglu, di seat 18:00’an de meşa meşaleyî wê ber bi Nîsêbînê ve pêk were.

5’ê Çile –Li  Stewr û Dêrikê meş, Li avahiya BDP’a  Midyatê  panel, 

6’ê Çile – Li Kerboranê meş, 

7’ê Çile – Li Mehsertê û Rişmil sînevîzyonê bê nîşan dan û daxuyaniya çapameniyê.

 8’ê Çile – Li navenda Çand û Hûnera Mittannî ya li Nisêbînê çalakiya bîranînê.

 9’ê Çile k – Li Qada Azadiya Qoserê meşa fînalê