DOKH: Çekîn bi zanebûn hat berdan
DOKH: Çekîn bi zanebûn hat berdan
DOKH: Çekîn bi zanebûn hat berdan
DOKH'ê der heqê serbestberdana Alîkarê Şaredarê Sêrtê Albdullatîf Çekîn ê bi tawanbariya îstîsmara zayendî hat binçavkirin daxuyaniyeke nivîskî da û got, "Çekîn ajanê civakî û kesayetê mêtingeriyê yê di nava me de ye. Ji bo ser bûyerên destavêtinê yên leşker, mamoste û cerdevanan bê girtin, Çekîn bi zanebûn hatiye berdan. Lewma em dixwazin ev kesê mijara gotinê tavilê bê girtin."
Tevgera Jinê ya Azad û Demokatîk (DOKH) der heqê Alîkarê Şaredarê Sêrtê Abdullatîf Çekîn ê bi tawanbariya îstîxbara zayendî ya M.A ya 17 salî û xwîşka wê S.A, duh hatibû binçavkirin daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê exlaqê azadî û welatparêziyê li ser pîvana jina azad afirandiye û di vê mijarê de li dijî pergala bi serdestiya mêr têkoşîneke bi heybet meşandiye. Jinên Kurd ên li dijî her şêweyên bê exlaqî û koledariyê yên mêr têdikoşin, pêvajoya azadiya ax û gelê Kurdistanê dimeşinin."
'DEWLETÊ DESTÛR DAYE HEMÛ SÛCÊN RÛREŞIYÊ'
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku kesayetên mêr ên pêwendiya xwe bi azadiya jinê re tune bin, nikarin di nava saziyên Kurd de cih bigirin û hat gotin, "Eger kesên bi vî rengî tevlî refên saziyeke Kurd bibin, wê di çarçoveya huqûqa jinê de bi lezgînî ji wezîfeyê bê girtin. Ev helwest ji bo me jinan, bi qasî hilmgirtinê girîng e. Ji ber ku her mêrekî Kurd an xebatkarekî li gorî huqûqa azadiya jinê nexebite, ji bo me ajansekî civakî ye. Pêkanînên mêtingeriyê yên li Kurdistanê û serdestiya mêr, bi awayekî rûreş li Sêrtê gihaştine hev. Herî dawî, tecawizkarên li Çewlik û Midyadê, bi hinceta "bi xwe destûr daye" hatine berdan û van mînakan nîşan dan ku dewlet "destûrê dide" her sûcên rûreşiyê. Serbestberdana Alîkarê Şaredarê Sêrtê Abdullatîf Çekîn jî bi heman rengî ye. Em di wê baweriyê de ne ku ji bo ser bûyerên destavêtinê yên leşker, mamoste û cerdevanan bê girtin, Çekîn bi zanebûn hatiye berdan. Ji lewre, em dixwazin Çekîn tavilê bê girtin."