'Divê pêkanîn li ser hêzên ku piştgiriya Talîbanê dikin bê ferzkirin'

Hewldana Têkoşînê ya li dijî Qirkirina Jinê, Dagirkeriyê ya ji bo Ewlekarî û Aştiyê bang li saziyên navneteweyî kir ku ji bo bêçekkirina Talîbanê tavilê bikevin nava liv û tevgerê.

Hewldana Têkoşînê ya li dijî Qirkirina Jinê, Dagirkeriyê ya ji bo Ewlekarî û Aştiyê bi sernavê "Banga li saziyên navneteweyî" daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Talîbanê di serî de paytext Kabûl gelek herêmên Efganistanê bi dest xist û rêveberiya şerî ragihand. Talîbanê diyar kir ku tenê di çarçoveya sîstema şerî de wê hurmetê nîşanî mafên jinan bide û li gorî agahiyan, hin biryarên ku mafên jinan ên bingehîn binpê dike, ji niha ve ketine meriyetê."

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku li ser zîhniyeta faşîst a serwer a mêr a hilweşîne yên El Nûsa, DAÎŞ, OSO û Talîbanê ku li dijî mafê jiyanê yê jinan dikin, bi sedan mînakên giran dikarin bêne dayin û hate gotin, "Şoreşa Rojava ya ku ji aliyê gelên Kurd, Ereb, Suryan, Asûrî, Ermen, Çerkez, Tirkmen, Çeçen û Keldanî bi hêza xwe û jiyana hevpar ava kirin ku şoreşa jinê ye, ji bo tevahiya Rojhilata Navîn bû modelek.

Lê belê DAÎŞ û hêzên herêmê yên li pişt wan, ji bo fetisandina Şoreşa Rojava ya ku tarîtiya Rojhilata Navîn çirand, bi gelan, jinan, olan û komên mezhebî re jiyana hevpar û wekhev hûnand, êrişî Kobanê kirin, li Şengalê jin revandin û bazarên koleyan ava kirin. Bi hezaran jinên Êzidî, Kurd û Ereb qetil kirin, koçber kirin, revandin, destdirêjî li wan kirin, derketina jinan a derve qedexe kirin, sinetkirin ferz kirin.

Di rewşeke wiha de ku li Rojhilata Navîn jin bi qirkirineke mezin re timî rû bi rû man, îro li Efganistanê nûnerên Talîbanê muxatab têne girtin û hevdîtin bi wan re tê kirin. Em vê yekê bi rengekî matmayî dişopînin. Li Efganistanê muxatabgirtina rêveberiya Talîbanê metirsiya rewakirina binpêkirina mafan bi xwe re tîne. Rejîma Talîbanê ji bo jinan tê wateya navê newekhevî, binpêkirina mafan û mirinê."

Di dawiya daxuyaniyê de bi navê Hewldana Têkoşînê ya li dijî Qirkirina Jinê, Dagirkeriyê ya ji bo Ewlekarî û Aştiyê ev bang li saziyên navneteweyî hate kirin:

- Ji bo bi rengekî lezgîn Talîban bê bêçekkirin, bikevin nava liv û tevgerê!

- Pêkanîn li ser wan hêz û dewletan bê ferzkirin ku alîkarî dane biçekkirina Talîbanê!

- Di serî de jin û zarokên li Efganistanê, ji bo parastina mafê jiyanê yê her kesên li dijî Talîbanê, bi her awayî tedbîr bêne wergirtin!

- Di dema wergirtina van tedbîran de em bang dikin ku li ber naskirina hikumeta Talîbanê rabin û piştgiriyê bidin berxwedan û têkoşîna jinên Efgan a li dijî faşîzma mêr a paşverû."