BI DÎMEN

Girseya gel diherike qada mîtînga azadiyê

Li Êlihê, girseya gel dikeve qada mîtînga 'Demokrasî û Azadiyê'.

MÎTÎNGA DEMOKRASÎ Û AZADIYÊ

Platforma Saziyên Demokratîk li Êlihê mîtînga 'Demokrasî û Azadiyê' lidar dixe. Li qada mîtîngê pankarta bi nivîsa 'Di pirsgirêka Kurd de ji bo çareseriya demokratîk em meşa xwe ya azadiyê mezin dikin' hate daliqandin. Girseya gel dikeve qada mîtîngê. Gel dowîzên bi nivîsa "Ev yek hişyariya gel e; şaredariyan vala bikin", "Rê ji qeyûm re nîne, qeyûm talan e" û "Çareserî jî muxatab jî diyar e" hilda.

Gelek ji şêniyên herêmê ji bajarên derdorê hatin jî li Xaçerêya Heskîfê kom bûn û govend gerandin. Koma ji Sêrtê hatî bi pankarta “Em ê li dijî xespkirina îradeyê li ber xwe bidin û bi ser kevin, ne qeyûm demokrasî” hilgirtin û amadekariya ketina qadê dikin. Dayikên Aştiyê û gelek jin jî di korteja Tevgera Jinên Azad (TJA) a li Parka Yilmaz Guneyê de cih girtin. Jin bi cil û bergên xwe yên Kurdî tevlî bûn.

Girseya li ser Heskîfê dihat qadê, li noqteya kontrolê hate astengkirin. Li ser vê yekê welatî ji wesayîtên xwe paya bûn û bi dirûşma “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin” ber bi Êlihê ve dest bi meşê kirin.

Hevseroka Giştî ya Partiya Demokrasî û Azadiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari û Hevseroka Giştî ya Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Ûçar jî hatin qada mitîngê.

Herikîna gel a ber bi qada mitîngê ve didome.