BLOGA ZINDÎ

Li Kolnê meş û mîtînga Pêngava Azadiyê ya dîrokî

Di çalakiya dîrokî ya ku li bajarê Koln ê Elmanyayê ji bo Rêber Apo tê lidarxistin de, Kurdistanî û dostên wan tên ba hev.

PÊNGAVA AZADIYÊ

16:27

Kombûna bi sed hezaran kesî ya li Kolnê li qada mitîngê bi stranên li ser Rêber Apo û azadî û berxwedanê bi dawî bû.  

Hevcivîna bi sed hezaran kesî a li Kolnê bi stranên li ser Rêber Apo, azadî û berxwedanê li qada mîtîngê dewam dike.

16:23

Li ser navê Tevgera Azadiyê ya Tamilê Sajanthan Kethiswaran axivî:

Dost û hevalên qedir bilind; Em îro li vir ji bo daxwazkirina azadiya vîzyoner, şoreşger, gerîla, siyasetmedar û fîlozofekî mezin kom bûne û ji ber vê yekê gelekî kêfxweş û serbilind in. Yê ku em behsa wî dikin damezrînerê PKK'ê Abdullah Ocalan ango Rêber Apo ye.

Navê Abdullah Ocalan tenê jî têrê dike ku tirs bikeve nava dilê rayedarên dewletên emperyalîst. Ji ber vê yekê ye ku hewla qedexekirina navê wî jî didin. Lê em li hember vê yekê serî natewînin, bereksê vê yekê, em ligel we daxwaza azadiya vî mirovê mezin dikin ku demildest pêk were. Ev nêzî 26 salan e ku bi awayekî neheq li zindanên Tirkiyeyê tê girtin.

Em îro ji bo daxwazkirina azadiya wî li vir kom bûne. Tevgera Azadiya Tamilê jî li gelek deveran cihê xwe di vê têkoşînê de digire. Têkoşîna we têkoşîna me ye.

Îro, serdemeke dîrokî ye ku gelek gel ji bo azadiya xwe têdikoşin û Abdullah Ocalan di vê qonaxê de şexsiyetekî gelek muhîm e. Her çiqas rejîma Tirk û hevalbendên wê yên rojavayî vê yekê qebûl nekin jî, rêya aştiyeke adilane ji Îmraliyê derbas dibe. Dewleta Tirk ji aliyê din ve hewla tunekirina Kurdan dide, êrîşên hewayî bi rê ve dibe û bi awayekî bê hesab Kurdan dikuje.

Dewleta Elmanyayê, piştgiriya vê polîtîkayê bi tewanbarkirina gelê Kurd a bi 129b sûcên ramanî, bi nîşandana me hemûyan wek terorîst û bi çavtirsandina civakê dike. Halbûkî em ew kes in ku ala pêşketina civakî û mirovahiyê bilind dikin. Tevgera Tamil Eelam û gelê xwedî hişmendiya polîtîk yê li dîasporayê bi we re ye.

Ev yek wekheviya me ya dîrokî ye û em vê yekê bi gelê Filistînê û gelek gelên din re parve dikin. Werin em bi hev re yekîtiya navneteweyî ya gelên bindest ava bikin da ku ji bo azadiya girtiyên xwe têbikoşin û bêcezamayîna kujerên ku li ser navê emperyalîzmê êşkenceyê dikin bi awayekî bêtirs derxinin meydanê. Em dikarin îro bi hev re di gelek tiştan de bi ser bikevin ku heta niha me nedîtiye. Em her roj gaveke din pêş dikevin. Serkeftin ya me ye û ev tenê meseleyeka demê ye.

Em bi we re azadiya Abdullah Ocalan daxwaz dikin! Em azadiya  hemû girtiyên siyasî yên li Kurdistan, Tamil Eelam û tevahiya cîhanê dixwazin! Em mafê hemû gel û mirovan yê diyarkirina çarenûsa xwe dixwazin ! Li dijî faşîzm û emperyalîzmê!  Ji bo cîhaneke pirrengî û cur be cur!

16:21

Piştî axaftina Omer Ocalan, nûnerê Bloka Navneteweyî axaftinek kir:

Tevgera Azadiya Kurd bi dehan salan û tevî hemû zextan îradeya xwe ya aştiyeke bi rûmet gelek caran nîşan daye. Gelek caran destnîşan kir ku ew ji pêvajoyek rastîn re vekirî ye. PKK bi awayekî yekalî 9 caran çekên xwe danîne. Ligel ku Abdullah Ocalan nêzî 26 sal in di bin tecrîdê de tê ragirtin jî, ev demeke dirêj e li çareseriya diyalog û demokrasiyê digere. Çareseriya ku bikaribe yekîtiya gelên li Rojhilata Navîn pêk bîne.

Li gel vê, her çend Tirkiye behsa aştiyê dike jî, pêkanînên wî berovajî vê yekê nîşan dide. Di dawiya meha Cotmehê de dewleta Tirk a faşîst şerê xwe yê li dijî civaka Kurd li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Başûr zêdetir kir. Bi bombebarankirina gel û binesaziya sivîlan hewl da mafê bingehîn ê jiyanê bi temamî tine bike.

2 hefte berê dewleta Tirk qeyûm şand 3 şaredariyên Kurdan. Civaka Kurd û bi taybetî jî ciwan li dijî vê darbeya dijdemokratîk bi biryardarî li ber xwe didin. Dewlet bi qedexeyên çapemeniyê, tundî, zext û êşkenceyê bersivê dide.

Daxwazên aştiyê yên Tirkiyeyê ji durûtiyê pêvtir ne tiştekî din e. Li cihê ku êşkence li ciwanan dikin, mirov tên girtin û gundên sivîlan tên bombekirin wê aştiyeke çawa çêbe? Em aştiyeke adil dixwazin. Ji bo Ocalan rê li ber vê aştiyê veke, divê tecrîda bi dawî bibe. Wê demê dikare rola serke bilîze. Ji ber vê yekê em daxwaza azadiya fîzîkî ya Ocalan dikin û ji bo hemû parçeyên Kurdistanê çareseriyê dixwazin.

Tevgera li dora Ocalan nîşan dide ku têkoşîna li dijî şer û kapîtalîzmê îro jî pêkan e. Ev tevger îspat kir ku artêşeke xurt a NATO’yê jî nikare berxwedana gel bişkîne.

Weke çepên Elman erka me ew e ku em li dijî emperyalîzma Elman û pîşesaziya wê ya şer têbikoşin. Divê berjewendiyên dewleta Elman were eşkerekirin û Elmanya bi dehsalan bi hinartina çekan piştgirî dide polîtîkaya qirkirinê ya Tirkiyeyê.

Şîrketên mezin ên wekî Thyssen-Krupp, Airbus û Rheinmetall rasterast ji dagirkeriya li Kurdistanê sûd werdigirin. Tenê roja Çarşema borî, peymanek 4 milyar € ya balafirên şer hate pejirandin. Tam 4 milyar Euro!

Lê belê dewleta Elman tenê qezenca aborî bi dest naxe. Di heman demê de dixwaze bi van peymanên çekan rêyên girîng ên bazirganiyê ewle bike. Emperyalîzma Elman ji bo desthilatdariya xwe ya li cîhanê hewcedarê biratiya çekan a bi Tirkiyeyê re ye.

Berjewendiyên wan ên tepisandina gel di peymanên dawî yên dersînorkirinê yên ku bi Erdogan re hatine kirin de bi awayekî zelal tê dîtin. Ji ber ku kesên dixwazin bi komî dersînorî Tirkiyeyê bikin, Kurdên siyasî ne. Hikûmeta Elman wan radestî dewleta Tirk dike. Bersiva me li her welatî berxwedan e.

Em li vir,  li Elmanyayê weke tevgereke çep li dijî faşîzmê dadikevin qadan û polîtîkayên nijadperest ên koçberiyê û emperyalîzma Elman rexne dikin, di heman demê de ciwanên Bakurê Kurdistanê bêwestan li ber xwe didin û li çiyayên azad ên Kurdistanê gerîla têdikoşin. Em bi hev re li hemberî heman dijmin li ber xwe didin.

Çi li Almanya, çi li Sûdanê, çi li Filistînê û çi li Kurdistanê bin, em dikarin li deverên cuda yên cîhanê bin. Lê di encamê de em weke hêzên demokratîk li dijî dijminekî hevpar têdikoşin. Li dijî her cure zext, mîilîtarîzm û tundiya dewletê; lê ya herî girîng em bi hev re ji bo jiyan, azadî û aştiyeke bi rûmet têdikoşin!

Em dibînin ku li Rojhilata Navîn -ji çiyayan heta Kobanê- berxwedan didome.

Wê demê bimire faşîzm, bimire emperyalîzm!

Bijî şoreşa civakî!

Bijî berxwedana gerîla!

Ji Abdullah Ocalan re azadî

Bijî hevgirtina navneteweyî!

16:02
Omer Ocalan di çalakiya Kolnê de axivî:


Parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalan ku di rojên derbasbûyî de hevdîtin bi Rêber Apo re pêk anî, di çalakiya Kolnê de axivî. Omer Ocalan ku silava Rêber Apo ji Kurdistanî û dostên wan re anî, bi coşekî mezin hate pêşwazîkirin. 

15:55

Axaftinên Zubeyde Zumrut, Engîn Sever û Ayten Kaplan:

Zubeyde Zumrut: Em di vê qadê de bûn yek deng. Me silavên Rêber Apo wergirt, bi hezar car silav ji te re! Bi hezaran silav ji ciwan, jin û berxwedêrên li çiyayan re; bi hezaran silav ji her kesên ku bi dirûşme, helwest û beşdarbûna xwe piştgirî dan vê têkoşînê. Bila cîhan bibîne ku li vir bi hezaran kes bi yek dengî vê peyamê dide hêzên navneteweyî: “Îradeya min li Îmraliyê girtî ye. Heta azadiya wî ya fîzîkî pêk were em ê li qadan bin.”

Em ji vir bang li CPT û Konseya Ewropayê dikin. Guh bidin van qadan. Guh bidin gelê Kurd û Kurdên li Ewropayê çi dibêjin! Ev peyam helwesta gelê Kurd e. Gelê Kurd bi awayekî vekirî wiha dibêje; “Eger çareseriyek çêbibe, ev tenê bi Rêber Apo re pêkan e. Eger Rêbertî nebe çareseriyek ne pêkan e.” Rêber Apo 26 sal in girtî ye. Heta ku Rêber Apo azad bibe û pirsgirêka Kurd çareser bibe wê têkoşîna me dewam bike. Azadiya Rêber Apo azadiya Rojhilata navîn û azadiya gelan e. Bijî Rêber Apo.”

Engîn Sever: Yên ku 26 sal in di komploya li dijî Rêber Apo de cih digirin, vê qelebalixê dibînin. Em li dora Rêber Apo kom bûne û azadiya wî diqîrin. Hemû rêxistinên me li 4 parçeyên Kurdistanê û em weke KCKD-E’yê li Ewropayê careke din ragihand: Rêber Apo îradeya me ye û me hemûyan bi hev re girê dide. Em di meha Mijdarê de ne, ji bo gelê Kurd meha vejinê ye.

‘EM HEMÛ LI PIŞTA RÊBERÊ XWE NE!’

Ayten Kaplan: Em îro li vê derê ne û dixwazin bang li dewleta Elman û delwetên Ewropayê bikin; em azadiya Ocalan dixwazin... Ez diwazim vê yekê ji girseyê re bêjim: Em bang li CPT, hêzên navneteweyî yên komploger û hemû welatên Ewropayê dikin: Em hemû li pişta Rêberê xwe ne!

’ÇARESERÎ ABDULLAH OCALAN E’

Ev 26 sal e Rêberê me di bin tecrîdeke giran de tê girtin. Rêxistinên Ewropî jî ji vê tecrîda giran berpirsiyar in. Ev 30 sal in Elmanya li ser PKK'ê qedexeyekê disepîne; bi van qedexeyên ku nasname û zimanê me dikin hedef dixwazin zextê li ser gelê Kurd bike. Lê belê gelê daxwaza azadiyê dike û navnîşana çareseriyê rasterast destnîşan dike: Çareserî Abdullah Ocalan e!

15:36

Di çalakiya Kolnê de Hevserokê KNK’ê Ahmet Karamûs diaxive.

15:29

Di çalakiya Kolnê de peyama nivîskî ya Koordînasyona KJK’ê hate xwendin.

KJK’ê di daxuyaniya xwe de wiha got: “Niha dem dema têkoşîna bêdawî ya gelê me û şehîdên me ji bo Kurdistana Azad û Rêbertiya Azad dane destpêkirin bigihînin serketinê ye.

Ji bo vê jî dîrok ji her demê bêhtir têkoşîn, xebat, rêxistinbûn, çalakî û pêşengiya kedê ji me dixwaze. Em di wê baweriyê de ne ku hûn ê ew nirxên hebûnê û têkoşîna we heta niha daye meşandin berfireh bikin."

15:22

Hevserokên KCDK-E Zubeyde Zumrut û Engîn Sever û nûnera TJK-E Ayten Kaplan axivîn.

15:18

Mîtîng bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên şoreşa Kurdistanê û cîhanê û xwendina sirûda Ey Reqîb destpê kir.

14.42

Korteja meşê kete qada mîtîngê

Di meşa ji bo azadiya Rêber Apo li Kolnê tê lidarxistin de, kortej kete qada mîtîngê. Dema ku destpêka kortejê gihiştî qadê, dawiya wê hîna li ser pira Severin bû. Piştî ku kortej hemû gihişte qada mîtîngê, wê bername destpê bike.

14.24

Korteja meşê, ji pirekê gihişte pireke din. Ji ber qelebalixiya zêde, pira Severin hejiya. Lewma polîsên Elman kortej parveyî 3 beşan kir û derbasbûnan bi rengekî bi kontrol pêk tîne.

 

13.50

Korteja meşê hîn jî pira Severin derbas dike. Tê gotin ku dirêjahiya korteja meşê, qasî bi kîlometreyan e.

13.34

Çend wêne ji meşa 'Azadî ji Rêber Apo re'...

 

 

 

 

 

13.20

Enternasyonalîst azadiya Rêber Apo dixwazin!

13.12

Destpêka korteja meşê, pira Severin derbas kir. Lê hîna jî li qada kombûnê Kurdistanî ref bi ref beşdarî meşê dibin. Çalakvan bi yek dengî dirûşmeya “Bijî Serok Apo” qêr dikin.

12.54

Dirêjahiya kortejê ji 1,5 kîlometreyê derbas kir

Korteja meşa ji bo azadiya Rêber Apo, ji 1,5 kîlometreyê derbas kir. Tevî ku ev bû 45 deqe meş destpê kirî, hîna jî çalakvan li qada kombûnê li bendê ne ku dest bi meşê bikin.

Enternasyonalîst bi dirûşmeyên piştevaniyê dimeşin

Enternasyonalîstên beşdarî meşê bûne, li pişt pankarta “Silavê Rêber Ronahiya têkoşîna Jinan e” “Solidaritat mit Rojava stoppt den türkischen Angriefskrieg” dimeşin. Çalakvan bênavber dirûşmeya “Hoch die internationale Solidaritaet” berz dikin.

12.48

Meşa li Kolnê bi coşeke mezin dewam dike...

12.47

12.29

Li Kolnê di çalakiya ji bo azadiya Rêber Apo de, dawiya kortejê xuya nake... 

12.27

Li Kolnê çalakvanan dest bi meşê kirin...

12.15

Peyamên ji qadê...

12.03

Di çalakiya ji bo azadiya Rêber Apo tê lidarxistin de, qada Deutzer-Werf pir tejî ye. Li qadê dirûşmeya “Bijî Serok Apo” deng vedide.

11.58

Li Kolnê meş destpê dike

Çalakvanên ku ji bo azadiya Rêber Apo hatin ba hev, dest bi meşê kirin. Çalakvanan flamayên ku daxwaza azadiya Rêber Apo dikin, hildan. Bê navber dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Jin, Jiyan, Azadî” tên berzkirin.

11.36

Li Kolnê korteja meşê tê afirandin. Piştî çend deqeyên din wê meş destpê bike.

11.21

Li bajarê Koln ê Elmanyayê beriya mîtîngê, meş destpê dike. Mîtîng wê di çarçoveya pêngava “Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî” de bê lidarxistin. Piştî xebatên ku beriya bi hefteyane destpê kirine, ji saetên siharê ve Kurdistanî û dostên wan tên qadê. Meşvan ji welatên din û bajarên derdor tên. Qad bi coşeke mezin tejî bû. Meş wê li Deutzer-Werft’ê destpê bike ku weke qada kombûnê hatiye diyarkirin. Piştî rotayeke 3 kîlometreyan, dîsa wê li heman qadê bi dawî bibe. Piştî meşê dîsa wê li Deutzer-Werft’ê mîtîng bê lidarxistin.

Komîteya Amadekar di serê siharê de tedbîrên ewlehiyê yên li qadê, girtine. Çalakvanan jî bi gerandina govendê û berzkirina dirûşmeyan, dîmenên balkêş diafirînin. Amadekariyên ji bo dikê jî bi dawî bûn. Tevlîbûna meşê dewam dike, qelebalix her diçe zêde dibe.

11.05

Kurdistanî diherikin Kolnê

Qelebalixa mahşerî ya ku gihiştî qadê, qad tejî kirin. Girse bi yek dengî dirûşmeya ‘Bijî Serok Apo’ berz dike.

10.41

Beriya mîtînga ku wê ji bo azadiya Rêber Apo li Kolnê bê lidarxistin, qada ku wê meş lê destpê bike tejî bû. Li gorî agahiyên ji komîteya amadekar hatine girtin, gelek otobusên ji welatên din û bajarên derdor ji bo mîtîngê hatine. Meşvanên ku wê wesayîtên xwe beşdarî meşê bibin, hîn jî diherikin qadê. Çalakvanên digihijin qadê jî, bi govend, tilîlî û dirûşmeyan li benda meşê ne.

10.39

Di çalakiya dîrokî ya Kolnê de, qad hîn jî tejî dibe. Ciwanên ku digihijin qadê, bi berzkirina dirûşmeyan û gerandina govendê li benda destpêkirina meşê ne.

10.35

Li Kolnê li qada kombûnê coşa Pêngava Azadiyê

10.19

Di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” de li bajarê Koln ê Elmanyayê çalakiyeke mezin tê lidarxistin.

Ji bo çalakiyê ji çar aliyên Ewropayê Kurdistanî û dostên wan tên ba hev. Çalakvan li qada Detuzer Werft kom dibin. Piştî kombûnê, çalakvan wê dest bi meşê bikin û piştre li heman qadê mîtîngekê lidar bixin.