Dijminatiya qeyûmên AKP’ê ya li dijî jinan

Qeyûmên ku li navçeyên Wanê hatin tayînkirin, xebatên jinan dane rawestandin.

Qeyûmên ku li şaredariyên navçeya Wanê Îpekyolû, Qerqelî û Erdîş û Artemêtan hatin tayînkirin xebatên jinan dane rawestandin. Midûriyeta Polîtîkayên Jinan ku li şaredariyan weke yekîneyên resend dixebitîn hatin girtin. Xebatên jinan ên şaredariya Qerqeliyê girêdayî ‘destûra kêfî’ ya qeyûm Serdar Kartal kirin.

Li navçeyê Navenda Jiyana Jin (Maya) û Midûriyeta Jinê ya Şaredariya Îpekyolûyê ku di heman demê de Bazara Keda Jinê jî vekiribû û têkildarî perwerde û tendirûstiyê semîner didan, ji hêla qeyûm Onder Can ve bêyî ku ti hêncet werin nîşandan hatin girtin. Can têkildarî xebatan got, ‘’Midûrîyeta Jinê çiye, bi kêrî çi tê?’’ û destûr rayeyê ya îmzeyê ya Midûrîyeta Jinê da Midûrê Karê Fenê yê mêr.

TEHEMÛLA WAN JI DANEZANA MAFÊ MIROVAN RE NÎN E

Piştî ku bi awayekî kêfî ew tayînî Midûrtiya Karê Fenê kirin, du jinên mîmar jî îstîfa kirin. Her wiha Can ‘Danezana Mafê Mirovan a Gerdûnî’’ ya li odeya hevserokan Aygul Bîdav û Veysel Keser jî rakiriye.

XEBAT HATIN RAWESTANDIN

Qeyûmê Qerqelî Serdal Karal xebatên Polîtayên Jinan bi ‘destûr’ê ve girêda. Karal Krêşa Alan Kurdî ku bi bi Kurdî perwerde dida, girt.

Midûrîyeta Polîtîkayên Jin ku di nav çarçoweya demokratîk , ekolojîk û azadiyaxwaziya jinê de kar dikir, hate gotin , wê ji qeyûmê destûrê negirin û girtin.