Di 'Roja Dayikan' de dayikên li ber zilmê radibin hatin silavkirin

Li bajarên Zurîch û Baselê yên Swîsreyê bi wesîleya 'Roja Dayikan' çalakî hate lidarxistin û têkoşîna dayikên aştiyê ku li dijî zilmê li ber xwe didin hate silavkirin.

Li bajarê Baselê yê Swîsreyê bi banga Meclîsa Jinê ya Ronahî bi pêşengiya Dayikên Aştiyê li Theaterplaztê çalakiyek hate lidarxistin.

Di çalakiyê de biyografiyên dayikên Kurd ên berxwedêr hatin xwendin û pankarta bi nivîsa "Soza me ji dayikan re ye, em ê welatekî bi kulîlkan xemilandî bidin wan" hate hildan.

Di çalakiyê de wêneyên dayikên aştiyê Halîse Aksoy, Berfo Kirbayir, Sûat Mûstafa, Taybet Înan û Emîne Şenyaşar hatin hildan.

Li bajarê Zurîchê jî bi pêşengiya Dayikên Aştiyê bi heman armancê çalakiyek hate lidarxistin.