Di roja 175. de gotin "Edalet"

Di roja 175. de gotin "Edalet"

Kurdistaniyên li paytexta Fransa Parîsê dijîn, ji bo ronîkirina kuştina Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez, îro jî meşa "edaletê" lidar xistin.

Di ser kuştina siyasetmedarên jin ên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez re zêdeyî şeş meh derbas bûn. Kurdistaniyên li Parîsê dijîn, mîna her hefteyê îro jî bi daxwaza ronîkirina komkujiyê ji ber Akademiya Çand û Hunerê ya Kurdistanê ber bi Buroya Enformasyonê ya Kurdistanê ve meşiyan. Di meşê de dirûşmên "Kujer Tirkiye, kujer Erdogan", "Em Edaletê dixwazin" hatin qêrin.

Li dû meşê, girseya gel a piraniya wan jin bû, li ber Buroyê çalakiya rûniştinê lidar xistin û banga edaletê li dewleta Fransayê kirin.