Di meha Îlonê de 18 jin hatin qetilkirin
Di meha Îlonê de 18 jin hatin qetilkirin
Di meha Îlonê de 18 jin hatin qetilkirin
Platforma Emê Qetilkirina Jinan Rawestînin da xuyakirin ku di meha Îlone de 18 jin ji aliyê zilaman ve hatin qetilkirin.
Li gorî daneyên platformê, ji sedî 33'ê jinan ji aliyê hevserên xwe ve, ji sedî 6'ê wan jî ji aliyê hevserên xwe yên berê ve hatine qetilkirin. Platformê diyar kir ku bi tenê ji sedî 22'ê jinan kujerên xwe nas nakin.
Platformê ragihand ku ji sedî 28'ê jinan ji ber xwestine cihê bibin û ji sedî 17'ê wan jî ji ber xwedine der barê jiyana xwe de xwedî biryar bin, hatine qetilkirin.
Platformê destnîşan kir ku dewlet ne jinan lê kujerên jinan diparêze û ev xal destnîşan kir:
"Polîsên dest avêtin jinan, di meha Îlonê de hatin berdan. Der heqê polîsên di bin çavan de dest dirêjî jinan kirine de lêpirsîneke bi tenê jî nehatiye vekirin. Dadgehan jî bi biryarên kêm re, xelat dan kujerên jinan. Vê jî têrê nekir, dijminên jinan ên mîna Omer Înançer li kanala dewletê TRT''e rabû got, divê jin nexebitin. Serokwezîrê dewleta ku divê jinan biparêze jî, di vê mehê de bi guhertineke biçûk re xwest êdî jin çar zarokan bînin dunayayê. Wezîra Malbat û Polîtîkayên Dewletê Fatma Şahîn jî li dû serbestberdana polîsan got, "polîs temînata ewlekariyê ye". Em meraq dikin, gelo Fatma Şahîn dê heta kengî bêden be."
DI MEHA TEBAXÊ DE 26 JIN HATIBÛN QETILKIRIN
Li gorî daneyên Platforma Emê Qetilkirinên Jinan Rawestînin, di meha Tebaxê 26 hatin qetilkirin. Kujerên ji sedî 42 ê ji van, hevserên wan e.
Ji sedî 30'ê jinan ji ber xwestin cihê bibin, hatin qetilkirin. Ji sedî 12 jinên hatin qetilkirin jî sedema qetilkirina wan nehat zanîn.