Di hedefa Erdogan de her tim jin hebû!

Di hedefa Erdogan de her tim jin hebû!

Armanca bingehîn a gotina "keç/xort li heman malê dimînin" a Erdogan, jin e û "namûsa" wan e. Erdogan careke din zimandirêjiya bedenê jinan kir.

Serokwezîr Erdogan û hikûmeta wî vê carê jî bi gotina "keç/xort li heman malê dimînin" bedenên jinan hedef girt. Lê ev yek ne êrîş û zimandirêjiya yekemîn a Erdogan desthilatdariya wî ye. Di daxuyaniyên pênc salên dawî yên Serokwezîr de jin her tim di navendê de bûn.

Erdogan di daxuyaniyên xwe yên li hemberî beden û jiyana jinê de bi giranî argumana "zarok" bikar anî. Fermana yekemîn a Erdogan ji bo jinan "zarokan bînin dinyayê" bû. Ev ferman di Cotmeha 2009'an de hat. Erdogan ê di civîna teqawîtan de axivî got, "bêyî ku dereng bimîne, divê her malbat herî kêm bibe xwedî sê zarokan."

HEJMARA ZAROKAN JI 3'AN DERKET 4'AN

Bi hatina sala 2013'an re Erdogan ev ferman hema hema di her civînê de da. Erdogan ê di meha Tebaxê de got, "3 zarokan bînin dinyayê, van her sê zarokan jî hîbeyî welatê bikin" di meha Îlonê de hejmara zarokan derxist 4'an. Erdogan vê carê ji jinan re got, "3 têrê nake, 4 zarokan bînin dinyayê."

Erdogan dema bersiv dida rexneyên lê dihat kirin digot, "Ez hêviyên xwe tînim ziman. Ev van hêviyên xwe li her derê bikar tînim. Ezê li her derê bikar bînim, ji ber ku pêwistiya Tirkiyê bi nifûsa ciwan heye."

ASTA HERÎ BILIND: HER KURTAJEK QILABANEKE!

Asta herî bilind a daxuyaniyên Erdogan ên der barê zarokan de gotina "her kurtajek Qilabanek e" bû.

Erdogan ê ku êşa malbatên Roboskî ji nedîtî ve hat, lê di heman demê de ji ber mejiyê xwe yê mêr bi hezaran jin daxist kolanan, di Gulana 2012'an de wiha peyivî: "Ez dizanim ku ev bi plan tê kirin û ev ji bo nifûsa welêt zêde nebe, tê kirin. Bi vê yekê re nifûsa vî welatî li cihekî dihêlin. Ez kurtajê weke kuştinekê dibînim. Ez ji hin derdor û çapemeniya li dijî vê gotina min derdikevin dibêjim; Hûn radizên radibin dibêjin Qilaban. Ez dibêjim her kurtajek Qilabanek e."

Erdogan di heman mehê de diyar kir ku ew li dijî sezeryanê ye jî û di meha Hezîranê de jî daxuyaniyên xwe yên di vî warî de dewam kir. Destwerdana Erdogan bi gotinan nema, qanûnên sezeryan û kurtajê qedexe dikin hatin derxistin, mafên jinan hatin astengkirin.

Erdogan bi fermanên xwe yên jî sînorkirî nema, li hemberî jinên mûxalîf gotinên gemarî bikaranî. Ji bo endama Desteya Rêveberiya Navendî ya Malên Gel Dilşat Aktaş ku ji bo şermezarkirina bûyerên Hopayê derket ser panzêra polîsan û di encama êrîşa polîsan de qulemekê wê hat şikandin got, "Ew  jin, jin e yan keç e?"

JI WEKHEVIYÊ JI XWE BAWER NAKE

Serokwezîr Erdogan nêrîna xwe ya li pişt van destwerdanên xwe di Tîrmeha 2010'an de aşkera kiribû: "Ez ji xwe ji wekheviya jin û mêr bawer nakim. Ji bo vê dibêjim wekheviya firsendê. Jin û mêr ji hev cuda ne, temamkerên hev in."