Di Festîvala Çand û Hunerê ya GÎK-DER'ê de panela 'Rastiya Jinên Êzidî'
Di Festîvala Çand û Hunerê ya GÎK-DER'ê de, ku bi serenavê "Êzidiyên berê xwe didin rojê" îsal cara heftemîn tê lidarxistin, bi mijara "Di qirkirinan de rastiya jinên Êzidî" panelek hat lidarxistin.
ANF
NAVENDA NÛÇEYAN
yekşem, 19 avrêlê 2015, 07:08
Di Festîvala Çand û Hunerê ya GÎK-DER'ê de, ku bi serenavê "Êzidiyên berê xwe didin rojê" îsal cara heftemîn tê lidarxistin, bi mijara "Di qirkirinan de rastiya jinên Êzidî" panelek hat lidarxistin. Di axaftinên li panelê de hat ragihandin ku di Êzidiyatiyê de jin pîroz e û bal hat kişandin ser hovîtiya çeteyên DAIŞ'ê ya li hemberî jinan. Her wiha hat xwestin ku statuya xweser a Şengal û Rojava were naskirin.
Panela ji aliyê Yekîtiya Jinên Sosyalîst û Meclîsa Jinê ya Roj ve li paytexta Îngilîstan Londonê hat lidarxistin, bi beşdariya endama Koordînasyona Melcîsa Jinên Êzidî li Ewropayê Xanê Agal, endama Yekîtiya Jinên Sosyalîst Hatîce Guden û endama Meclîsa Jinê ya Roj Evrîm Yilmaz pêk hat.
AGAL: JIN WEKE AMÛRA TESLÎMGIRTINÊ HATIN BIKARANÎN
Agal der barê dîrok, rewşa civakî û qirkirinên bi serê Êzidiyan de hat agahî da û anî ziman ku Êzidiyatî hezkirin û baweriya xwezayê ye û diyar kir ku baweriyeke tê de agir, roj, av û ax pîroz tê dîtin e. Agal got, "Êzidiyatî di heman demê de koka Kurdayetiyê ye."
Agal da xuyakirin ku di felsefeya orjînal a Êzidiyatiyê de ax û jin pîroz in, di gelek duayan de alîkarî ji jinê tê xwestin, jin xwedî cihekî guhertin û hurmetê ye û diyar kir ku di salên piştre de ji ber bandora olên Xiristiyanî, Mûsevî û Îslamê û wergirtina tedbîrên xwe parastina ji êrîşên mirovên ji van her sê baweriyan, bi xwe re çandeke nû afirandiye. Agal got, "Êzidiyatî berevajî olên din, her diçe ji baweriya xwe ya cewherî dûr dikeve, jinê weke mal, milk û eşyayê dibîne. Zewaca bi gelek jinan re dibe rewşeke ji rêzê. Li ser navê pêşîgirtina li reva jinê, jin li malê tên ragirtin."
Agal bal kişand ser çeteyên DAIŞ'ê û bûyerên li herêmê qewimîn û destnîşan kir ku jin bi taybetî weke hedefekê hatine hilbijartin. Agal got, "Jin ne tenê weke amûreke zewqa zayendî hat dîtin. Di heman demê de ji bo teslîmgirtina civata Êzidî, ji bo xistina civatê ji hêzê weke navgînekê hatin bikaranîn. Zîhniyeta bi serdestiya mêr, ji xeleka herî qels zevt kir û bi êrîşa li hemberî jinên Êzidî re dest diavêje mirov û xaka me, rûmeta me ya civakî li bazaran pêşkêşî firotinê dike."
YILMAZ: NIRXÊN SERDEST LI MÊR JÎ DIDIN
Ji Meclîsa Jinê ya Roj Evrîm Yilmaz jî da xuyakirin ku hovîtiya bi rêya DAIŞ'ê li Rojhilata Navîn rû daye, parçeyek ji plana DYA ya li Rojhilata Navîn e. Yilmaz diyar kir ku nirxên serdestiya mêr ên ku jinê weke 'namûsê' dibînin ne tenê li jinê, li mêr jî dixin û got, "Em naxwazin bibin namûsa mêran."
GUDEN: DIVÊ STATUYA XWESER WERE NASKIRIN
Li ser navê Yekîtiya Jinên Sosyalîst Hatîce Guden jî di axaftina xwe de bal kişand ser rêbazên çareseriyê û wezîfeyan û got, "Dîroka qirkirinê di heman demê de bûye dîroka qirkirina zayendî."
Guden axaftina xwe wiha dewam kir: "Ermenî, Yahûdî, Kurd, Êzidî, Tamîlî gelên li qirkirinê rast hatin e. Bi qasî ku tê dîtin gelên di demên bihurî de li qirkirinê rast hatine gelên bê dewlet û bê statuya fermî ne. Lewma weke yek ji rêyên çareseriyê divê statuya xweser a Şengalê û Rojava bê naskirin.
Pêwîste Êzidiyatî weke oleke serbixwe were qebûlkirin û statuya hiqûqê jê re bê dayîn. Naskirina Qirkirina Êzidiyan û tevgera li gorî peymanên navneteweyî wê gaveke girîng be."
'DIVÊ KAMPANYAYÊN EKONOMÎK WERIN ZÊDEKIRIN'
Guden anî ziman ku bi qasî 3500 - 5000 jinên hatine revandin, li bazaran tên firotin û weke koleyên seksê tên bikaranîn hene û bal kişand ser girîngiya bersivdayîna li pêwîstiyên wan ên civakî û psîkolojîk. Guden destnîşan kir ku divê kampanyayên ekonomîk werin zêdekirin.
Guden da xuyakirin ku Yekîtiya Jinên Sosyalîst xwe amade dike ku di nava Meha Gulanê de dosyayek ji van hemû daxwazan bi Neteweyên Yekbûyî re bixinirxîne û anî ziman ku yekîtiya wan jî tevlî xebatên çêkirina nexweşxaneyekê ji aliyê ICOR'ê ya ji rêxistinên komunîst û sosyalîst ên li cîhanê bûye. Guden banga hestyariya civakî kir.