Di doza îstîsmara zayendî de cezayê ragirtina 35 salan
Li Îzmîrê, di doza îstîsmara zayendî ya li hemberî E.A. ya 14 salî de biryar hat dayîn. Welatiyên xwestin dozê bişopînin jî li ber edliyeyê rastî êrîşa polîsan hatin.

Rûniştina 8. a doza darizandina Akin Kiliç û mamoste Rasîm Kocabaş ên li navçeya Îzmîr Bergamayê îstîsmara zayendî li hemberî E.A. ya 14 salî kiribûn, îro li Dadgeha Cezayê Giran a Edliyeya Bergamayê pêk hat.
CEZAYÊN 24 Û 35 SAL ÊN RAGIRTINÊ
Heyeta dadgehê, ji sûcê îstîsmara zayendî 15 sal û ji sûcê astengkirina azadiyê 9 sal bi giştî 24 sal cezayê girtîgehê li Akin Kiliç birî. Heyeta dadgehê ji ber heman sedeman 35 sal 6 meh cezayê girtîgehê li Rasîm Kocabaş birî.
ÇALAKIYA RÛNIŞTINÊ LI ÊRÎŞA POLÎSAN RAST HAT
Di vê navberê de, jinên li ber Nûnertiya Egîtîm-Sen a Bergamayê li hev kom bûn, ber bi edliyeyê ve dest bi meşê kirin. Jinan dirûşmên "Bijî piştevaniya jinê", "Li ber xwe bide E.A. jin bi te re ne", "Ne edaleta mêr, edaleta rastî" û "Jin wê hesab ji tecawizkaran bipirsin" qîriyan û hatin ber edliyeyê. Jinên ku xwestin bikevin salona rûniştinê, li astengiya polîsan rast hatin.
Li ser vê yekê jinan çalakiya rûniştinê lidar xistin, lê vê carê jî li êrîşa polîsan a bi ço, kulm û pihînan rast hatin.
Piştî biryara dadgehê, jinan li ber edliyeyê govend gerandin.