Di dîroka Swêdê de yekemcar jine bû Sermetran

Di dîroka Swêdê de yekemcar jine bû Sermetran

Yekitiya Dêran a Swêdê da xuyakirin ku di encama hilbijartinan de yek ji keşîşa bajarê Lûndê Antje Jackelen ji sedî 55,9 ê dengan wergirtiye û bûye Sermetrana nû ya Swêdê. Jackelen bi vî rengî bû yekemîn Sermetrana jin a Swêdê. Her wiha bû yekem Sermetrana ku di tûra yekemîn de zêdeyî ji sedî 50 ê dengan wergirt û pêwîstî bi tûra duyemîn a hilbijartinê nehişt. Hevrikê herî mezin ê Jackelen keşîş Ragnar Persenîûs jî ji sedî 33,1 ê dengan bi dest xist.

Li welatê Swêdê ku di nava 849 salan de bû xwedî 70 Sermetranan, hilbijartina jineke 58 salî ji bo erka Sermetranî, ji aliyê femînîstan û rêxistinên jinan ve bi kêfxweşî hat pêşwazîkirin.

Jackelen piştî ku hat hilbijartin daxuyanî da çapemeniyê û diyar kir ku ew dixwaze bi saziyên Misilman, Cihû û olên din re hevkariyê bike.

Jackelen di sala 1955'an de li Elmanyayê ji dayik bû û di sala 1977'an de ji bo pewerdeya teolojiyê bibîne hat bajarê Swêd Ûppsala'yê. Jackelen zewicî û li Swêdê bicih bû. Piştî ku Sermetranê heyî Anders Wejryd di 14'ê Hezîrana 2014'an de teqawîd bibe, dê Jackelen dest bi wezîfeyê bike.