Di çalakiya nobedê de, jinan astengiyên polîsan nasnekirin

Jinên ku çûn serdana Nobeda Wijdan û Edaletê, bendên polîsan hilweşandin û ketin hundirê qada çalakiyê.

Endamên Platfroma Jinên Îzmîrê, di roja 4’an a çalakiya Nobeda Wijdan û Edaletê de çûn serdana wekîlên di nobedê de. Jinên ku li ketina Rêya Alsancak Kibris Şehîdlerî kom bûn, pankarta bi nivîsa “Ne edaleta mêr, edaleta rast” hildan û ber bi Qada Gundogdûyê ya çalakiya nobedê lê hatiye lidarxistin ve ketin meşê. Di meşa dirûşmên “ Jin, jiyan, azadî” û “Ev hê destpêke, têkoşînê wê bidome” qîr kirin de, welatiyên derdor jî piştgirî kirin.

Jinan bi dirûşma “heq, hiqûq û edalet” ketin qada çalakiyê, jiber beşa îro ya çalakiya Nobed û Edaletê ji bo jinan hatibû veqetandin, mêrên li qadê hatin derxistin. Jinên ku ji ber hejmara wan ji 60’an zêdetir bû, polîsan hewl dan asteng bikin, jinan jî ew helwesta wan bi dirûşman ve protestokirin. Piştî aloziyek dem kurt jin ketin hudirê qada çalakiyê. Li ser navê jinan Ebrû Dinçel daxuyanî da, anî ziman ku carekî din li vir daxwaza edaletê ya jinan qîr dikin. Dinçel diyar kir ku demê hikûmeta AKP’ê û bi taybet demê pêvajoya Rewşa Awarte de êrîşên li ser jinan û nasnameyên zayendî zêde bûne. Dinçel got: “Ne edaleta mêr, edaleta rast dixwazin.”

 ‘DIXWAZIN PÊŞIYA DESTDIRÊJIYA LI SER ZAROKAN VEKIN’

Dinçel, bal kişand ser qanûna ku rayeya pevjînê radestî muftiyan kirin û wiha pêde çû: “Pevjîna di temenê biçûk û bi zorê kirin, dixwazin pêşiya destavêtina zarokan vekin. Di encama jidayikbûna li malê û bi hezaran jin û zarok ji zimeta tenduristiyê ya bêpar tê hiştin. Ji bo destkeftiyên xwe şûnde nedin, ji bo şikandina serweriya li ser beden û vîna me em dibêjin edalet. Ji bo şideta zayendî ya li ser girtiyên jin ên li girtîgehê, bidawîkirina êşkence û ji bo pêkanîna ‘Yek Tîp’ cilan a ji aliyê desthilatê ve ketiye rojevê ji bo neînin hişê xwe, edaletê dixwazin.”

‘JIN WÊ BI TEQEZ QEZENÇ BIKIN’

Parlementera HPD’ê û Berdevka Meclisê ya Jinan Dîlan Dirayet Taşdemîr jî hemû jin silav kirin û destnîşan kir ku di pêvajoya 14 salan a desthilata AKP’ê de her cure şêweyê şidetê li ser jinê hatiye kirin. Taşdemîr wiha got: “Hûn li dijî yên dixwazin derve vegerînin girtîgehê bûn dengek mezin. Têkoşîna wekhevî û azadiyê îro destpê nekir. Ev sed sal in têkoşîna edaletê didomînin. Têkoşîna îro tê kirin di heman demê de têkoşîna wekheviyê ye. Ji bo di vê têkoşînê de mil bi mil li gel me cih girtin spasiya we dikim. Her demê têkoşîna azadiya jinê hate astengkirin, lê ti demê rû bi rûyê tarîtiyekê nehatiye. Hemû jinên ku nerazîbûn nîşan dikin dibin hedefa vê tarîtiyê. Li dijî van êrîşan li kolan, mal û zindanan em ê li ber xwe bibin. Wê bi teqez jin bi ser bikevin.” Taşdemîr di axaftina xwe de dirûşa “Fîgen Yuksekdag rûmeta me ye” qîr kir. Piştî daxuyaniyê û şûnde jinan stran vegotin.