Di çalakiya "Em edaletê dixwazin" de protestoya 9'ê Cotmehê

Di çalakiya "Em edaletê dixwazin" de protestoya 9'ê Cotmehê

Di ser qetilkirina 3 şoreşgerên jin ên Kurd 39 hefte derbas bûn. Kurdên ku bi armanca ronîkirina komkujiyê li ber Konsolosa Fransayê ya li bajarê Elmanya Dusseldorfê hatin cem hev, komploya 9'ê Cotmehê ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin.

Çalakiyên "Em edaletê dixwazin" ên ji bo ronîkirina komkujiya li Parîsê her hefte tên lidarxistin, vediguhere çalakiyên "Bêdengiya we ji ber hevpariya we ye?" û dewam dikin.

Mîna hefteya bihurî, îro jî Kurdistaniyên li ber Konsolosa Fransayê ya li bajarê Elmanya Dusseldorfê hatin cem hev, qetilkirina 3 şoreşgerên Kurd li Parîsê Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şayelemez şermezar kirin û ji Fransayê xwestin, daxuyaniyekê bide.

Di çalakiya ku her hefte ji aliyê Buroya Jinê CENÎ ve tê organîzekirin, xizmên têkoşerên di rêya azadiya Kurdistanê de jiyana xwe ji dest dan, amade bûn. 

Li ser navê saziyên Kurdan li çalakiyê axaftin hat kirin û bêdengiya dewleta Fransayê bi zimanekî tund hat şermezarkirin. 

Li ser navê Komeleya Malbatên Windahî û Mexdûran li Ewropayê (KOMAW) Rojîn Şîmşek li vir peyivî û got, "Weke malbatên ciwanên Kurd ên di têkoşîna Kurdistanê de şehîd ketine, ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî ya li hemberî Serok Apo û komkujiya Parîsê ya dewama vê komployê ne, em li vir in. Qetilkirina her sê jinên Kurd dewama komploya 9'ê Cotmehê ye. Lê belê gelê Kurd, çawa ku bi têkoşîna xwe re komploya li hemberî Rêberê xwe pûç kir, dê vê jî pûç bike."

Ji Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJKE) Zozan Serhad jî da xuyakirin ku komploya 9'ê Cotmehê û komkujiya li Parîsê, derbeyek li têkoşîna azadiyê ya jinên Kurd e.

Zozan Serhad diyar kir ku divê Kurd li dijî vê derkevin û got, "Divê hemû Kurd şev û roj dakevin kolanan. Pêwîste ji bo pûçkirina komployê em têbikoşin. Komplo encax bi vî rendî dikare were pûçkirin. Komkujiya Parîsê jî dewama vê ye. Ronîkirina vê, bi têkoşîna me dibe."