Di bûyera destdirêjiya li Xana Hewêl de 40 kes hatin binçavkirin
Di bûyera destdirêjiya li Xana Hewêl de 40 kes hatin binçavkirin
Di bûyera destdirêjiya li Xana Hewêl de 40 kes hatin binçavkirin
Li navçeya Xana Hewêl ya Sêrtê têkildarî destdirêjiya li hemberî zarka 12 salî N.G 40 kes hatin binçavkirin, 9 kes hatin girt. N.G jî xistin bin ewlekariyê.
Li navçeya Xana Hewêl ya Sêrtê derket holê ku zaroka keç ya 12 salî N.G ku bi B.A (13) salî re hevaltî dikir, rastî destdirêjiyê hatiye. Li gorî agahiyên ku hatine girtin, beriya du salan mamostayê rehberê ji N.G gûmankiriye ku rastî destdirêjiyê hatiye û wisan derket holê. Li gorî îfadeyên N.G ên dane polîsan, piştî ku hevaltî bi B.A re kiriye wî û ji aliyê gelek kesên temenê wan ji 18 saliyê kêmtir ve hatiye tecawizkirin.
Piştî girtina îfadeyan 34 jê xwendekar, 40 kes hatin binçavkirin. Piştî lêpirsînê bi hinceta ku destdirêjî li N.G kirine, S.D. (13), F.K. (13), H.E. (13), M.K. (13), H.K. (14), B.A. (13), C.T. (14), K.K. (18), Y.E.E. (13) bigiştî 9 kes hatin girtin.
Hate hînbûn ku, piştî bûyerê mufetîşên Wezareta Polîtîkayên Malbat û Civakê a Tirk ketin dewerê û N.G xistin bin ewlekariyê. N.G ya derûniya wê xirab bûye, hate diyarkirin ku trawma giyanî jiyan dike ji bo zarokên din ên mexdûr jî xebat hate destpêkirin.
Têkildarî bûyerê lêpirsîn didome, hate hînbûn ku dibe hêjmara binçavkiriyan zêde bibin. Hate hînbûn ku, dê Wezareta Polîtîkayên Malbat û Civakê mudaxilî dozê bibin.