Di 3 salan de hezar û 411 jin hatin kuştin

Di 3 salan de hezar û 411 jin hatin kuştin

Wezîrê Karê Hundir Muammer Guler pirsnameya parlamentera Qersê ya BDP'ê Mulkiye Bîrtane bersivand û diyar kir ku di navbera salên 2009 û 2012'an de hezar û 411 jin hatine kuştin. 

Parlamentera Qersê ya BDP'ê Mulkiye Bîrtane der barê kuştina jinan de pirsname dabû Wezîrê Karê Hundir Muammer Guler. Wezîr Guler pirsname bersivand û da zanîn ku di navbera salên 2009 û 2012'an de ji ber sedemên wekî; şerê navbera eşîran, tore, namus, şîdeta nava malbatê hezar û 411 jin hatine kuştin.