Dewlet û zilaman di nava salekê de 94 jin li Kurdistanê kuştin

Komîsyona Jinê ya Şaxê ÎHD'ê ya Amedê, rapora li ser şîdeta li jinê ya li Kurdistanê eşkere kir. Li gorî raporê, di nava salekê de 94 jin bi hevkariya mêr-dewletê hatine kuştin.

Komîsyona Jinê ya Şaxê Amedê ya ÎHD'ê, raporek li ser şîdeta di navbera 25'ê Mijdara 2015-25'ê Mijdara 2016'an de li bajarên Kurdan li jinê hat kirin, eşkere kir. Li salona ku daxuyanî ji çapemeniyê re hat dayîn, pankarta bi nivîsa "Jin jîngeha mirovahiyê ye, ji qirkirina jinê re na" hat daliqandin.

Di civînê de endama Komîsyona Jinê ya ÎHD’ê Gulîstan Yalçindag Gençer axivî û diyar kir, ku tenê ji ber jin in li çar aliyê cîhane şîdet lê tê kirin. Gulîstan Yalçindag Geçer anî ziman, bi hevkariya mêr û dewletê jin bûne hedefa şîdetê û got: "Jin bi destê mêr û dewletê di malê de tên hepiskirin û mal kirine zindan. Di qada cemaweriyê de jin nayên hesibandin. Rêya siyasetê li pêş wan tê girtin. Jin di dîrokê de her tim dibin hedefa zext û zordariya bê hempa."

Yalçindag bal kişand ser peymana Stenbolê û peymana ku hemû cureyên tundî û cudahiya li dijî jinan asteng dike (CEDAW) ku dewletan mohra xwe danîne binî wiha got: "Li Tirkiye zagonên ku hatin guhertin têra parastina jinê nakin. Ji ber ku Tirkiye berpirsiyariya peymana navneteweyî pêk nîne jin nayên parasitn. Polîtîkaya necezakirinê tundî û zextên li ser jinê zêde dike. Zimanê îktîdara siyasî rê li pêş tundiyê vedike. Gotin û daxuyaniyên îktîdara siyasî tundiya li hemberî jinê rewa dide nîşandan. Dîsa daxistina cezayên bersûcan rê li pêş tundiyê vedike. 

BI ŞER RE MEXDÛRIYET ZÊDE BÛ

Gençer bal kişand ser şerê dawî û wiha got: "Ji Tîrmeha 2015’an heta niha şer dest pê kiriye. Ji ber şer tundiya li ser jinê zêde bû. Bi şer re mexdûriyeta jinê zêde bû.Bedena jinê hat teşhîrkirin. Cenazeyên jinan bi rojan li kolanan hat hiştin. Destûr nedan malbat tev li cenazeyên jinan bibin. Bi Rewşa Awarte re êrîşa li dijî nirx û destkeftiyên jinan zêde bû. Li girtîgehan tundiya li ser jinan zêde bû. Jin di lêgerînên tazî re tên derbas kirin. Îşkence derket asta herî jor. Şaredar û wekîlên hatin hilbijartin bi lêdanê hatin binçavkirin. Rêya siyaseta demokratîk li pêş jinê û vîna kurd hat girtin. Bi îlanên biryarnameyan re 370 komele hatin girtin û din ava wan de peymanên Neteweyên Yekbûyî hatin binpêkirin." 

Di rapora tundiyê de wiha hat gotin:

- Ji bo tundiya li jinê bi dawî bibe divê di qada civakî de xebat bên kirin. Divê polîtîkayên tundiyê bên guhertin. 

- Bi armanca tundiya li jinê bi dawî bibe divê li ser pêşniyarên hemû saziyên civakî û jinan zagon bên guhertin. Divê bi hevkarî û daxwaza saziyên sivîl û civakî polîtîka bên rastkirin. 

- Divê tundiya li jinê ya di bin çavan de û li dervê qadên bin çavan bi dawî bibin.

- Ji bo bersûcê tundiyê û îstîsmara zayendî pêk tîne giran bê cezakirin divê zagon ji nû ve bên guhertin û rastkirin. Divê di darizandina bersûc û kesên îstîsmarê dike daxuyaniya jinê esas bê girtin. 

- Divê zimanê medya yê zayendîparêz bê guhertin. Divê hemû tundiya li jinê bê şermezarkirin. 

- Divê pêkanînên Rewşa Awarte bi dawî bibin. Divê biryara girtina Komeleyan a ji ber Rewşa Awarte paşve bê vekişandin. 

- Divê ji ber pêkanînên Rewşa Awarte azadiya maf û ramanê neyê astengkirin û çalakî neyên qedexekirin. Divê bijartiyên bi vîna gel hatine hilbijartin bi lezgîn bên berdan.

94 JIN BI DESTÊ MÊR Û DEWLETÊ HATIN KUŞTIN

Ji 25’ê mijdara 2015’an heta 25’ê mijdara 2016’an li bajarên herêmê 94 jin bi destê mêr û dewletê hatin kuştin. Ji ber tundiya leşker, polîs û mêr 94 jin hatin kuştin û 39 jin birîndar bûn. 26 jin dibin çavan û cihên din de rastî tundiya erkdarên dewletê hatine.