'Desthilatdarî hewl dide ku jinê li nava çar dîwaran rabigire' -NÛ BÛ

Parlamentera HDP'ê ya Stenbolê Zuleyha Gulum got, pêvajoyeke welê hatiye destpêkirin ku destketiyên jinê ji holê têne rakirin û hewl tê dayin ku jin li nava çar dîwaran bêne ragirtin.

Tirkiye ji îro û pê ve bi rengekî fermî ji Peymana Stenbolê vedikişe. Parlamentera HDP'ê ya Stenbolê Zuleyha Gulum li ser mijarê ji ANF'ê re axivî.

Zuleyha Gulum anî ziman ku Peymana Stenbolê di encama têkoşîna jinan de hate bidestxistin û got, "Peymaneke bi bandor e. Bi rastî jî eger bihata bi cih, wê di asteke girîng de pêşî li tundiya mêr û dewletê ya li dijî jinê bigirta. Tundî bi temamî ji holê ranekiribûya jî wê di asteke cidî de pêşî lê bigirta."

Zuleyha Gulum diyar kir ku desthilatdariya heyî ya AKP-MHP'ê her tim hewl da derbê li destketiyên jinan bixe û bi bîr xist ku beriya betalkirina vê peymanê nîqaş li ser mafê nefeqe û kurtajê hebûn.

Parlamenter Zuleyha Gulum wiha dewam kir: "Pêvajoyeke welê dane destpêkirin ku hewl didin destketiyên jinan hemûyan ji holê rakin, jinan li nava çar dîwaran ragirin. Dema ku min parêzerî dikir jî gelek caran lê rast hatim; jinên ku biryara 'divê bêne parastin' bi wan re hebûn hatin kuştin. Gelek jinên di bin parastina polîsan de bûn, gelek jinên ku li ber cihêbûnê bûn, gelek jinên cihê bûbûn hatin qetilkirin. Min gelek doz dît ku jinên gelek caran serlêdan kirin û gotin 'wê min bikuje' ji ber ku nehate parastin hate kuştin. Gelek jin, ji ber ku dewletê neparast an jî tedbîrên têrker ên parastinê wernegirt, neçar man birîndar bikin an jî bikujin. Di van dozan de, di dozên ku jin lê tên darizandin de cezayên gelekî giran tên dayin. Di heman meseleyê de dema kiryar mêr be, helwesteke berevajî tê nîşandan û ji girtîgehê têne derxistin.

Hewldanên ji bo avakirina rejîma nû li her cihî tê dîtin. Dadgerî nîne, hiqûq, edalet nîne. Desthilatdariyê dema ku tiştekî nehiqûqî dihate kirin hewl dida çavdêriyê lê bike, qet nebe nedigot 'belê, me kir' û rewa nedikir. Ev desthilatdarî ne bi vî rengî ye, bi rengekî eşkere radigihîne ku hiqûq betal kiriye. Eşkere dibêje ku ew guh nade biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê. Eşkere dibêje ku fermanê dide dadgehan. Diyar dike ku şêweyekî cuda yê rêveberiyê ava kiriye. Mafên demokratîk kêm kiriye, mafên kedkaran veguherandiye pergaleke kolekirinê. Li dijî gelê Kurd şerekî giran daye destpêkirin. Desthilatdariyeke welê ye ku li dijî destketiyan şer dike, hewl dide tune bike. Dema ku mirov bi rengekî piralî lê dinerin, dibînin ku ev desthilatdarî hewl dide faşîzmê mayinde û bi sazî bike."

Parlamenter Suleyha Gulum anî ziman ku desthilatdarî li gorî xwe teşe û rolekê datîne ber jinan û got, "Dibêjin, 'em ê malbatê pîroz bikin, em ê malbatê bikin esas. Di nava 'malbata pîroz' de em ê jinê bikin jineke meqbûl'. Dibêjin ku wê modele jinê biafirînin ku dengê xwe nake, daxwazên xwe nake, serî li ber sîstema mêr ditewîne. Ji bo vê desthilatdariya ku hewl dide faşîzmê bi sazî bike, pozîsyona ku li jinan tê ferzkirin bi vî rengî ye."

Zuleyha Gulum destnîşan kir ku têkoşîna jinê bêguman gelekî xurt e û got, "Vê têkoşînê ti carî xwe venegirt. Me ev yek di dema Rewşa Awarte de jî dît. Wê demê jin li kolanan bûn, di dema ku zext gelekî giranb û jinê ti carî xwe venegirt. Timî daxwazên xwe anî ziman."

Zuleyha Gulum destnîşan kir ku jinên deng dane vê desthilatdariyê jî xwedî li Peymana Stenbolê derdikevin.