Derbarê Abdullah Ocalan li Viyanayê stanta agahdarkirinê hat danîn

Jinên ciwan ku li Viyanayê stanta agahdarkirinê ya bi armanca nasandina fikrê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û têkildarê tecrîda li ser wî vekiribûn, banga tevlêbûna meşa meşaleyî ya wê 26’ê Mijdarê were lidarxistin kir.

Li paytexta Avûstûrya Viyanayê bi armanca agahîdayina derbarê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û danasîna fikrên wî bi pêşengiya ciwanan stantek ya agahdarkirinê hat danîn.

Stanta ku bi pêşengiya Jinên Têkoşer (TekoJin) li navenda herî qerebalix a tûrîstî ya Viyanayê Heldenplatzê hate danîn rastî eleqeyekî mezin hat.

TekoJinê ji bo stanta ku di pêvajoya herî giran a qedexeyên ji ber şewba Covîd-19’ê de lidarxistine got, “Em radigihînin ku ji bo azadiya Rêber Apo, li kûderê û kengê dibe bila bibe di her şert û mercê de emê di nava çalakiyan de bin; azadiya Rêber Apo azadiya hemû jinan, gelê Kurd û azadiya xwezayê ye jî.”

Jinên ciwan ku pirsîn “Ger ne em bin wê kê be? Ger niha nebe wê kengê be?” ji bo tevlêbûna bihêz a meşa meşaleyî ya ku wê bi boneya 43’mîn salvegera damezrandina PKK’ê 26’ê Mijdarê li Troststrasse ya Viyanayê bê lidarxistin kirin.