Demîr, Nayir û Ûyar li Rihayê hatin bibîranîn

Li Rihayê Sêvê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Ûyar hatin bibîranîn yên ku ji aliyê dewletê ve hatibûn qetilkirin.

Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Rihayê û Tevgera Jinên Azad (TJA) Sêvê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Ûyar bi bîr anîn yên ku 4’ê Çileya 2016’an li navçeya Silopiyayê ya Şirnexê hatibûn qetilkirin.

Her sê siyasetmedarên jin ên Kurd ku ji aliyê hêzên dewletê ve hatibûn qetilkirn li avahiya HDP’ê hatin bibîranîn. Parlamentera HDP’ê Ayşe Surucu jî nav de gelek kes beşdarî merasîma bibîranînê bûn. Bîranîn bi nîşandana sînevîzyonê destpê kir.

Parlamentera HDP’ê Ayşe Surucu axivî, 3 siyasetmedarên jin ên li paytexta Fransa Parîsê hatibûn qetil kirin bi bîr anî û wiha got; "Sakîne Cansiz bû pêşenga destketiyên jinan. Piştî qetilkirina Sakîne Cansiz û hevrêyên wê li Silopiyayê Sêvê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Ûyar di pêvajoya 'qedexeyên derketina derve de' bi hovane hatin qetilkrin. Qetilkirina wan destpêkek bû. Piştre bajarên Kurdan hilweşandin. Li Nisêbin, Cizîr û Sûrê mirov hatin kuştin."

Surucu di dewama axaftina xwe de got; "Bi hêza ku em ji wan digrin têkoşînê geştir dikin. Têkoşîna ku bi Sakîneyan destpê kir bi Sêvêyan dewam kir. Îro jî li cîhanê bi tevgera azadiya jin belav dibe û mezin dibe. Cîhan hemû şahidê têkoşîna me ye."