Demê destgîrkirina Çetîn a bi kûçikan êrîş birin ser dirêj kirin

Demê destgîrkirina Çetîn a bi kûçikan êrîş birin ser dirêj kirin

Çetîn di çarçoveya lêpirsînekê ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê ve hatibû destpêkirin 26’ê Hezîranê li mala xwe ya Amedê hatibû destgîrkirin.

Endama Desteya Rêveberên Xwecihî ya Demokratîk û Tevgeta Jinên Azad (TJA) Sevîl Rojbîn Çetîn di dema serdegirtinê de polîsan bi kûçikan êrîş kiribûn û bi fîzîkî jî êşkence kiribû.

Çetîn a 27’ê Hezîranê birin Mêrdnê 4 roj in li Şaxa TEM’ê ya Midûryeta Emniyetê ya Mêrdînê tê ragirtin.

Dozger bi îdîaya ‘lêkolîn didomin’ bi hinceta kêfî xwest dema desgîrkirina wê 4 roj din jî bê dirêjkirin.

Çetîn li ser vê armancê bibin ji Edliyeya Mêrdînê birin Dadgeha Ceza ya Sulhê. Çetîn di lêpirsîna dodger de daxwaza redkirina dirêjkirina dem xwest û êşkenceya lê hatî kirin vegot, lê dadger weke dozger kir û 4 roj destgîrkirina wê dirêj kir.